Lê bigere

Tuesday, April 8, 2014

Çend têbinî derbarê alfabeya erebî

1. Kêşeya dengdêrê "û"
Tîpa  (وو û) ti carî di pêşiya peyvê de nayê nivîsîn û gelekî şaş e eger mirov van peyvan wisa binivîse:: (ووشه‌ ûşe، وورچ û، وون ûn، ووس ûs  ) lê divê ku wisa bên nivîsîn : (وشه‌ wişe، ورچ wi، ون win، وس wi) anku "w"ya dengdar li gel "bizroke" anku "i"yê.
lê dikare bi serbestî di nav û dawiya peyvê de were nivîsîn:
: (سوور sûr)، (نوور nûr)، (چوو çû)، (توو tû).
Çend mînakên şaş ku tên nivîsîn:
 "كه‌ركوك، مه‌حمود، حوكومه‌ت" lê ew bi xwe divê wisa bin:
"كه‌ركووك، مه‌حموود، حوكوومه‌ت"
2. kêşeya dengdêrê "e"
(ه‌ e) dengdêr e, ku di gelek cihan de wek lêkerî tê bikaranîn. di kurmancî de lêkerên bûyînê di ingilîzî de em dikarin bibêjin ku şûna "is" digire.
Mînak hevoka "Hewa sar e" bi krumancî "e" cuda tê nivîsîn lê wek di ingilîzî de "(It is could)" û lê di soranî de di alfabeya erebî de ew tîp bi peyvê ve tê nivîsîn anku " هه‌وا سارده".
Çend mînakên dî:
برامه‌، هاوڕێمه‌، كوڕه‌، كچه‌، پێنووسه‌، ده‌سته‌، ڕێزمانه‌، كورده‌، به‌رده‌.
Kêşeya  (یه‌): carine peyva ku berî "e"yê tê bi tîpeke dengdêr bi dawî dibe wek  (ا ـ و ـ ۆ ـ وو ـ ه‌ ـ ی ـ ێ)، wê çaxê wek kurmancî "ye" tên nivîsîn lê dîsa bi peyvê ve.
Mînak: مامۆستا  dibe مامۆستایه
Têbinî: eger peyv bi dengdêrê "î" bi dawî bibe tu wê "î" wek xwe dihêlî û "ye" lê zêde dike; anku:
Şaş..........Rast
سپییه‌.....سپیه‌
 چییه‌.....چیه‌
نییه‌.......نیه‌


3. kêşeya dengdêrê "î,y" û wek tê zanîn di alfabeya erebî de herdû şêweyên "y,î" wek hev tên nivîsîn " (ی)
Ka em li vê peyvê binerin:  (كوردی kurdî) + (ه‌كان ekan) = (كوردیه‌كان kurdîekan).
Lê rêbaza me çi bû: du dengdêr li dÛ hev nayen..anku çawa dibe?
Tîpên me yên kelijandinê çi bûn?
W û Y
li vir "y"ê ye..
 (كوردییه‌كان kurdîyekan)  ... belê ev e.

3. kêşeya girêdana "î": "Î" ew tîpa ku du navdêran bi hev ve girê dide an navdêrekî bi rengdêrekî ve girê dide.
مامۆستای قوتابخانه‌. : mamostay qutabxane
كچی شۆخ: kiçî şox
Kêşe di wan peyvên ku bi tîpa "î" bi dawî dibe derdikeve wek:  (كوردی، ئیسلامی، كرماشانی، سنه‌یی، كۆیه‌یی
divê wisa bên nivîsin
(ڕه‌شایی reşayî)، (به‌رایی berayî)، (دوایی diwayî)، (كۆتایی kotayî)، (پانایی panayî)، (شێنه‌یی şêneyî)، ، (سنه‌یی Sineyî)، (هه‌ڵه‌بجه‌یی Hellebceyî)، (ڕانیه‌یی Ranyeyî)، (ورمێیی Wirmêyî) و (ته‌نیایی tenyayî).


No comments: