Lê bigere

Thursday, December 26, 2013

tu ne find î

ne yê te me
ne jî di şewqa şevê de
ne di giaynê miriyan de
li bendî vegera te me.
....
ne wenda me
di keleha çavên te de
ne di bajarên rûyên te de
ne jî di hîqhîqa kenê te de
ez ne wenda me
di evîna te de.
...
tu ne finda min î
ne tarîtiya min î
tu serpêhatiyek bûyî
maçek ji dil bûyî
hezkirinek bikul bûyî
xewnek bû
û ez jê şiyar bûm
...
tu tenê
çîrokek bûyî
naveroka çend çîrokan
kulîlka çend helbestan bûyî
û tu çûyî
...
ne tiştekî dî yî
...
min herdem ji gulên çilmisî
ji dilên kevirî
ji mirovên bêgiyan hez kirine
ji ber naêşin
nagirîn
nakenin
û ev jî bûye armanc bo min
...

her gav

tenê bi dengê vê muzîka dilêşîn
ta ku ariya cigareya min xwe 
li ser rûpela helbesta min
biweşîne
li wêneyê te dinerim
....
tenê gava ez bi kişnadina cigareya xwe re
dilê xwe sor dikim
li wêneyê te dinerim
...
tenê gava hestên min
dîlaneke kurmancî 
li ser dîwaran
di şûşeyan de
digire
li wêneyê te dinerim
...
tenê gava bêhêvitî
bask û çengên min
hûrhûrî dike
li wêneyê te dinerim
...
ez destûra didim 
hişê xwe, dilê xwe
ku bo te bigirî
tenê gava ez bêriya te dikim
û herdem bêriya te dikim
...
gava tê bîra min
bê min bi çi rêzê
bi çi rûmetê
maçî te dikir
tu têyî bîra min.
û ti carî ew gav
ji bîra min naçin
...
keçika sipî
porreş
çavreş
di helbestên min
ên bêhempa de
xwe vedişart
ew tu bûyî
û wê çaxê tenê tu 
dihatî bîra min
....
bi dilê xwe yê 
kal û melûl
tu dihêyî bîra min
gava ez hewl didim 
te ji bîr bikim
û herdem hewl didim 
te ji bîr bikim
...
di tirabêlka havînê de
di toza ser bênderan de
di kulîlkên buharî de
di berfa zivistanê de
di qelşên ku bayê
payîzê di destên min de dikole
te dibînim
...
çi dema ez detone dibim
û ji rîtîma jiyanê dikevim
û straneke nexweş dinewhirînim
tu têyî bîra min
mixabin!
ku ez qet nizanim stranan xweş
bibêjim
...
mixabin ku tiliyê te 
hevrêşmîn bûn
û çi cara ez hevrêşmê dibînim
tu dihêyî bîra min
baş e ku ez qet nabînim
lê çi cara ez cawekî zivir dibînim
hevrêşm dihê bîra min
û pê re tu jî dixulxulî 
ber çavên min
...
gotinê hemû
hevwateyan û dijwateyan 
dihînin bîra min
û evîn û nefretê
û tu jî bi wan re dihêyî
...

Monday, December 23, 2013

rûtîn

Navê me
wêneyên me
diruşmên me
nivîsên me
piştî wendabûneke dirêj
di vegera xwe de
heman şewqê didin
û heman tarîtiyê jî
...
lê xuya ye
rûtîn
şêweya jîna me ye
û em jê hez dikim

Saturday, December 14, 2013

min bêriya

Min bêriya .....
xwe kir
ew kesê ku
bêriya ti kesî nake
.......
Min bêriya
dilê xwe kir
ew dilê ku
ji ti kesî hez nake
...
min bêriya
ruhê xwe kir
ew ruhê ku
li ti ruhî nagere
...
min bêriya
mirinê kir
ew mirina ku
min ji min
xelas bike
û çîroka mirina
nebûnekê
binivîse

Sunday, December 8, 2013

Jiyana min

Xwedê, evîn, welat, malbat, êş, şahî û hemû tiştên ku mirovên asayî dijîn ji me re bûne pirsyar!
Nizanim bê çi dixwazim nizanim bê çawa bijîm her li dawiyê nexweşiyê dibînin.
Ne mirovekî dûrbîn belam mişrovekî reşbîn im.
Dizanim! Dizanim!
Lê rastî jî reş e..

Friday, December 6, 2013

Bes

Giyanên xwe
Di eynikan de neteyisînin
Bi xwe
bi herdû çavên xwe
Lê binerin
...
Li miriyên xwe
Di nûçeyên biyanî de
veneşêrin
Di dilê xwe
Di mejiyê xwe de
Veşêrin
....
Ji xwe deynin
Ew masleyên
Hûn pê xwebûna xwe
Vedişêrin
...
Bes
Li we binerin
Di telezyonan de
Di çîrok û rojnameyan de
Li xwe
Di dûrahiyê de negerin
..
Giyanê we
Di dilê we de
Di zimanê we de
Di çavên we de
diçirise
..

Çîrok

Di dilê min de çîrokek veşartî heye..
Bila tê de bimîne..
Ji bo kesî dî
te tazî nebîne
Kesî dî
nebîne serxweşiya ji lêvên te
Bila veşartî be ew çîrok.
Ta ku kes
Hovitiya te
ya di bin kirasê şastaniyê de nebîne
...
Bila di dilî de
bimîne
ew çîroka
şevên bibaran
di bin lihêfên bêziman de,
Bila bimîne
..
Bila bimîne
Ta ku
kes nebêje:
Çawa?
Te ji vê zalimê hez kir?
..
De bila bimîne lê
Ji bo tu nehetikî
û ez jî negirîm

Ez

Di nav xweda
Û cihê tu lê yî
Ez heme
....
Di e'wran
Dilopin
Ji min
dixwazin porê te
Şil bikin,
Hene
...
Di şevê te
bayek digere
Ji dilê min
Dixwaze
rûyê te
tewaf bike
...
Di berfê de
Ez têm
bi lingên qeşagirtî
Bi mijangên sipîbûyî
bi laşê lerizî
Têm
Ta ku
Te ji te bistînim

Wednesday, December 4, 2013

Berf

Pirsî: Tu li vir çi dikî?
Min got: Hatim li berfê û seqema dilê te binerim
Got: Dilê min pûka nebûna te lê kiriye
Min got: De bi xatirê serma di çavên te de

Girav

Min got:
Tu li wir î?
Venebû derî
Deng jê der nebû
..
Rabe! Rabe!
Tu xewnekê dibînî
Dilê te dike
Gurm-gurm
Dijene ji tenê bûn
Girav e.
Lê bê te
xilûxav e.
...
Min gazî kirê
Şêrînkenê
Dil neke bi tenê
Nehêle
Şevê bê çîrokên berê

Tuesday, December 3, 2013

Peresîna min

Civak organîzme ne..
Werarbûna wan wek ya laşên organîzmeyên dî ye.
Mixabin kurdn peresîna xwe bi awayekî ne xweziya "temam" kirine.
Ev teorî ya Herbert Spencerî ye.
Heger em li laşê ajalan binerin em ê bibînin ji sê tiştan pê dihê:
1. Pergala rêvber: di ajalan de "central nervous system" an jî "pergala eseban ya navendî" ku di civakan de: hikûmet e.
2. Pergala berdewamiyê: di ajalan de ew jî xwarin û vexwarin e, di civakan de; kar, xebat, aborî û hwd
3. Pergala beleavkirinê: di ajalan de veîn û  reh û damar in, ku di civakan de; rê, amûrên pêwendiyê û hwd..
Heger em li civaka me ya Kurdistanî binerin em ê bibînin
Kur pergala me ya rêveber ti carî çênebûye, lew peresîna me jî bi awayekî siruştî pêk nehatiye.
Ji xwe herdû endamên dî jî di civaka me de herdem seqet bûn lewra me nekariye em bigihên cihekî ku xwe wek civak biparêzin.
Ji xwe di dîtaneya Spencerî ( ku Darwîn bi xwe jî jê girtiye) ya ku dibêje: yê xurt û guncavtir dê bijî.
Eb bend jî di wê teoriyê de nîaşn dide ku  hemû tiştên ku divêya  hebûna me wek civaka biparêze bûye sedema nebûna me..
Anku Darwînzma civakî ya ku Spencer derxist dibêje bihêlin kesên qels bimirin û yên xurt bijîn.
Em dikarin li dijî rastiya wê derkevin dikarin bêdademendiya wê dest nîşan bikin, lê çawa be jî wek civak divê em xwe xurt bikin û amûrên mayîna xwe biafirînim.
Spencerî bawer dikir ku yê xurt divê bijî û yê dî divê bimire. Ez dizanim ku ev nerîn di hundirê xwe de zêde tund dixuyê lê rastiya me ev e. Di şûna em hewl bidin kesên mirî vejînin em kesên ku hîn dilê wan dijene asayî bikin û xurt bikin dê çêtir be.
Dîsa wek min duh got: civak ji pêkhateyan pêk dihê û her pêkhatiyeke rola xwe dilîze û bi hev re pwyirekê tînin cih. Gava em em yêk ji van pêkahteyan piştguh bikin yên dî jî li paş dimînin. Mînak:
Di rewşa me kurdan de tu çiqasî kurdan ji aliyê rêxistinî û polîtîk ve xurt bikî jî eger tu wan hînî zimanê wan nekî tê bibînî ku "polîtzebûn"a wan fiş û vala ye û bêwate ye.
Yanî di dawiyê de: Civakbûna me bi xurtkirina hemû endamên civakeke serbixwe de ye. Ne bi afirandina kesên ku xwe û yên dî ji hev nanasin.

Monday, December 2, 2013

Civak

Civak komplekseke ji endamên cuda ye ku di hundirê xwe li gorî pergalekê her endamek peywira xwe tîne cih û ev jî şêweyeke ji istiqrarê çêdike. Helbet di her civakekê de nakokî û dubendî di nav hemû endaman de hene û her endameke bi şêweyekî dixwaze yên dî bike wek xwe..
Di civaka me kurdan de, kêşeya mezin ew e: em xwe wek civak nabînin lê em xwe wek endamê civakeke biyanî dibînin..
Em xwe dikin beşek ji nakokiyên civakên dî e. Di her civakê de çep, rast, xwar, gay, lesbiyen, oldar û hwd hene..
Ev beşên civakê ne. Ne civak in heger em wan wek civak bibînin jî ew dibin beşek ji civakeke mezintir.
Di civakak kurdistanî de jî ev endam hene.
Divê em ji vê rewşa ku em kurdayetiyê wek saziyeke civakîbûnê azad bibin.
Anku sedema pirsyara min ya digot: "çima kurd li zanîngehan bi hev re digerin" ev bû
Em bindest in divê em bikarin hemû cudahiyan yên kurdistanî bipejirînin bi awayekî ji her kesî demokrattir, lê divê em kurdbûn wek tiştekî ku dikare bê niqaşkirin nebînin ji ber ew jî tiştekî siruştî ye..
Ne di destê me de ye.
Mînakeke dî:
Femînzm,ku dema dawî gelek jinên me pê girtine
Em hîn li ser bingehê civakeke biyanî dinirxînin.
Femînzma kurdan jî dikare hebe wek çawa ku dijberên wê jî dikarin peyda bibin..
Lê divê ticarî tişt tev li hev nebin..
Tu dikarî di hundirê têkoşîna xwe ya azadiyê de têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina zayendê jî bikî..
Helbet mezintirîn civak: mirovayetî ye..
Lê her mirov ne kurd e..
Yekî frensÎ nikare bibe beşek ji civaka mirovan ya kurdan..
Yekî kurd dikare bibe beşek ji civaka kurdan ya femînsitan
Welhasil.. Civaka Kurdistanî...
Wê biafirîne..

Sunday, December 1, 2013

Di navbera me de

Di navbera me de
ne dûrî
lê dil heye
..
Netirse!
Destê min destê te negire jî
Xewnên min her te himêz dikin
...
Belkî nikarim di guhê te de
Bibêjim:
"Dilê min, ji te hez dikim
Lê her dilê min bi navê te
dijene
...
Ne xem e
Tu dibêjî: Na
Tu nanerî
Tu di rûyê min de nakenî
Ez her bi hebûna te
Dikenim
...
Di navbera me de
Tenê dilê min
Ruhê min
Giyanê min
Yê perestê çavên te
Heye

Friday, November 29, 2013

Dîl e

Dilê min dîlê çavên te ye
Hinasên min lêgerê bêhna te ye
Xewnên min dîmenên ji rûyên te ne

Welat

  • Vê sibehê
    Ez ji welatî reviyam
    Ji xwe veqetiyam û
    pir pir
    Dilşad û bextwar im

Wednesday, November 27, 2013

Bêyî te

Di nava xwe û te de
Armancên xwe binax dikim
Bi te re , xwe wenda dikim
Bêyî te
Dimirim
...

Monday, November 25, 2013

Jin

Em ne namûsa tûkesî ne..
Ha ev bû tiştê kı tevgera me ya siyasî hînî jinên me kir.
Tû û tu û ti û to û çi û çû û çi û çî ji hev dernaxînin berî ku bibin mirov û berî ku bibin xwe dibin TÛya devên hişmnediyên seyr ..
Ê xwişkê tu ne namûs lê ka bibêje tu çi yî?
Baş e! tu jin, ê dû re?
Ma qey pir dijwar e ku jinên me him jin û him kurdîzan bin!
Ya rastî mirovê ku taybetmendiyên xwe yên tev li hev xîne ti hêviya min jê tune!
Tu dikarî mirov bî lê tu dikarî kurd bî jî û jin bî jî û gay bî jî hema çi bî..
Lê bala xwe bidê ku yek ji van ne asteng e li ber ya dî.
Heger tu tev li hev nekî!

Tawanbar kî ye?

"Li wêneyî binere û bibêje tawanbar kî ye?"
Belê ev bû pirsyara hevalekî derbarê vê wêneyê de:
Ma ji bo xwedê niha wê yek bibêje: "Hewa ya çilek e ku nekarî bi çila xwe û ile ew sêv xwar"
Hinekî dî dê bibêjin: Na, Adem e ku kir û nekir nikarîbu xwe li ber qelşeke bêhngenî bigire..
Lê kes nabêje:
Kê ev sêv çêkir!
Nabêjin ê baş e, te çima qedexe û guneh kir, xwarina wê sêve?

Kes nabêje: Te çêkir û te qedexe kir, ma çima tu ji wan re dibêjî nexwin, ji xwe dê hayê wan jê çênebûya û wan nedixwar lê tu dibêjî "bivvvv! Nexwe! Ê wê çaxê şêrîn dibe wî! Tu ji xwe razî yî"
Yabo ew jî çû! Te ev herdû mirov afirandin û te sêv jî afirand ka te çima perçeke caw an jî kirasek li van rebenan nekir? Wê sermê di nav wan çemê hingivî û darên hemû fêkiyan de mirov hinekî dicemide. Ê te kirasek li van herdû rebenan bikira, Adem ji ser xwe nediçû û Hewayê jî hewl nedida ku wê sêvê pê bide xwarin û bibîne bê çawa bi darikê Sîwakê qûna wî rebenî qul dikin...

Yanî tawanbarek hebe  ne herdû reben in û ne em in jî...

Te çil daye me û te mejiyên me jî hefsarekî bi wê tiştikî ve girêdayî ye ku di nav lingên  me de ye û tu dibêjî hûn azad in çi dikin bikin...


Wêne: William Strang
Nav: The Temptation 

Çend nîşe:
Ti bêhurmetiya min ji kesên dîndar re tune bes ez fikira xwe bi awayekî mîzahî di çend bûyerên ku ne mal û milkê ti kesî ne lê milkê me hemûyan e.

Sunday, November 24, 2013

Ne tu bî

Ne tu bî û ne hezkirina te be
Te ezman bi ser serê min de anîn xwarê
Te daristanên dilê min şewitandin
...
Ne tu bî û ne evîna te be
Te çi da min ji bilî kulmek hêsir
Çengeke bêxweyî
û hinek xembarî
...
Xwelî li serê te û hezkirina te be
Te xwekuştin kir naveroka helbetsa min
..
Ji bo xwedê
Ji bo pêximberî
Ji bo mishefa reş û sipî
Ka ev bû, Hezkirina te!
Te çi kir?
Te kola gorek
Te vşaret termek
Te qelaşt zikek
Te şewtand gulek
Te herimand çemek
Te fetisan xewnek
Te çi kir ji bilî xerabiyê?
..
Ne tu bî û ne dilê te be
Ku di fikira wî de
Ku evîn tenê stendin e
Tenê xwestin e
..
Biceheme ji vî dilî
Ji vî ruhî
Ji vî warî
Ne ez te bibînim
û ne tu min
...
Ne tu bî û ne hezkirina te be..

Friday, November 22, 2013

Dûr

Ez ne xemgîn im..
Ez bihêrs û bêhnteng im...
Dibêjin:
Bela zaliman li bin guhê feqîran dikeve
..
Xwe ji ber kerba min bidin alî
Ditirsim
Hûn ji feqîran bin
Bila kerba min
Bifetisîne hemû zaliman
...
Nehêlin ez we jî bişewitînim
Eger hûn terr bin
Bi zikreşiya xwe
Li ser hişkiyê
...
Pênusa min
Niha
Di vê xulekê de
radigihîne
Ku dê ji holê rake
Hemû kewarên pîsiyê,
Qirêjiyê
...
Kewarên xwe veneşêrin!
Xwe!
Xwe Veşêrin
Xwe neşon
Qirêja we
Ava deryayên dûr û nêzik
naşon
...
Lê dûrî min û kerba min bisekinin
An jî tawanbar nekin
..
Dûrî min Bisekinin
An jî xwe bi girî venekin
...

Nêzîkî min nebin
Destê xwe nedin hebûna min
An jî hûn ê bimirin
Wek dilê min ê mirî
.

Thursday, November 21, 2013

Tu dimirî

Berdilkê min!
Ew çendî hêja ye ku bê gotin
Tu mezin bûyî!
Mezin bûyî!
Bivê nevêyî
tu bûyî!
Bixwazî an nexwazî!
Êdî hêsir bi kêrî te nayên
Nahînin dilovaniya dayikê
Ranawestînin kerba bavo
...
Kezeba min
Tu mezin bûyî!
Mezin!
Şerm e!
Nabe tu xwe bi dawa pîrka xwe ve daleqînî
Ne jî xwe di paş keviran de veşêrî
..
Rihê min!
Nabe tu bi qehfik û keviran bilîzî
Nabe tu çêçikan bikujî
Ne jî dilê xwe bi xwe bişewitînî
..
Çavê min
Porê te sipî bûye
Weşiyayî ye
Keftûlefta evînê
Ji dilê te yê biçûk re nabe
Giran re
Dê bisekinîne jenînê
..
Gurçika min
Tu himêza min de hilnayêyî
Ez nikarim te li pişta xwe kin
Ne jî te hilgirim
..
Berdilk û kezeba dayika xwe
Çav û ruhê dAyika xwe
Tu dimirî!
Ha ji xwe hebe
û bi bîranînên zarotiyê melîze
.

Wednesday, November 20, 2013

Sunday, November 17, 2013

Çav

Di çavên te de
Kedî dikim,
Bextewariya xwe
..
Herdû çavên xwe negire!
ranezê!
Bila dilê min her
Bifire di mêrga dêmê te de
Wek çûkekî
..
Bigirinje!
Ne ji bo tiştekî
Bo ev bahoz raweste
Bo siruşt bihedine
û ez jî têr, têr
Li te binerim

Saturday, November 16, 2013

Rih dibe bost dijmin nabe dost..

Rih dibe bost dijmin nabe dost..
Ev gotin êdî bê wate ye! bêwatetiya wê jî ji wê fikira ku di siyasetê de dost û neyar heye tê..
Dijminê kurdan û hevalên wan jî êdî ew bi xwe ne..
Serdana Amedê dikare ji çend aliyan bê nirxandin an jî em dikarin bersiva çend pirsyaran bidin:
1. Çima Barzanî neyê Amedê û bi Teyibî re rûnenê?
Tiştekî asayî ye ne tenê hevdîtina wan lê hebûna têkiliyên aborî û "dostaniyê" jî, evi dîrokê de her hebû û heye û dê bimîne jî..
Ez ê çend mînakan li ser vê bibêjim
Lê mînakên niha zindî bin: PYDê bi rejîma Sûriyeyê re, YNK bi Îranê re, PDKê jî bi Tirkiyeyê re..
Ez yekê ji wan jî şaş nabînim
Xeletî û şaşiya van hevdîtin û têkiliyan tenê di van kiryaran de derdikeve
A) Eger tu berjewendiyên xwe  yê beşekî Kurdistanê di ser hesabê beşê dî re bigirî
B) Eger tu bejewendiyên partî an tevgera xwe ya siyasî di ser yê dî re bifirî
Îca em bên ser hatina Barzaniyî û em binerin bê çawa bû:
Barzanî got ez ê bêm, PDB-PKK got neyê! Lê çima? Ji bo çi? Xwedê û rebila'lemîn dizane..
Lê wan ev derfeta ku xwe di çavên hemû kurdan de û di çavên herkesê dî de mezin bikin wenda kirin, heta vê dawiyê dereng xwe hesiyan lê çûbû...
Ka em binerin bê Barzanî beşek di ser beşê dî re girtiye?
Ya rastî PDKê ti hêza wê li bakurî tune ku bikare tev bandoreke erênî yan neyênî li bakurî bike, yanî belkî li ser ji bo perçeyê ku tê de desthilatdar e kiribe lê ti tehdeya wî li bakurê Kurdistanê tune..
Berjwendiyên xwe yên partiyî ji xwe tiştekî wisa nemaye ne lazim e..
2. Çima BDP-PKKê wisa aciz bû?
Ez jî nizanim ji ber peyamên ku ew dibêjin Barzanî jî dan û wek wan axivî û ti cudahî tune bû:
Bijî biratiya gelan, Bijî aştî.. û hwd
3. Em? Em wek gel! divê em çawa binirxînin..
Serokekî kurd bû hat! ser seran û ser çavan hat belam rûniştina wî li gel Tayibî û ew axaftina wî ya nîvco û ne zelal û bi ti awayî dabeşbûna Kurdistanê nîşan neda, qet nexweş bû..
Ti serok û ti kurd ne xayin e, belam îro ji bo me heta ku encamin baş nehîne dê rojeke nexweş di bîra me de bimîne ji ber ku em pê hisiyan ku em hîn jî bindest in..
4. destkeftiyên kê mezin bûn û yên ki biçûk bûn û yên kê jî têkçûn û wendakirin bû para wî/wê
1emîn.Tayib ji her kesî bêtir bi ser kevt, Tayib îroj jê re zemawendek bû û gava pêşîn avêt ku Kurdistanê di destê xwe de bigire eger em kurd dev ji hesabên biçûk yên li ser partî û rêxistinên xwe ber nedin.
2yemîn. Barzanî kêm zêde hewl da têkeve bakurê Kurdistanê û navê başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk da qebûlkirin
3yemîn. gelê Kurd bi hemû partî û rêxistinên xwe û fikirên xwe yên cuda, êdî rastiya başûrê Kurdistanê ji aliyê mezintirîn "neyar"ên xwe ve da qebûkirin û ev ji bo wî destkevtiyek e.
4emîn. PKK îro di nav wendakeran de bû ji ber gelekî dereng ma heta ku bersiva rast bide li ser hatina Barzaniyî lê dîsa jî hîn jî dikare vê wendakirinê ji xwe re bike qezencek..
5. Şivan Perwer hemû ked û xebata xwe bi hatina xwe re di çavên pirraniya kurdan de reş kir, Xwezî ne wisa bûya..
...
Ya giring di vê gişî de: 
Xayin, Sîxur tune ne, herkes ji me bi qasî zanîna xwe xebata xwe dike ta ku em bigihên mafê xwe, tiştê ji me tê ew e ku em piştigirya rêç û metoda ku li gor me rast e bigirin..
û Em kurd miletekî mezin in wek îro li Qoserê hat gotin

"Xwedê çiyayan dibîne û berfê dibarîne..."

Sunday, November 10, 2013

Dadiwişînim

Xwe dadiwişînim
Ji xwe ..
Pirtûkên xwe
Tev li pîtên wan,
Dadiwişînin
Arîdanka raboriyên şewitî
...
Difirînim hemû kevokên xwe
Ji koxa çavên xwe,
Hevokên xwe

...
Difetisînim xwe
Di nava deryaya ramanan de
Û ramanên xwe jî bi
Paçikekî biçûk zuha dikim
...
Nema dixwînim
Nema dijîm
Nema dikelînim
li ser agirê hestên xwe
Helbestên xwe
...
Êdî Ezoezotiya xwe
jî...
Vedimirînim
Di fedakariya xwe de
...
û ..û
Xwe dadiwşînim
Dadiwişînim hemû
giyanê xwe
..
Xwe bi hêstirên xwe dişom
Ji her tiştê ku ez bi girî vekirim
Ez îşev diçim
Bêyî ku ti xwelî û ariya xwe
Bi xwe re bibim

Tuesday, November 5, 2013

Hişt

Welatekî min hebû, 

sînorên wî tune bû
Zimanekî hebû. 

serê wî şewitî bû
Bajarekî min hebû,

her kes jê direviya
Dilekî min hebû, 

evînên wî

hemû yekalî bûn..
Min giş li piş xwe hiştin
û ez bûm yekî dî...

Saturday, November 2, 2013

Di rojên pir teng de.. em dibin yek ji rom û freng ...

Çi terora hebe sedema wê an em in an em in..
Kurd dê azad bikin Kurdistanê ji kurdan ...
Yekî kurd li Kurdistanê nahêlin..
Dê kevir li ser kevirî nehêlin..
Rizgarkirina Kurdistanê ji kurdan dest pê kir..
Ser xêrê be..
Tiştê li Batmanê çêdibe hîn ne zelal e.. em kesî tawanbar nekin..
Lê kê kiribe ez wan şermezar dikim..
Bi tundî heger Huda-Par kiribe ez şermezar dikim..
Hîn em nizanin..
Divê qet baweriya me bi nûçeyên wisa neyê...
Tê bîra we li Amûdê PYD 7 terorîst kuştbûn..
Lê nûçe wisa derket û got: PYD kurdan dikuje..
Bêhna fireh bisekinin...
Ez bawer nakim Huda-Par tiştekî wisa bike!
Belkî hineka din kiribe ji bo kurdan bera hev din..
Ma ji kû Huda-Par wisa dike..
Kê kiribe em şermezar dikin..
Em ê li benda ....... ku meseleyê zelal bike..
Dû re em dê bi nav şermezar bikin..
Niha em şermezar dikin
Lê em nizanin bê em kê şermezar dikin..
Kê ev kiryara xerab kiribe û sedem çi be jî nayê pejirandin..
Heger Huda-Par be jî em wê jî bi tundî şermezar bikin..
Lê niha li bakurê Kurdistanê şer û ceng e..
Tiştên wisa dikarin çêbibin..
Nabe em germ bibin û kesî tawanbar bikin..
"Bijî Rojava"
û Bimire neyar

Tuesday, October 29, 2013

Amûdê

Sor sor bûye
Roja li ber qelaç
Diçe ava
Xatir ji textên
Neraxistî dixwaze
...
Şûv û beyar
Dar û ax
Li dûriyê temaşe dikin
..
Wêneyê hesretê ye
Ew deşta giryok
..
Bi ser xwe wer dike
Reva zarokan
...
Di xwe wer dike
Dilê evîndaran
...
Ji xwe welî dike
Niştîcihên reben
...
Ez ê çîroka vê rojê, wî qelaçî û vê beriyê...
Ez ê behsa zarokên mişextbûyî ji we re bikim
..
Baş lê binerin
Gelek dil li erdê hiştî ne
Ne bûn tov
Ne jî zîl dan
Xwediyê wan
Nedikarîn wan li pişta xwe bikin
Rêya revê dûr bû
Ew dil giran bûn
Tijî evîn û xem bûn
...
Belê!
Çîrok ev e:
Zarok ji day dibe
Tûrikê dilê wî tije
Hezkirin dikin
Di vî wêneyî de
Li vê beriyê
..
Ewqasî tije dikin
Ku dil diteqe û
Zarok di cih de
Li sînema û girtîgehên şewitî
Dixwaze xwe bişewitîne
..
Li vê çola xalî
Gelek giyan digerin
Hin diçin avjeniya di golên çikiyayî de
Hin jî direvin
Ji ber zarokin dî
....
Di vê beriyê de
Xewn her dimînin xewn
Ti car napişkivin!
...
Li vê beriyê
Şerê mezinan
Biçûk pêk dihînin
Tembûr û muzîk
Bi serxweşî newayên
Ne perwerdekirî
Dirêsin
....
Her dem
Ew zarokên mezin
Rûdinên li serê qorzîkan
Dijmêrin rondikên
Hêviyên dilperitî
..
Hêviyên ku dilê wan
Dişewite
..
Hêvî bi xwe dizane
Ku mezinbûna temenî
Biçûkbûna wan dihîne
...
Li vê beriyê û di vî wêneyî de
Em dixwazin
Wek di wê kêlîkê de
rawestin
...
Bila jiyan raweste
Bila xewn her nebin rastî
Bila hêvi bimînin wek xwe biçûk
lê.. lê
Bila wêranî
Ji vê bêtir
me di kendalê wer neke
û wêne me xemgîn neke

...

Dilyar Amûdî



Sunday, October 27, 2013

Mirov

Carine mirov dihise ku nahê dîtin, an jî naxwaze bê dîtin ji ber êşên xwe di derdora xwe de dibîne. 
Di rûyê mirovan de biçûkayiya xwe dibîne..

Saturday, October 26, 2013

Çûna te

Qîjînî
Ji dîwaran dihê
Dar pelgan
Dibarînin
Kevir zêmar mirinê vedibêjin
Çiya bi tepan bi sîngên xwe dikevin
Hildweşînin hemû hêza xwe
...
Digirî xweda
Û dibêje
Ev çi bû!
Min ev çarenûs
bi kîjan pênûsê nivîsî
...
Dikelin rûbar
Qiyamet radibe
Bê ku bizanibe
Çima?
Kengî xweda ev destûr daye
...
Belê!
Çûna te
Nedîtina çavên te
Negirtina destên te
Nebûna te
Tev li hev kir
Pergala  roj û şevê
Çima? Tu çûyî?
Qey dilê te
Neşewitî
Bi şewata min
Bi herifîna min
...


Friday, October 25, 2013

Eyşanê

Eyşanê 
Ne lehengek  e
Ne çiyayek e
Ne siyasetmedarek e
Ne zimannasek e
Ne dîrokzanek e..
Eyşana min gulek e
Di bexçeya çavên min de
...
Evîneke di dilê min de
Zimanê dayika min e
Dilgermiya xwişka min e
Qîza her kurdekî ye
Çîroka gundiyekî ye
Xewna zarokekî ye
...
Eyşana min
Tu yî, keçê!
Berî tu xwe winda bikî
Zarokeke çongbirîn e
Rûyekî terikî ye
Eyşanê ne
Cudayî ye..
Belê
Asayî ye
Eyşana min
..
"Ji te hez dikim"
dibêje
bi destê min digire
Dii kolanên tarî de
Fedî dike
ditirse
naxwaze bimire
berz nake
gotinên biyanî
..
Eyşanê ye
Bînin ber çavên xwe
hemû pîrên me
yên nezan 
Eyşana min jî ew e
Li gel zanîneke bîçûk
û temenekî ciwan 
Eyşana min 
ev e

