Lê bigere

Thursday, April 24, 2014

Dile min

Dilê min diêşe li ser welatê min Dilê min diêşe Lê mixabin kes ji min û mirovin mîna min Pêve tune, ne ku dilê wan diêşe Li welatê me. Mirovin jê dilê wan li ser berjewendiyên wan diêşe Lê dilê wan li ser miletê wan naêşe. Ey şeva tarî çendî te ez fêrî waneyên xwe kirim. Îro roj ez jî bûme mîna te dibînim malê cîhanê çi dike ji serê mirovan Lê mixabin kes tune ye ji min bitirse mîna ji şeva te ya reş ditirse. Di dema wê tirsê de tirsê jî nas nake.

Siyabend Yûsiv

Tuesday, April 22, 2014

Erkê rengdêr di hevokê de wek dikarkerê navdêrê ( soranî)

Şêweya ku navdêr bi rengdêrî ve tê girêdan di soranî de:
1. eger navdêr nebinavkirî be, navdêr bi rengdêrî bi "î" tê girêdan:
Mînak:
(Pênûsî ciwan) bikirre
(Mirovî baş) xoşewîste.

2. eger ew navdêr binavkirî be, bi "e"yê bi hev tên giêdan:
Mînak:
(Pênûse ciwaneke) bikirre
(Mirove başeke) xoşewîste.

Têbinî: Di xalê duyem de eger navdêr pirjimar be: anku pirjimarê binavkirî be:
Mînak:

(Mirove başekane) xoşewîstin.

Giring
1. Eger navdêr bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe wê çaxê pêdivî bi tîpa kelijandinê heye:
Mînak:
- Şeye biçûkeke bikarmehêne
- Baye behêzeke derextekey şikand
- Doye tirşike rijabû

1. Eger navdêr bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe dikare bê ku "e" bê nivîsîn:
Mînak:
- Estêre geşekan ciwanin
- Xwêndga serkewtûekan xelat kiran
- Çeqo tîjeke bizir bûe.

1. Rengdêr ji aliyê çawatiyê ve.
Rengdêr ji alî pileyê ve:
*Sade:
Mirovî baş xoşewîste
*Danberhevî:
Zankoçoxeyekî ciwantir le ber bike
*Radeya bilind:
Xoştirîn xanû, xanû êweye

2.Rengdêrê pirsê:

Mînak:

Kam Xanû ciwane?
Gulî çonit dewêt?
Çon gulîkt dewêt?
Çend kovarit kirî?
Çi wilatekî xoşe?

3. Rengdêrên nediyar
Mînak:
Mirovî wam nebînîwe
Hendêk qutabî xelat kiran
Hemû qutabîyekan têdekoşin
Kemêk şîrt xwardewe

3. Rengdêrên nîşaneyê

Mînak:

Em kure zor dixwênêt
Em kurane zor dixwênin
Em kiçe zor zîreke
Em kiçane zor zîrekin

Anku wisa ye:
Em.....e
Em.....ane
Ew....e
Ew.....ane






Monday, April 21, 2014

Erka cînavên serbixwe wek diyarxera navdarî di soranî de

Cînavên serbixwe yên ku dikarin bi erka "diyarxera navdarî rabin:
1.cînavên kesane yên serbixwe
2.Cînavên xweyitiyê
3.Cînavên pirsê
4.Cînavên nadiyar
5.Cînavên nîşaneyê

...
1.cînavên kesane yên serbixwe
Min - Ême
To - Êwe
Ew - Ewan
...
 من - ئێمه‌
تۆ - ئێوه‌

ئه‌و - ئه‌وان

Mînak:
Pênûsekey min ciwane: (ev) pênûsa min xweşik e.
Pênûsekey ême ciwane: (ev) pênûsa me xweşik e.
Pênûsekey to ciwane: (ev) pênûsa te xweşik e.
Pênûsekey êwe ciwane: (ev) pênûsa wexweşik e.
Pênûsekey ew ciwane: (ev) pênûsa wî/wê xweşik e.
Pênûsekey ewan ciwane: (ev) pênûsa wan xweşik e.

2.Cînavên xweyitiyê

Xom - Xoman
Xot - Xotan
Xoy - Xoyan
...
 خۆم - خۆمان
خۆت - خۆتان

خۆی - خۆیان

Mînak: 

Pênûsekey xom ciwane: (ev) pênûsa min xweşik e.
Pênûsekey xoman ciwane: (ev) pênûsa me xweşik e.
Pênûsekey xot  ciwane: (ev) pênûsa te xweşik e.
Pênûsekey xotan ciwane: (ev) pênûsa wexweşik e.
Pênûsekey xoy ciwane: (ev) pênûsa wî/wê xweşik e.
Pênûsekey xoyan ciwane: (ev) pênûsa wan xweşik e.

3.Cînavên pirsê


Çî
 کێ

چی

Mînak: 

Pênûsî KÊ ciwane?: pênûsa kê xweşik e?
Kitêbî çî besûde?: pirtûka çi bisûd e?

4.Cînavên nadiyar

Fillan, hîn, kabra, fîsar, kes...
 فڵان، هین، کابرا، فیسار، که‌س...


