Lê bigere

Thursday, August 16, 2012

Xaçirêkên zarokatiyê


Di valahiya zaboqan da
Di qiçîna nîvrojê de
Di nav agirê nexuyayî de
Zarotiyê  bi ava bîrê dilîst
….
Rojê dişewitand, her tişt
Bi tîrojên ji tundiya erdnîgara westiyayî
Zarotî dikir, wek qîrê
Bi şemaqên zêrîn
Laşên teze, dikizirandin
….
Zarotî tazî bû
Devliken û dilşad bû
Li ser xaka şilbûyî
Bi felekê re henek dikir
Lê bi dengekî hêdî
Ji tirsa şiyarkirina
Kerbên di xew de
Hîqehîqeke bitirs
Tirsa ku dixwest çêja kêlîkê bifetisîne
Ji aliyekî dibezî yê din
Bi ava herikî re xwe dişemtand
Pê re diherikîn hêvî
Dîlaneke nedîtî û nenas
Bêpergal xwe li ser bedenê tazî dihejand
…..
Sal çûn û hatin
Bîr zuha bûn
Hewş êdî teng bûn
Rojê şewtandin terr û zuha
Kinc biçûk bûn
Qetîn.
Pêlav teng bûn
Ketin bin tifik û danûkan
Tazîbûn bû şerma gewdeyan
Dîwar nizim bûn
Xanî 23 caran hatin seyinandin û dawiyê hatin xerakirin
Ciwanî yek li dû yekê ji malan bar kir
Tev li zarotiya pêçayî di çenteyî de
Rewan û zarotiyê serî li ber mezinbûnê hildan
birîndar bûn di şerê mezinbûnê de
her sal bêtir  xwîn herikî
û di  nav wê xwînê de perpitîn
sikirtn kirin
û li dû xwe mejiyekî
ku di zaboq û xaçirêkan de winda hişt
li dû xwe, zarotiyeke çavbihêsir
û mezinahiyeke bêrewan hişt
……
Dilyar Amûdî

Wednesday, August 15, 2012

Bilinmeyen bir dil...


Bîlînmeyen bir dîl anku zimanekî nahê nasîn
Diniya germ meha Temûzê roja yekê ji mehe Remezanê, û wek her sal ez û hevalê xwe yê bi navê şêr di keftlefta xwendinê de ne ji bo derbaskirina salê.
Dibêjin heger bele dihên giş bi hev re dihên îca ê me jî wisa bû. Em jî di vê Germa havînê de ji xwe û rihê xwe aciz in, bi zor û heft beleyî dixwînin bi  zimanin biyanî, ya min Înglîzî ya wî Tirkî. Rebenê Şêr ji ber stres û heycan ku ew digirt li hemberî mamosteyên zanîngehê êdî ji xwe re nexweşiyek bi navê fobiya ezmûnan çêkiribû û nediket ezmûnan tevî ku dixwend û dixebitî ji bo derbas bike lê roja berî ezmûnê dest jê ber dida û nediket ezmûnê.
Îca ezmûna wî ya “nexweşiyên hindirîn” wisa derbas bûbû anku neketibûye. Û bi dehf û teşwîqa min biryara dabû ku dê bikeve vê ezmûnê û du rojan bê hedan û bê sekin kete ezmûnê. Ez jî li mala wî li Konyayê li bendî wî me, ez telefonê jê re vedikim jî venagerîne, welhasil ez jî aciz dibim û dibêjim bi xwedê ev lawik ev ezmûn jî derbas nekir. Di wê germê de ez çûm xwe bişom hinek ava germ hat, min jî serê xwe kef kir û min dît ku ava germ êdî nahê. Ez neçar mam bi ava cemidî xwe bişom. Erê, diniya germ bû lê ava kaniyê pir cemidî bû û mirov pê paqij jî nedibû lê ez neçar mam xwe pê bişom.
Piştî şûştina bi ava cemidî ez derketim min dît ku gaza malê girtin ji ber nedana fatûreyan. Hema çend deqîqe di ser re derbas nebûn Şêrî j imin re telefon vekir. Min nexwest ez d cî de jê re bibêjim ku gaz qut bûye min pirsî ezmûna te çawa bû got “ bi xwedê em sê kes ketin ezmûnê û min ji herduyan jî çêtir bersiv dan lê mamoste ji min pirsî “ tu ji kû Sûriyeyê ye?” min jî got “ bakurê rojhilatî” dûre pirsî “ tu kurd î? “ min jî got “erê” û xwedê dizane loma 65 da min û 75 da herdu yên din. Tevî ku min jê re gotibû ku mamoste j ite bipirsin bibêje “ez Tirkmen im û ev lehengî j ite re ne lazim e” Ji xwe îroj digotin ku çend bajarên kurdan li Sûriyeyê azadiya xwe bi dest xistin belkî ji ber wê jî mamoste baş hêrs bûbû başûr ne bes bû îca rojava jî derket.
Welhasil  Min jî got ku  gaz qut bûye. Rabû got tu ka karta min ya bankê bihîne û were em li bazarê hev du bibînin ta ez biçim fatûreyê bidim. Ez jî rabûm derketim li ber bankê ez rêz hebû û her yekî ji yê di dorê de di nîv saetê de encex pereyên xwe dikişandin. Zilamekî 50 salîn li pêşiya min bû, min jî got ji ber  ku dereng pere dikişandin ez û Şêr jî bi hev re diaxivin. Lê ez aciz û ew aciz. Min çixareyeke derxist ku ez vexwim. Şêrî ji  min re got: ev der Konaya ye, dibe te şerjê kin heger tu di rojiyê de çixareyê vêxî.
Rabû min jÎ çixareya xwe di destê xwe de hişt û min vênexist ji bo ku ez li wan deran nehên şerjêkirin. Lê ezmûn nebaş, xwendin zehmet, li cihekî ku mirov newêrê ne bawer û ne “bêbaweriya” xwe bihîne zimên dijî. Ev giş bi hev re mirovî bi zorê aciz dikin.
Ez û şêr hinekî din axivîn min dît zilamê pêşiyan bi devekî bi  ken  ji  min re dibêje “ hûn bi çi zimanî diaxivin?”
Ka ez ê çi bibêjim, hingî gelek caran hatiye serê min û ez ji wê nerîna wan ya ku piştî ez dibêjim “kurdî” aciz dibim min got “ ez nizanim”
Mêrik jî got: “ ma mirov nizane bê bi çi zimanî diaxive!” “ wek erebî ye?”
Min got: “ dibêjim ku zimanekî nahê nasîn”
Dîsa wî jî dubare kir û got: “ ma mirov nizane bê bi çi zimanî diaxive?”
Min jî got: “wisa dibêjin”
Wî jî got: “peyama te gîha, min fêm kir bê tu dixwazî çi bibêjî “ lê gava diaxivî pê re aciz dibû, û berdewam kir “ ev der komara Tirkiyeyê ye, kesê neecibîne bila “sîktîr” bibe û ji vir bicehime”
De ka were û aciz nebe,  lê vê cara min jî got bi xwedê û bi şeref ez ê xwe aciz nekim û ez wisa kenîm û min bersiva wî neda.
Îca hîn bêtir aciz bû û êdî nedizanî bê çi bibêje rabû hat û ez şîret kirim: “ min ne ji niyeteke bed pirsîbû, min got belkî erebî ye”
Te dî erebî zimanê pîroz e lê kurdî zimanê terorîstan e.
Û berdewam kir û got: “ li himberî mirovan ne pêşbawerî an pêşbiryarî  tev bigerin”
Min jî gotê: tu rast dibêjî, û çîroka min ji we re xweş ka difilek şebeş ..

Çavgirtînkê



Yek do sê
Vekok!
Ka qelaç?!
Ka kolanên tozgirtî?!
Ma heta bi dîwaran xwe veşart?
Bajaroko! Tu bi kû de çûyî?
Te xwe di piş kîjan kevirî de veşatiye
Qey , xaniyên axîn, xwe di piş avahiyên bajarên xerîb de veşartin?
Yan we zarokno! We xwe di bin riwê kîjan biyaniyê de winda kiriye
Zaroktiiya pak!
Ez kerr û gêj bûm
Lê min kes nedît
Her tiştî xwe veşartiye
Di bin raboriyê de
....
Awêneyê!
Ma te ez di  kû de veşartim
Ka hêviyên biçûk?
Çima di te de nateyisin?
Ka dil û viyan
Ev rûyê mehdtirş
Ev qermiçokên xemgîn çi ne?
Derdorê!
 ez ê dîsa çavên xwe bigirim
Yek do sê
Û dîsa yek do sê
Vekok!
Tenêtiyê! Min tu girtî