Dilyar

Tuesday, October 22, 2013

Eyşanê


Vê şevê
Min hemû keştîgeh şewitandin 
Min hemû dîwanên wendabûnê şewitandin
Min dilê xwe derxist
û diyarî Eyşana xwe kir..
...
Helbestên xwe yên kevin,

Li beyara giyanê xwe direşînim

Ta tovên evîna

Min bi te şîn bibin
... Eyşana min
Dilekî min
Çîrokeke min
Dîrokeke min

Xewneke min
Giyaneke min

Heye...
Ez bi xwe heme
..
Kerem bike Eyşana min
Ez bi her tiştên xwe

yê te me

Monday, October 21, 2013

Eyşanê

Eyşanê 
Were, di dergûşa dilê min de
Te bilorînim
Bi evîna xwe te bipêçim
Di himêza xwe de
Çîroka Mem û Zîn
Ji te re vebêjim 
Eyşana min..

Eyşana min
Dergûşa ji kezeba
Xewnên min
Zaroka di hêlanên xeyalên min de
Eyşana min
Revînera Aşopên min
Were ta te
Di barana çavên min

Raweste 
Li ber dîtina kenê lêvên te
Ewrên Jiyana min
Xwe ji giraniya te vedizin
Veşêrin
Di bin bêrîkirina min de


Dilyar Amûdî

Friday, October 4, 2013

Biyanî

Di xew de
Yekî ji me, çîrokek nivîsî
Çîroka mirovekî razayî
Ku di xewna xwe de
Çîrokeke dinivîsî
Çîroka
Welatekî azad
Paytexteke geş û xweş
Zimanekî xweş
Di çîrokê de
Dil dijeniya
Evîn diteqiyan
Kêf û xemgîn
Bi destê hev dû digirtin
Û govenda jiyanê li dar dixistin
Çîrokeke asayî bû!
Wek çîroka her kesê ne ji me
Çîrokeke bisînor
Bi bajar
Bi perwerde
Bi ziman
Bi evîn
Bi ken
Bi girî
Lê giş jî li ber sînorê Xwenebûnê radwestiyan
Hemû endamên çîrokê
Xwe bûn
Bi wate bûn
Nerm bûn
Nediteqiyan
Nedikeliyan
Dirûşm berz nedikirin
Li çiyayan şer nedikirin
Hev dû bi sîxuriyê tawanbar nedikirin
Wek çîroka hemû kesê ku ne je me
..
Zilam şiyar bû
Rahijt
Pankart,
Moşek,
Zimanê xwe yê biyanî
Televzyoneke biyanî
Rojnameyeke biyanî
vekir
temaşe kir û xwend
Derket
Kolanên biyanî
Li Zilamekî ku dirûvê wî bide geriya
û Westiya
..
Zilamê di şiyar bû
piştî kêlîkekê
Kir nekir
Xewna wî nehat bîra wî
Dilyar Amûdê

Monday, September 23, 2013

Dixwazim

Dixwazim biqîrim
Bi hawar kim
Navê te
Ji her kesî re bibêjim
..
Çîroka me
Di romaneke bêdawî de
Binivîsim
..

Bêrîkirin

Bêrîkirin çi ye!
Bêtebûn e
Bêteşiyarbûn e
...
Dizanî
Gava dibêjim
"Bêriya te dikim"
Çi dibêjim!
Dibêjim
Bê te tune me
Bê te najîm
Bê te namirim jî
....
Bêrîkirin
Hebûna te
Di şûşeya badeyê de
Di xewnên şevab
Di şiyariyê de
..

Sunday, September 15, 2013

Saturday, September 14, 2013

Baran

Baran tiştekî nayênî bîra min Ji bilî çûna te Şilbûna min û te Di rêwitiya te de Baran, keştiyê Destmala ku min pê serûçavên te zuha dikir
Tîne bîra min Xuşxuşa baranê Bezîna me Bo balfirgeha bêTebûnê Vedigerîne ber çavên min Baran çixareya bilez Vexwarina şerabê Dansê tîne..
Çipçipa peşkan Himêza te Dengê pisîka birçî Şevê biyaniyê Û te .. Dihîne aşopa min Baran girî Tîne û Tîne bîra min.. Baran bi mirina te
Dikuje, Min. Gelo! di seqem û berfê de Di şevên dirêj de Dengê baranê tê Bîra te Ez têm bîra te Zemawenda têkçûyî Kilîla serê te

Zarokê me Yê te kuşt tê bîra te? Li wê dûriyê Di şevan de Ez têm ber çavê de? De bikeve Ji çavên min wek vê baranê Wek hêstiran..

Monday, September 9, 2013

Girî

Girî.. çîroka min e.. Zilamiyê xwe di çavên min de kuşt Ez bûm ne tişt û her tiş..

Friday, September 6, 2013

Bira!