Mînak: 
Pênûsekey Fillan ciwan niye:
Pênûsekey kabra ciwan niye:
Pênûsî hîn xot  ciwan niye: 
Pênûsekey fîsar ciwan niye:
Pênûsî kes ciwan niye:


5.Cînavên nîşaneyê
Eme - Emane
Ewe - Ewane

Mînak: 
Pênûsî eme ciwane
Pênûsî emane ciwane
Pênûsî ewe ciwane
Pênûsî ewane ciwane







Erkên cînavên pêvekirî di soranî de ( Cênawî likaw)

Cînavê pêve koma yekê û duyê, bê alavê (edatê) danepalê dibine diyarkerên navî, ev jî bi du awayên cuda:
Koma yekem: m-man, t-tan,î-yan
Ka em li rewşên ku ev peyv tê de likar in binerin:

Nîhad:
1.Kiçekem wanekey xwên. Keça min waneyê xwend 
2.Kiçekey waney dexwênêt. Keça wî/wê waneyê dixwîne 
3. Kiçekem debêt bizîşk: keça min dibe bijîşk

Kirde:
3.Kiçekey hat. Keça wî/wê hat
4.kiçekeman dêt. Keça min tê
Cîgirê Kirdeyê:
5.Kiçekem xelat kira. Keça min hat xelat kirin 
6.kiçeket xelat dekirê. Keç te hat xelat kirin
Bireser:
7.kiçekem xelat bike. Keça min xelat bike
8.kiçekemî xelat kird. wî/wê keça min xelat kir

Tewawkerî peyarîde:
9.kiçekem xelat dekat. wî/wê keça min xelat dike 
10.kiçeket xelat dekem. Ez keça te xelat dikim 
11.kiçiketey xelat kird. wî/wê keça te xelat kir 
Tewawkerî naw:
12.xelateke bo kiçekem bibe. te vê xelatê bo keça min bibe
13.xelateke bo kiçekem biben. hûn vê xelatê bo keça min bibin
Tewawkerî karî natewaw:
14.witarî kikem behêze. Gotarê keça min bihêz e 
15eme kiçkem bû. ev keça min bû


Nîşe: Cînavê pêvekirî yên koma yekem li gel dema borî ya gerguhêz bikar dihêt,
Li van çend mînakan binerin:
Pênûsekemî bird, pênûsekemanî bird
Pênûsekitî bird, pênûseketanî bird
pênûsekeyî bird, pênûsekyanî bird

Wek tê dît di her hevokê de du cînavên pêvekirî hene yek di rewşa "veqetandek-îzafe"yê de ye û ya dî lêker.
Mînakeke dî:
Pênûsekeyim bird: di vir de kirde kesê yekem yên yekjimar e.

Koma duyem: im-în, ît,in,tune-in

Sunday, April 20, 2014

Ferîşte

Tu pir dûr çûyî
Ez dikim nakim
Te nabînim
Bêriya te nakim
Dilê min bi hebûn
an nebûna te lê nade
..
Tenê rewrewk in;
rewrewkên taya mirina
evîneke kevnar e
..
Lêvên te
Çavên te
Heta bêhna te
herifîne
..
Destê min
li deşta laşê te
xwe napelîne
..
Ka kenê te?
çawa bû?
Yekcar nayê bîra min
...
Ev tu çima ewqasî dûr çûyî??
...
Tiştê ji te ma;
Hest in
Hewldaneke bêwate
Bo vejandina
Bêwatetiya te
..
Tiştê ji te ma
Tenê: valahî ye
Valahiyeke
tijî tiştên xweş e
Valahiyeke
Bi ferîşteyeke nazdar
Evîneke watedar
..
Tenê ew ji ber te ma
Kevoka ezmanên xewnên min



Giyan

Dawerivîn, ji mejiyê min
Hemû wêneyên te
Dilop bi dilop
Dawî li hemû
bîranên me, hatin
..
Di serma şevê de
Di Şewqa rojê de
Di dilê min de
Li ser dîwaran
Di gul û kulîlkan de
Di xewnan de
Di hemû şaneyên giyanê min de
Te xwe ji ezmanan avête
Mirinê
..

Lêkerên bûyînê di soranî de ( beşê 1ê)

Lêkerê bûyînê  dabeş dibe:
Tewaw:
Natewaw:
Lê karê tewaw: 
A. karî tewaw yê gerguhêz:
1.  Lêkera bûyînê wek lêkereke gerguhêz tê eger di wateya xwedîtiyê de were:
Mînak: min xanûm hebû(hembû)
Ême xanûman hebû(hemanbû)
Min xanûm heye(heme)
Êwe xanûtan heye(hetane)
Ew xanûy debêt(deybêt)
Ewan xanûyan debêt(deyanbêt)
2. eger di wateya hebûnê de were bikarhanîn:
Mînak:  hebûm, hebûyîn
Hebûyt-hebûtan
Hebûy-hebûyan
...
Heme, heyn
Heyt, hen
heye-hen
...
debim-debîn
debit-debin
debêt-debin

B.Gava lêkera bûyînê beşdar bibe di çêkirina lêkereke pêkhatî an jî hevdudanî wê çaxê dibe lêkerekî tewaw negerguhêz:
Mînak:
Helbû: egireke hebû
Rabû: zarok le xew rabû
Pêbû: gillopeke pêbû
derbû: birîneke derbû

Têbinî: Debêt: ji bo dema neborî tê bikarhanîn ne "e":
Mînak: Heldebêt: agireke hedibêt
Zarok le xew radebêt


Saturday, April 19, 2014

Merc di soranî de

Ka em hevokeke mercî di soranî de binivîsin:
Eger bixwênim,  ser dekewim.

Wek tê dîtin, hevok ji du beşan pêk dihê ( Bixwênim: karê yekem) û (Ser dekewim: karê duyem ) ku tê gotin ku karê pêşî tune be ne gengaz e ku karê duyem çêbibe.
Lew em dikarin bibêjin:
Hevoka mercî ji du beşan pêk dihê:

1. Pariste: karê mercî tê de ye
2. Şariste: bersiva karî mercî an encam
Mînak:
Ke zengeke lêdira, qutabiyan hatine derewe.
Eger bixwênim, ser dekewim
Herdû peyven şînkirî  karê mercî ne anku pariste ne.

Ke zengeke lêdira, qutabiyan hatine derewe.
Eger çûyît bo Şeqlawe, şatûm bo bihêne.
Herdû peyven şînkirî  karê mercî ne anku Şariste ne.

- Hin amrazên bo hevokên mercî:
Ke, Key, Ta, heta, Hetaku, Eger, Ger, Meger, Egerna, Belku, Beşku, Dena, Egêna, Heke



Wednesday, April 16, 2014

Pirsên we

Di vir de û ji bo ku em bikarişn pirsyarên we bi awayekî çalak bigirin û zimanê kurdî bi hev re bi şêweyeke înteraktîv hîn bibin hûn dikarin pirsyarên xwe bikin..
Ji bo pirsyarê hûn dikarin li bin vê nivîsê di beşên şiroveyan de ku wek "no comments" an jî hejmar comments"ê pirsyarên xwe bikin..
Li wir bitikînin û pirsa xwe wek şirove bikin.
Eger hûn nexwazin bê zanîn bê kê pirsiye hûn dikarin wek "Anonymous " bipirsin û ez ê dîsa bersivê bidim.
Bi vî awayî em hemû hîn bibin û dê bingehê nivîsîn pirtûkeke rêzimana kurmancî ji bo kesên asayî jî bê afirandin ku ez difikirim binivîsîm..
Spas

Tuesday, April 15, 2014

Cînavkên likaw di bilaniyê de

Hersê komên "cênawî likaw" yên lêkeran di bilaniyê de
1.
Koma yekem di dema borî ya lêkerên gerguhêz de( nizîk, dûr, tewaw) li dawiya lêkerî tên lê di lêkerên pêkhatî û hevdanî de diçin piş beşê yekem ji lêkerê
Mînak bo lêkera sade:
Katî rabirdûy nizîk:
Xwardabam-xwaradbaman
xwardbat-xwardbatan
xwardibay-xwardbayan

Rabirdûy tewaw:

xwardibêtim- xwardibêtman
xwardibêtit-xwardibêtitan
xwardibêtî-xwardibêtyan

Rabirdûy dûr:

Xwardibûbam - xwardibûbaman
xwardibûbat - xwardibûbatan
Xwardibûbay-xwardibûbayan

Mînak bo lêkera pêkhatî û hevdûdanî:

Pêkhatî:

Helmbijardiba- helmanbijardiba
heltbijardiba - heltanbijardiba
helîbijardiba - helyanbijardiba

Hevdûdanî:

Fêrm kirdiba - fêrman kirdiba
Fêrit kirdiba - fêrtan kirdiba
Fêrî kirdiba - fêryan kirdiba

2.
Koma duyem ji (cênawî likaw)  di dema borî bi lêkerên negerguhêz de, di hemû şêweyên lêkeran de tê dawiyê lêkerê:

Katî rabirdûy nizîk:

Hatibam - Hatibayn
Hatibayt - hatiban
Hatiba - hatiban

Rabirdûy tewaw:

Hatibêtim - hatibêtîn
Hatibêtît - Hatibêtin
Hatibêt - Hatibêtin

Rabirdûy dûr:
 
Hatibûbam - Hatibûbayn
Hatibûbayt - Hatibûban
Hatibûba    - Hatibûban


3.
Koma sêyem ji (cênawî likaw)  di dema neborî bi di hemû şêweyên lêkeran de tê dawiyê lêkerê:

Gerguhêz: Bixwênim ( sade), helbekim(pêkhatî), tewaw bikem ( hevdudanî)
Negerguhêz:  birom(sade), dabinişim(pêkhatî), serbikewm(hevdudanî)






Dema ne borî di soranî de

Ev bi koma çarem ji cînavan pêk dihê:
im-în
Ît-in
êt/at-in

Mînak bo lêkerên gerguhêz:

Hênan: reha dema neborî: HÊN
Dehênim-dehênîn
Dehênyt-dehênin
Dehênêt-dehênin

Mînak bo lêkerên negerguhêz:

Royîştin: reha dema neborî: RO

Derom-deroyn
deroyt- deron
derwat- deron

Têbinî: Eger reha dema neborî bi tîpên "a, o" bi dawî bibe cînavê kesên sêyen "at" e.
Kirdin: reha dema niha: ke.
Dekem, dekeyn
dekeyt- deken
dekat- deken



dema borî di lêkerên negerguhêz di soranî de

Bi koma duyem ya cînvên likaw tê çêkirin:
Kesê yekem(yekjimar û pirjimar): im-în
Kesê duyem(yekjimar û pirjimar): ît-in
Kesê sêyem(yekjimar û pirjimar): (tune)-in
Nîşe: ev cînav tên dawiya lêkerî çi di lêkerê xwerû, çi pêkhatî çi hevdudanî tenê di dema boriya dûdar de dikeve navberapaşgirên "ûe/we"yê de. 

Mînak di lêkerên xwerû/sade de:

Boriya sade:

Hatim-hatîn
Hatît-hatin
Hat-hatin

Dema boriya domdar:

Dehatim- dehatîn 
Dehatît-dehatin
Dehat-dehatin

Dema boriya dûr:

Dehatît-dehatin
Hatibûm-hatibûn
Hatibûyit-Hatibûn
Hatibû-hatibûn

Mînak di lêkerên pêkhatî û hevdanî de:

Boriya sade:
Pêkhatî:

Danîştim - Danîştîn
Daniştît - Daniştin
Danişt - Daniştin
....
Hevdudanî: 

Tewaw bûm- tewaw bûyn
Tewaw bût - Tewaw bûn
Tewaw bû - Tewaw bûn

Lê di  dema dûdar de:

Mînak:
Royştûme -royştûyne
Royiştûyte - royiştûne
Royiştûe - royiştûne
..
Hatûme-hatûyne
Hatûyte -hatûne
Hatûe - hatûne





dem û lêker di soranî de

Birdim: min bir
Birdit: te bir
Birdî: wî/wê bir
Birdman: me bir
Birdtan: we bir
Birdyan: wan bir
Her lêkerek wek li jorê bi şeş şêweyan tê nivîsîn ji bo demekê:
Lê ji bo dem û lêkerî sê komên "cênawên likae hene":
Koma yekem: ji bo dema borî di lêkerên gerguhêz de
Kesê yekem(yekjimar û pirjimar): m-man
Kesê duyem(yekjimar û pirjimar): t-tan
Kesê sêyem(yekjimar û pirjimar): î-yan
Koma duyem: ji bo dema borî di lêkerên negerguhêz de
Kesê yekem(yekjimar û pirjimar): m-în
Kesê duyem(yekjimar û pirjimar): ît-in
Kesê sêyem(yekjimar û pirjimar):(vala)-yan
Koma sêyem: ji bo dema (neborî) di lêkeran de
Kesê yekem(yekjimar û pirjimar): m-în
Kesê duyem(yekjimar û pirjimar): ît-in
Kesê sêyem(yekjimar û pirjimar):at/êt-yan
..
Îca ka em li gorî deman li cînavkan binerin:
Di dema boriya sade de:
Mînak: hênan:
Reha dema borî: hêna
Li gorî cînavkan:
Hênam-hênaman
Hênat-hênatan
hênay-hênayan
Dema boriya dûr:
Hênabûm-hênabûman
Hênbût, hênabûtam
Hênabûy-hênabûyan
Lê di dema boriya domdar de: 
cînavk dikeve navbera pişgira "de" û reha dema borî de:
Demhêna-demanhêna
Dethêna-detanhêna
Deyhêna-deyanhêna
Di karê borî yê dûdar de CÎNAVK dikeve navbera  "ûe/we":
Hênawime-hênawimane
Hênawite-hênawitane
Hênawye-hênawyane
..
Têbinî:
Di lêkerên pêkhatî û hevdudanî de di hemû lêkeran de cînav dikeve paşiya beşê pêşî ji lêkerî:
Mînak: damxist-damanxist
Datixist-datanxist
Dayxist-dayanxist
Mînak dî:
Çareserim kird-çareserman kird
Çareserit kird-çaresertan kird
çareserî kird-çareseryan kird
Têbinî: di neyêniyê de çi boriya sade cînavk dikeve navbera amraza neyêniyê û reha dema borî de.
Mînak: 
Nemhêna
Nemdehêna
nemhênabû
nemhênawe





Bilanî di lêkerê bûyînê de

Rabirduy nizîk: Bûba
Rabirdûy dûdar: Biwêt
Rabirdûyî dûr: bûbûba
...
Ranebirdû:
Bibim
...
Hin peyvên ku di bilaniyê de tên bikarhanîn:
Birya: birya çûbama bo Zaxo
Xozge: Xozge neçûbam bo Zaxo
Kaşkê : Kaşkê çûbama bo Zaxo
Renge: renge beyekem der biçim
Lewaneye: Lewaneye beyekem derneçim
Xwidaye/xwaye: Xwidaye/xwaye serkewtûm bikeyt
...
Hin lêkerên alîkar jî hene:
1.Ev lêker bo pêdivî an pêwîstiyê bikar dihên
debêt, debû, debiwaye,  debê.
Mînak: debêt wanekem bixwênim
2. Ev lêker bo xwestinê bi kar dihên:
Demewê, demewêt
Mînak: Demewê kitêbxaneyek dabinêm
3. Ev lêker bi wêrîn û şiyînê tên bikarhanîn:
Dewêrim, detiwanim
Mînak: dewêrim li rûbareke bipermewe




Bilani di soranî de

Bilaniya dema borî ya sade(têdeyî)
Rêbaz: rabirdûy nizîk + ba
Mînak: xward + ba : xwardiba
Danîşt + ba : danîştiba
le naw çû + ba : law naw çûba
....
Bilaniya dema rabirdûy (dema borî ya dûdar)
Rêbaz: rabirdûy nizîk + bêt
Mînak: xward + bêt: xzwardibêt
Danîşt + bêt: danîştibêt
le naw çû + bêt : law naw çûbêt
...
bilaniya dema borî ya dûr:
Rêbaz: rabirdûy dûr + ba
Mînak: xwardbû + ba: xwardibûba
Danîştbû + ba: danîştibûba
le naw çûbû + ba: law naw çûbûba
...
Bilaniya derma (neborî)
Rêbaz:  bi + reha dema niha + koma sêyem ya cînavên likaw
Xwardin: bi + xo + m: bixom
Royiştin: bi + ro + m: birom

Têbinî: nêyniya ranebirdû di bilaniyê de bi "ne"yê ye.






Monday, April 14, 2014

Pirsyar

Gelo kes dikare ji min re vê şêweya di nav kevankan de şirove bike? bibêje bê çi ye?
Dexom, naxom:(dexorê)
Xward, nexward, (xora)
Xwardwe, nexwardwe, (xorawe)
Xwardibû, nexwardibû, (xorabû)
Dexward, nexward, (dexora)

dema (ne borî)

Wek tê zanîn dema niha û ya bê di soranî de bi heman formê tên çêkirin û tenê ji hevok û bi alîkariya hokeran ji hev tên cuda kirin.
Lew ji herdu deman re bi hev "katî ranebirdû"  tê gotin.
Rêbaz: nîşana "de" + reha kar ya dema niha + cênawî likae ( m-în, ît-in, e,êt/at-in).
Mînak: Xwardin: reha wê: "xo" ye
Bo kesê yekem yê yekjimar: de + xo + m: dexom
Mînak: Xwêndin
Reha dema niha: xwên
De + xwên + im: dexwênim
Nîşe: eger lêker pêkhatî be wê çaxê "de" dikeve navbera herdû beşên lêkerî:
Mînak: wergirtin
Werdegirim.
Dirsutkirdin: dirust dekim
Nîşe 2: Hemû demên "neborî" bi amrazê "na" tên neyenîkirin û yên borî bi "ne"..
Mînak: borî
Hatin: hat: nehat, hatibû: nehatibû, hatûwe: nehatûwe, dehat: nedehat
Neborî: deçim: naçim.
Nîşe 3: di hin devokan de di şûna "de" dibe ku "e" bê gotin.

Dema borî ya domdar di soranî de

Di soranî de "rabirdûy berdewam"
Rêbaz:  De+ rabirdûy nizîk = rabirdûy berdewam
Mînak: de + hat= dehat
 de + firrî= defirrî
De + kird = dekird
De + bird = debird

Nîşe: di lêkerên pêkhatî de, "de" dikeve navbera beşê yekem û yê dawî ji lêkerê.
Ra + de + kêşa= rakeşa
Le naw debird=  lenawdebird

dema borî ya dûrdi soranî de

Di soranî de "katî rabirdûyî dûr"
Rêbaz: rabirdûyî nizîk + bû
Mînak:
Xewt + bû: xewtibû
Danîşt + bû: danîştibû
Çareser kird + bû: çareser kirdibû
Nişe: bo lêkerên bi "ewe" bi dawî dibin:
1. (I)N  ji raderê tê avêtin : mînak: dozînewe-n= dozî ewe
2. Paşgira "bû" dixin şûna "(I)N": mînak: dozîbû ?ewe
3. tîpa "u" dikeve navbera "bû" û "ewe": mînak: dozîbûwe ?

Sunday, April 13, 2014

dema borî ya dûdar di soranî de

Di soranî de rabirdûy tewaw
Çawa tê çêkirin:
reh/çawg yê rabirdûy nizîk + ûe/we
Têbinî: ÛE bi çawg/morfêma " D,T" re tê bikarhanîn û "we" bi çawg/morfêma "A,Û,Î" re:
Mînak:
Sûta + we: sûtawe
Kirî + we: kirîwe
Çû + we: çûwe
Belam "birdin":
Bird + ûe: birdûe
Girt + ûe: girtûe

 Ew lêkerên ku wan paşgira -EWE heye, bi vî awayî dibine boriya dûdar:
1. (I)N-ya lêkerê jê dibin. b.n: xwêndinewe > xwêndewe
2. Li cihê (i)n-ya jêbirî (U)WE tê, anku xwêndUWEewe

3. Di navbera (u)we nîşana lêkera dûdar û paşgira -ewe de dengê T tê zêdekirin, anku xwênduweTewe.

(ev beş bi alîkariya kek Mirtiza hate amadekirin)


Dema borî ya sade di soranî de

Dema ku di soranî de jê re "rabirdûy nizîk" tê gotin:
Rêbaza derxista reha dema borî ku di soranî de jê re tê gotin "çawg":
Çawg + n/in = rader e
Mînak:
Kird - in= kird
Bird - in= bird
Hellkird - in= hellkird
Lenawçû - n= lenawçû
Jimardinewe - in= jimardewe
Hênanewe - n= hênaywe
Nîşe: wek tê dîtin du dengdêr li dû hev nayên lew "y" dikeve navbera wan



Saturday, April 12, 2014

Pênûsa min

Pênûsa min
Di vê rojê de, pênûsa min diramiya
Ku binivîse
Li ser evîna min
lê mixabin pênûsa min tişt nedî
Binivîse li ser wê evîna qedexe
Evîna di nava çivakê de windayî
Winda bûye
Ez dibêjim ez ê wê li ku bibînim
Gelo ez ê wê di nava xeyalê
Xwe de bibînim?

..
Siyabend Yusiv

Thursday, April 10, 2014

Pêşgir di soranî de

Pêgir di soranî de ji bo lêkeran:
 هه‌ڵ: هه‌ڵكردن، هه‌ڵگرتن، هه‌ڵكورمان، هه‌ڵكێشان، هه‌ڵبڕین، هه‌ڵخستن.
    دا: دابڕان، داخستن، داڕمان، داگرتن، داكردن، دابه‌زین، داخورپان.
    ڕا: ڕ‌اگرتن، ڕ‌اكێشان، ڕاپه‌ڕین، ‌ڕاخستن، ڕاگوێزان، ڕاگواستن.
    وه‌ر: وه‌رگرتن، وه‌رسووڕان، وه‌رگه‌ڕان.
    ده‌ر: ده‌ركردن، ده‌رهێنان، ده‌ربڕین، ده‌رخستن، ده‌رپه‌ڕاندن.
Bi latînî:
   hell: hellkirdin, hellgirtin, hellkurman, hellkêşan, hellbirrîn, hellixistin.
    da: dabirran, daxistin, darrman, dagirtin, dakrdin, dabezîn, daxurpan.
    ra: r‌agirtin, r‌akêşan, raperrîn, ‌rraxistin, ragwêzan, ragwastin.
    wer: wergirtin, wersûrran, wergerran.

    der: derkrdin, derhênan, derbirrîn, derxistin, derperrandin.

Eger em li raweya fermanî ya van lêkeran binerin.
Bi erebî:
 هه‌ڵ: هه‌ڵگره، هه‌ڵخه‌، هه‌ڵمه‌خه، هه‌ڵكشێ.
    دا: دانێ، دامه‌بڕه، دابه‌زێنه‌. داگره.
    ڕا: ڕاكێشه، ڕاپه‌ڕێنه، ڕامه‌په‌ڕێنه. ڕاگره.
    وه‌ر: وه‌رگره، وه‌رسووڕێنه، وه‌رگه‌ڕێ، وه‌رچه‌رخێ.
    ده‌ر: ده‌ربێنه، ده‌رخه، ده‌ركه، ده‌رچۆ.

Bi latînî:
  hell: hellgire, hellixe, hellmexe, hellkşê.
    da: danê, damebirre, dabezêne. dagre.
    ra: rakêşe, raperrêne, rameperrêne. ragre.
    wer: wergire, wersûrrêne, wergerrê, werçerxê.
    der: derbêne, derxe, derke, derço.

Wek diyar dibe di lêkerên ku pêşgirian digirin de eger erênî be: "bi"ya fermanî nagire lê eger neyênî be "me" dikeve navbera reha dema "ranebirdû" 

Wednesday, April 9, 2014

Kêşeya î ya kesê sêyem

Pêşî divê em behsa cînavên likaw bikin ku ev in:
-m/im: kesê yekem yê yekjimar
-Man: kesên yekem yê pirjimar
T: kesê duyem yê yekjimar
Tan: kesê duyem Yê pijrimar
Î/Y: kesê sêyem yê yekjimar
Yan: kesê sêyem yê yekjimar
Bi tîpên erebî:
...م        ...مان
   ...ت        ...تان
   ...ی        ...یان
Wek di van mînakan de:
  xwardim        xwardman
   xwardit        xwardtan

   xwardî        xwardiyan
   خواردم        خواردمان
   خوارت        خواردتان
   
خواردی        خواردیان

Tuesday, April 8, 2014

Çend têbinî derbarê alfabeya erebî

1. Kêşeya dengdêrê "û"
Tîpa  (وو û) ti carî di pêşiya peyvê de nayê nivîsîn û gelekî şaş e eger mirov van peyvan wisa binivîse:: (ووشه‌ ûşe، وورچ û، وون ûn، ووس ûs  ) lê divê ku wisa bên nivîsîn : (وشه‌ wişe، ورچ wi، ون win، وس wi) anku "w"ya dengdar li gel "bizroke" anku "i"yê.
lê dikare bi serbestî di nav û dawiya peyvê de were nivîsîn:
: (سوور sûr)، (نوور nûr)، (چوو çû)، (توو tû).
Çend mînakên şaş ku tên nivîsîn:
 "كه‌ركوك، مه‌حمود، حوكومه‌ت" lê ew bi xwe divê wisa bin:
"كه‌ركووك، مه‌حموود، حوكوومه‌ت"
2. kêşeya dengdêrê "e"
(ه‌ e) dengdêr e, ku di gelek cihan de wek lêkerî tê bikaranîn. di kurmancî de lêkerên bûyînê di ingilîzî de em dikarin bibêjin ku şûna "is" digire.
Mînak hevoka "Hewa sar e" bi krumancî "e" cuda tê nivîsîn lê wek di ingilîzî de "(It is could)" û lê di soranî de di alfabeya erebî de ew tîp bi peyvê ve tê nivîsîn anku " هه‌وا سارده".
Çend mînakên dî:
برامه‌، هاوڕێمه‌، كوڕه‌، كچه‌، پێنووسه‌، ده‌سته‌، ڕێزمانه‌، كورده‌، به‌رده‌.
Kêşeya  (یه‌): carine peyva ku berî "e"yê tê bi tîpeke dengdêr bi dawî dibe wek  (ا ـ و ـ ۆ ـ وو ـ ه‌ ـ ی ـ ێ)، wê çaxê wek kurmancî "ye" tên nivîsîn lê dîsa bi peyvê ve.
Mînak: مامۆستا  dibe مامۆستایه
Têbinî: eger peyv bi dengdêrê "î" bi dawî bibe tu wê "î" wek xwe dihêlî û "ye" lê zêde dike; anku:
Şaş..........Rast
سپییه‌.....سپیه‌
 چییه‌.....چیه‌
نییه‌.......نیه‌


3. kêşeya dengdêrê "î,y" û wek tê zanîn di alfabeya erebî de herdû şêweyên "y,î" wek hev tên nivîsîn " (ی)
Ka em li vê peyvê binerin:  (كوردی kurdî) + (ه‌كان ekan) = (كوردیه‌كان kurdîekan).
Lê rêbaza me çi bû: du dengdêr li dÛ hev nayen..anku çawa dibe?
Tîpên me yên kelijandinê çi bûn?
W û Y
li vir "y"ê ye..
 (كوردییه‌كان kurdîyekan)  ... belê ev e.

3. kêşeya girêdana "î": "Î" ew tîpa ku du navdêran bi hev ve girê dide an navdêrekî bi rengdêrekî ve girê dide.
مامۆستای قوتابخانه‌. : mamostay qutabxane
كچی شۆخ: kiçî şox
Kêşe di wan peyvên ku bi tîpa "î" bi dawî dibe derdikeve wek:  (كوردی، ئیسلامی، كرماشانی، سنه‌یی، كۆیه‌یی
divê wisa bên nivîsin
(ڕه‌شایی reşayî)، (به‌رایی berayî)، (دوایی diwayî)، (كۆتایی kotayî)، (پانایی panayî)، (شێنه‌یی şêneyî)، ، (سنه‌یی Sineyî)، (هه‌ڵه‌بجه‌یی Hellebceyî)، (ڕانیه‌یی Ranyeyî)، (ورمێیی Wirmêyî) و (ته‌نیایی tenyayî).


Derbarê Hemzeyê de di soranî de

Li gel ku hemze di zimanên erebî û farisî de bi çend şêweyên cûrbicûr tên nivîsîn jî wek (أ ٌإ لأ  لإ ؤ ء ئـ) lê di alfabeya kurdî ya erebî de tenê ev şêwe heye: (ئـ) . Ev hemze jî bi armanca ku nehêle du dengdêr li dû hev bên tê bikarhanîn:
Bi giştî lê pêşiya peyvê tê nivîsîn li pêşiyê tîpên dengdêr:
Nimûne:
   او = ئاو: Aw
   ه‌و = ئه‌و: ew
   ۆخه‌ی = ئۆخه‌ی oxey
   ورووپا = ئه‌ورووپا ewrûpa
   ێجگار = ئێجگار: êcgar

Nîşe: Hin caran peyvek ku ji du peyvan pêk dihê tê çêkirin û wek : (شه‌و şew)،  ku bi tîpeke dengdar bi dawî dibe û peyva  (ئاهه‌نگ aheng) ku bi tîpeke dengdar bi dawî dibe wê çaxê ne lazim e ku hemze bê nivîsîn û dikare wek (شه‌واهه‌نگ) bê nivîsîn.


Elfibêya kurdî (erebî)

Elfabêya kurdî ya bi tîpên erebî ji 34 tîpan pêk dihê:
ئـ ـ ا ـ ب ـ پ ـ ت ـ ج ـ چ ـ ح ـ خ ـ د ـ ر ـ ڕ ـ ز ـ ژ ـ س ـ ش ـ ع ـ غ ـ ف ـ ڤ ـ ق ـ ك ـ گ ـ ل ـ ڵ ـ م ـ ن ـ و ـ ۆ ـ وو ـ هـ ـ ه ـ ی ـ ێ.
 Ji bo kû hûn bikarin hînî tîpên ku beramberî van dengan bibin hûn dikarin li ser vê girêdanê bitikînin:
https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/666677833389562/
..
Dengdêr ku di soranî de wek " bizwên" tên binavkirin:
Dengdêr bi xwe di rastiyê de 8 in li gel dengê "i" belê ji ber ku "i" di elfabeya erebî de tune wek 7an tên zanîn:

 (ا ـ و ـ ۆ ـ وو ـ ه‌ ـ ی ـ ێ).
..
Rêbaz:
Her peyveke kurdî bi kêmanî divê dengdêrek di peyvê de hebe:
Mînak:
  • او naw) ـ (كورد Kurd) ـ (كۆمار komar) ـ (سوور sûr) ـ (به‌رد berd) ـ (كوردی kurdî) ـ (سێ sê) ـ (زانستپه‌روه‌ر zanistperwer).
  • Helbet divê em bizanin ku e li jorê  ji hev cuda hatine nivîsîn bo dîtina dengdêran lê divên ku wisa bên nivîsîn:  (ناو ) ـ (كورد) ـ (كۆمار ) ـ (سوور ) ـ (به‌رد) ـ (كوردی ) ـ (سێ سێ) ـ (زانستپه‌روه‌ر).
Wateyên peyvan:
Naw: Nav
Kurd: kurd
Komar: Komar
Sûr: sor
Berd: kevir, ber
Kurdî: kurdî
Sê: sê
Zanistpewer
..
Ji bo dengê  (i) yê ku di elifbêya erebî de nayê nivîsîn dibêjin:bizroke:
Çend mînak:
(بردن birdin)، (من min)، (ژن jin)، (چل çil)، (مردن mirdin)، (بزن bizin) و (خستن xistin).

