Lê bigere

Sunday, April 6, 2014

Lêkerên gerguhêz di soranî de

Lêkerên gerguhêz
Ew lêkerên ku pêdivîya wan bi bireserî hene:
mînak:
Goran sêwekey xward.
Goran: kirde ye
Sêwe: biresera rasterast
Xward: lêker..
Nîşe:
Dûre em ê behsa birsera rasterats û  ne rasterast bikin lê li vê hevokê binerin:
Min pare dedim to..
Pare: biresera rasterast
To: biresera nerasterast..
..
Ji bo gerguhêzkirina lêkerên ne gerguhêz:
reha dema "ranebidû" tê derxistin û "Andin" lê tê zêdekirin:
Xewtin: xew +andin: xewandin
Firrîn: firr + andin: firrandin
Lê eger reh bi "a"yê bi dawî bibe wek: şika, rûxa "ndin" tenê lê tê zêdekirin..
 Lê hin lêker hene ku gerguhêziya wan ji negerguhêziya wan cuda ne.
Kewtin....xistin
hatin... Hênan/hanîn
Çûn...birdin
û hwd
Derbarê "adin"ê de gelek tişt hene lê ev bes in..

No comments: