Çavên azadiyê birije
Ku dê hebûna te tune bike
Eger dê ciwaniya te kor bike
..
Zarokê di dilê me nekujin
Bes! bikujin!
Tenê dixwazin bilîzin
Dixwazin bifirin
..
Çavên wan dernexînin
Ew roniya çavên me ne
Kezeba dayikên me ne
...
Ma têra we nake
Ax, çiya û daristanên me
hûn çi ji zarokên me dixwazin!
..
Xemgîniyê dilê me zuha kir
Çavên azadiyê birije
Ez wek we
Ez ji we
Ez hûn im
Tenê dev ji zarokên me berdin
Bila ji xwe re bi keviran bilîzin
Bila biqîrin û bikenin
..
Çavên vê êşê
Çavên vî şerî
Çavên vî welatî birije
Lê bila êdî
Roniya çavên me
bi xweşiyê bijenin
Bi şahiyê bilîzin
Sexte be jî
Ne ya me be jî
..
Soz em ê wan bixapînin
û bibêjin..
Ev der welatê me ye
Em azad in
Ev e, dîroka me
Em hûn in
Ku dê hebûna te tune bike
Eger dê ciwaniya te kor bike
..
Zarokê di dilê me nekujin
Bes! bikujin!
Tenê dixwazin bilîzin
Dixwazin bifirin
..
Çavên wan dernexînin
Ew roniya çavên me ne
Kezeba dayikên me ne
...
Ma têra we nake
Ax, çiya û daristanên me
hûn çi ji zarokên me dixwazin!
..
Xemgîniyê dilê me zuha kir
Çavên azadiyê birije
Ez wek we
Ez ji we
Ez hûn im
Tenê dev ji zarokên me berdin
Bila ji xwe re bi keviran bilîzin
Bila biqîrin û bikenin
..
Çavên vê êşê
Çavên vî şerî
Çavên vî welatî birije
Lê bila êdî
Roniya çavên me
bi xweşiyê bijenin
Bi şahiyê bilîzin
Sexte be jî
Ne ya me be jî
..
Soz em ê wan bixapînin
û bibêjin..
Ev der welatê me ye
Em azad in
Ev e, dîroka me
Em hûn in
No comments:
Post a Comment