Paşko: ev herdû tîp in: (ڕ = rr) و (ڵ = ll). ku wek me nîşan daye di elifbêya latînî de bi dûbarekirina wan tên nivîsîn.
Çend mînak:(په‌ڕۆ = perro)، (که‌ڕ = kerr) یان (كه‌ڵك = kellk)، (ساڵ = sall).
Nîşe: wek kurmancî di soranî de jî du dengdêr li dû hev nayên û yek ji wan dengdêran dibe "pîtê yametîder" anku bi kurmancî wek tîpên kelijandinê:  (ی y) û (و w)‌
Nîşe: Lê di elifbêya erebî de ev herdû tîp hin dikarin "î" û "û" bin û him jî "y" û "w"ê bin yanî ji tîpên berî wan û piştî wan mirov dikare bizane:
Dengdêr: (ی î)، (سلێمانی Silêmanî). (تیر =tîr).، (كول kul)
Dengdar: (ی y)، (كه‌ی key). (به‌یت = beyt),(خه‌وتن xewtin).



Monday, April 7, 2014

Hoker di soranî de

Hoker di soranî de
1. hoker ji aliyê demê ve: Bi van hokeran mirov dema çebûna bûyerê destnîşan dike.
Çend mînak:
Wa: va
Êsta: Niha
Beyanî: sibe
Sibeynê: sibê
Hefteyek tir: hefteyeke dî
Salêkî tir: saleke dî
Diwayî: dawiyê
diwatir: dûre
La paşan: dûre/paşê
mangêkî tir: meheke dî
Mînak di hevokan de:
1. diwayî deçim bo ahengeke
2.Êsta deçim bo zanko
2. Hoker ji aliyê cih/şûnê ve: Ev hoker cihê ku lêker lê bûye destnîşan dike:
çend mînak:
Ser: ser
jêr: Jêr
Rast: rast
Çep: çep
Li serewe: li ser/ji ser ve
Li xwarewe: li jêr/xwarê/ ji jêr/ji xwarê ve
la: alî, rex
Mînak di hevokan de:
1.Şîlan le jêr dareke xewtûe
2. Şêrzad le serewe danîştûe
3.Hoker ji aliyê çawaniyê ve: hokerên ku çawa rûdan çêbûye destnîşan dike:
çend mînak:
Ciwan: Xweşik
Çak: baş
Xêra: bi lez/ zû/lezgîn
Xirap: xerab
...
Nîşe: Lê hokerên çawaniyê dikarin wek rengdêran jî bên bikarhanîn li gor cih
Mînak di hevokan de:
Sozan ciwan derwat

4. Hokerên  çenditiyê: ev hoker hejmar rûdanê destnîşan dike..
çend mînak:
Zor: pir, gelek
Kem: kêm
Kemêk: ....
Tozêk: piçekî, hindikî
fire:...
Gelêk:bi hev re
Gelê:...
Mînak di hevokan de:
1.Solav zor xêra hat
2.Nanekem kemêk xward
3. wanekem zor giran bû
...
5.Hokerên neyêniyê: neyêniya lêkerî destnîşan dike:
Çend mînak:
Hergîz: ticar, hîç
Be hîç şêweyek
Be hîç rengek
Mînak di hevokan de:
Hergîz naçime ahengeke
Be hîç şêweyek kar nakeyin

6.Hokerên dilnyayitî an misogeriyê:
çend mînak: her, helbet, bêguman, bêşik,( wek kurmancî ne)

Mînak di hevokan de:
1. Her deçim bo ew male
2.Helbet kareke nakeyin
3 Bê guman le şerek ser dekewîn
7. Hokerên dûbarekirinê: dûbarebûna rûdanê destnîşan dike.
Çend mînak:
Dûbare, dîsan, serleniwê, carêkî dî, carêkî tir
wek kurmancî ne ji bilî serleniwê.. niha nizanim bê çi ye.
Mînak di hevokan de:
1. dîsan waneke dest pê kird
2. dûbare deçîne keştege
3. serleniwÊ behar hatewe
Hoker ji aliyê mec û mebestê ve:
Çend mînak:
1. le ber ewe: ji ber wê
2. le ber ewey: ji ber wê
Ya rastî min ev baş fêm nekir.. ez ê dûre dîsa serrast bikim..

















Sunday, April 6, 2014

cûrên lêkeran


Lêkerên xwerû(Karê sade):
Ew lêkerên ku ji yek peyva watedar pêk dihên:
Mînak: Bird, royişt,
Lêkêrên dariştî(karî darjaw): ew lêkerê ku ji lêkereke xwerû bi pêşgir an paşgirekî an jî herdûyan lêkereke watedar çêdike.
bi van şêweyan tê çêkirin:
A)pêşgir + karî sade: karî dajraw
mînak:
Hel + wasî: halwasî
Hel + birî: halbirî
B) pêşgir + karî sade + paşgir:
Mînak:
Hel + kir + ewe: helikirewe
hel + da + we: heldawe
C) Karî sade + paşgir(ewe)
Xward + ewe: xwardewe
Çû + ewe : çûewe
Har + ewe: hatewe
Lêkerên pêkhatî(karî lêkdiraw): Ew lêkerê ku ji du peyvan an zêdetir pêk dihê û her peyvek bi tena serê xwe jî xwedî wate ye.
A) navdêrê sade + karî sade:
Mînak:
Dest + kewt:
Yarmetî + da
B) Navdêrê dariştî + karî sade
Mînak:
Rêga + girt
Germa + bû
C) Navdêrê pêkhatî + karî sade
Mînak:
Nalenal + kird
.. û wisa didome..
Bi min fêmkirina mentiqê wê bes e.