Dilyar Amûdî




Dilo

Baz de! Baz de! Dilo
Bila mezinahî te negire
                   di qorzîkên giringiyên çêkirî de, te zeft neke.
Bireve zaroko, bi hêz bibeze
Nehêle alozî te li serê kolanên rawestîne
Ji mezinan fedî neke!
Dilo! biçûko! Zaroko!
Guh li dengê evînên derewîn neke.
Zaroktiya xwe ji xwe nexe
Biparêze hestê xwe
Azadiya xwe zeft bigire,
Û bibeze
Bila ramanên qaşo mezin
                 hestên te nekujin
Bibeze û bigirî ji dil,
                       ji nava dilî.
Bila bibêjin; dîn e,
Dînî azadî ye.
Bibeze dilo! biçûko!
             Xwedê bi te re be
           
Dilyar Amûdî


Sunday, August 5, 2012

Dergûş


             Dergûş 

Gulî hûnayî rû buhiştê 
          Dil û can bi qurbana te be
Ayeta vîna vê jînê
          Kêf û şahî cîranê te be
Şûşeya misk û ebîrê
         Gul û ember  ji hilma te be
Bêkes û nazik periyê
               ezman wêneya te be
winda nabî por ji hibriyê
           dê dilêm dergûşa te be
kiras ji jana birînê
        evîn dermanê te be
tu dergûşa hestên minê
        gerdûn bi dergûşa te be  
                                                                      M.XÊR ŞÊXO

        
          

Friday, June 22, 2012

Saw

Sawê ez girtim
Ji tenêtiyê derket pîrebok
Ez bi gijika xwe ve girêdam
...

Tuesday, June 19, 2012

Hestgeh


Nivîs eynika rewanî ye
Hestgeha mirovî ye
....
Pênûs nikare rewrewkên memikên te binivîse
Hest di nav xêzên mê yên laşî de dişewtin
Xemgînî bi gezkirina lêvên tehmsarkî re, xwînê dadigire
....
Xwe li ser piştê dirêj meke
Şûrê min ji desthilatî ketiye
Ko bûye
Êdî nikare şevreşiya porî
Zeriya çavan
Bilindahiya çiyayan
                            biçirînim
Û derbasî newalên qedexe bibim
Ez newêrim xwîna rijiyayî dîsa birijînim
......
Ger ez tabloya me nîgar bikim
Du rewanên cuda
Du dli ser palgehekê dê derkevin holê
Binere li tabolyê, baş!
Dilek birîndar, anku ez!
Dilek bêbext, Anku tu!
Yek bê tevger û yek bi keftûleft
Riwekî çeleng lê derewîn
yê din xemgîn û bê evîn
.......
Ger ez çîroknivîs bûma
Bi kurtasî dê wisa bûba çîroka me
Lawik ji dil, ji can, can û dil dide
Keçik bi kenekî zer
Di ezotiyeke nedîtiyan de
Dil û can digire, dibe
Lawik di nav xwîna xwe de can û dil dide
........
Di fikira te de piştî evqas huner û wêje
Ez ê romana te jî binivîsim
Romana bi navê " di dema xweperestiyê de, evîn"
Û ez ê bibim Florentinoyê te
Piştî kuştina hezarên mêran
Tê li min vegerî
Û bi dilsarî xwîna min bimijî
...
Na! beybûna çilmisî
Na! Peyva bê wate
Na! taboloya bêreng û vala
Na! Lehenga şerxwaz, pîroeboka çîrokan
Na û sed hezar na
Ez vê romanê wisa nanivîsim
Ez ê agir bi xwe û rûplên xwe xînim
Lê ez çêja serkeftinê bi zimanê te nakim
............
Ha va ne hemû hestên min
Li vê hestgeha xemgîn ji xwe dikim
Û bi agirê nefret û kinê dişewtînim
...
Ev helbetsa dawî ji bo miriyeke xwefiroş bû
Ji hestên bi agirê nava min

Dilyar Amûdî

Saturday, June 2, 2012

Awêne

Ez bi te nahisim 
Li te digerim
Di odeyên dilê xwe de
Di pirtûkxana bîranînên xwe de
Te peyda nakim
Di pencereyên xeyalên xwe de dîmenên riwê te nabînim
Ji wêneyên xewnên min tu herikiyî
Bi bi şewata hêviyê min re
Tu jî bûyî arî 
Li ber bayê bahoza 
Mejiyê min belav bûyî
tev li min
Winda bûyî



Dilyar Amûdî

Friday, June 1, 2012

Hêmanên zarokan


Em biçûkanî hînî çend tiştan bûbûn û tiştin di serên me de rûniştibûn bêyî em di wateyên wan de biramin: Evîn, rastî, fedakarî, şoreşgerî, hezkirin, biwijdanîtî, hevalî, alîkarî, û hwd.
Lê em her mezin bûn ev têgih heliyan û naveroka wan vala bû. her em mezin bûn: evîn bû dereweke mirovê dike bi xwe dizane ku kes jê bawer nake.
Rastî bû gencîneyeke ku em hewl didin ku bi derewên em li xwe dikin hebûna wê biçesipînin.
Fedakarî hew heger berjewendiyeke me tê de hebe em dikin.
Şoreşgerî bû modeyeke kevin û hêmana wê ya sereke bû bêhêmanîbûn
Hezkirin me li malê di dilê dêya xwe de hişt
biwijdanîtî heger tê ti zerarê negihîne me, bila şiyar be.
Hevalî heta em yekî jê çêtir bibînin
Alîkarî heger ez vala bim, û ji min bê, û bi rastî jî ew mirov dê di dahatûyê de alîkariya min bike. çima na?
Welhasil têgih û hêmanên zarokatiya me bi mezinbûna temenên me biçûk bûn û pê re roniya hêviyên me kêm bû ta ku em nema dikarin hêviyên xwe bibînin, belkî vemirî bin jî.

Şoreş hat! bedên Sûriyeyê gişan xwe dikujin


Dibêjin şoreş li Sûriyeyê çêbûye! ma rast e lo? dibêjin
îca mafê çarenûsê dê bidin kurdan û ji xwe dê bihêlin bi zimanê xwe biaxivin, û dê hejmareke wan ya diyar di parlementera Sûriyeyê de hebe, û ji xwe dibêjin dewlet bi kêmanî dê federalîzmê bide kurdan lê heger mafên xwe gişî jî bixwazin û bixwazin cihê bibin jî dê alîkariya wan bike heta li ser lingên xwe rawestin û heta vê jî dibêjin erebekî tenê jî ji yên ku bi zorê li erdên kurdan bi cih bûne jî dê ji wir bibin. 
Ne wisa tenê ha! dibêjin dê berpirsyarên şewata Sînemaya Amûdê jî dê derxînin holê, û dê kî berpirsyar be ji tirba wî rakin û dê wî bi "xazoq"ê jî bikujin. û dê petrolan kurdan giş tev ew pereyên ku ev bi dehê salan ji petrolê dihên xwarin jî li kurdan tev fêda wan vegerînin.
Heta tiştekî din jî heye! dibêjin kê zindana Hisiçayê şewitand dê bigirin û wan bi dar vekin, û ew kurdên reben ên di Sînemayê û zindanê de hatin şewitandin jî dê vejînin.
Kuro! ereb dê mirovahiyê bifiroşin! Na, na min şaş got, dê belav bikin li tevahiya cîhanê. û dê şehîdên serhildana Qamişloyê jî rakin û xaniyekî û tirimbêlekê bidin wan û wan di cî de bişînin buhiştê.
Ne ev tenê ya herî dawî kîjan erebê ku di serhildana Qamişloyê de ku digot: di heqê wan de ye, cudaxwaz in, yan ew erebê ku dizanî zulm û stem li kurdan dibe û bêdeng mabe, dê xwe ji ser camiya mezin ya Amûdêyê biavêje.
Anku şoreşgerî ne hew daketiye kolanên Sûriyeyê lê xwe bera majiyê Erebên Sûriyeyê gişan daye.
Anku şoreş hat û bed û pîs li Sûriyeyê neman, û şerbikê zêran li xelkê belav dikin.

Dilyar Amûdî