Birayê hêja!
Birayê biçûk! kenê te ça şêrîn e!
Çend şîret ji birayên te yê mezin
Bijî û guh li min û bavê min neke
Li amûran xîne
vexwe!
Bile qîrewîr!
Guh li ti kesî neke
Rojê bi keçeke ciwan re be!
Çi bixwazî bike!
Agir bi hemû hestên xwe xîne
Hez neke!
Dilê xwe nede ti kesî
Çi dê, çi bav,
Çi xwişk, çi Ez
Çi yar
Bila ciwantirîn jin be
Bila balkêştirîn por be
Bila xweştirîn maç be
Bila bêhempatirîn dil be
Hez neke
Welatê xwe di bin lingê xwe de
biçewisîne
Bila nebe pêşgirê te
Çîroka xwe bi pênûsa xwe
Bi xwestekên xwe binivîse
Ne bi çarenûsa welatekî dîl
Ne bi ramanên xemgîn
Ne jî bi dilekî birîn
Bikene
Bilîze
Bixwazî; Bibe tembûrvan
Bixwazî bibe stranvan
Bixwazî: bibe lîstikvan
Bixwazî bibe çîrokvan
Bixwazî: bibe dîorkzan
Bixwazî: bibe ne tiştek
bisote hemû êşan
Bi şahiya dilê xwe
Bi kenê rûyê xwe
Negirî
Nehêle xem û êş
Te bixapînin
Jiyan kin e
Tu hê biçûk î
Lê wek xwe bijî
Biçûk belê Dilşad
Bikene! Birawo!
Xwe tazî bike
Ji xwe bike hemû cilên kevnar
Biqetîne hemû zincîrên bêwate
Birijîne bi ser xwe de ava hemû deryayên jiyanê
Bijî û ji min re bibêje
Dilo! Birayo!
Ez dilşadtirîn
Kêfxweştirîn
Kes li ser rûyê vê xakê me
Bibêje
Şêro!
Zinaro!
Siyamendo!
Celalê! biçûk
Bijî û bikene
Lê birayê xwe xemgîn neke
Tu dil û rewanê min î
Tu can û giyanê min î
Ji bo hemû pîroziyan
Nebe ez
Nebe dubarekirinek ji min
Nebe beşeke çarenûsa çil milyonî
Nerame di xewnên vala
Nebêje welat!
Nebêje evîn!
Nebêje Yar!
Nebêje malbat!
Nebêje bira!
Nebêje fedakarî!
Nebêje: Nabe!
Bixwaze û dê bibe
Hemû çîrokên tu dixwazî
Hemû xeyalên tu dibînî
Bes tu bibêje rihê birayê xwe!
Bibêje û bixwaze
Hêza di çavên de
dikarin Amûdê
Dikarin Kurdistanê
Dikarin dost û neyaran bişewitîne
Ger tu bixwazî bişewitînî!
Bişewitîne çavên min
Bişewitîne û negirî
Bila ew çavên reş
Nebin kaniyan hêstiran
Bila bes xewnên rengîn bibînin
Bikene dilê diloyî!
Bifire
Wek teyrê bazî
Bikuje her tiştê ji te re bibêje
Na
Bijî birê min
Dilê min
Rihê min..

Dilyar Amûdî

Saturday, August 31, 2013

Em kanser in

Civakeke nexweş, bîrdoz û baweriyên derdzêyan wek her civatên saxlem ji malbat û takekesan pêk dest pê dike.
Kes bingehê hemû civakan de; çi derdzêyan çi saxlem her ji endaman pê dihê, û çi nexweşiya heyî ji yek jêderê dihê; ew jî genetîk e, belam hin rewş hene dikin ku rewşên derdzêyan bibin avanyaj û sûddêr ji xwediyê wê rewşê re. Ew jî li gorî cih, rewş, dema vê rewşê.
Encex eger em biramin û bibêjin ku em giş ji yek jêderê hatine, rola genetîkê dikeve mutasyonên ku piştî pêşiyên me yên ku ji mirovên pêşîn hatine dihê.
Îca eger civat jî ber mutasyonan nexweşî lê derdikevin, hin nexweşî yek endamî yek şanikê digire û wê wêran dike hin nexweşî mîna kanser bi hemû şanik û endamên laşî ve hildiperikin.
Gava em li rewşa civata me dinerin; rewşa derdzêyan dixulxile û  li çavên hemû bijîşkan diêşîne ji roniya şevreşiya xwe.
Em  kanserê in, em li ber mirin û kuştin û xwekuştinê ne.
Lê hûn dizanin ku du kêşe di çareserkirina kanserê de hene:
1. ku ji şanikên laşî bi xwe çêdibin anku eger tu hewl bidî wan bikujî bi ihtîmaleke mezin tê endamên saxlem jî bikuje
2. Metastaz e; ku ji endamekî xwe bera endamê dî dide û wan jî bi xwe re ji hev dixe û dike leşkerên ziyandêriya xwe.
Civata me bi kanserê ye wek min got: lê em endam û şanikên wê ne.
Eger em pêşiya van herdû mekanîzmeyan bi şêweyekî û bi nerîneke cuda ji nerîn bijîşkiyê ku bi pirranî hewl dide kêşeyê hil bike binerin û em hewl bidin ku wê kêşeyê bi rastî çareser bikin. Divê em van her dû astengan çareser bikin.
Ji ber ku em endam û şanikên civakê ne. Divê em li dijî mutasyonên xwe yên derdzêyanî û wêranker xelas bibin. Ew jî em ji kêmasiyên xwe de dest pê bikin, di şûna em gilî û gazincên xwe ji  endamên derdora xwe bikin, eger em wisa bikin em dê rê li ber metastazê jî bigirin ji ber dê mekanzmeya me ya serrastkirina şaşiyên kodên genetîk dê çalak be û dê nehêle mutasyon derkevin.
Anku bi kurtasî eger em xwe ji nexweşiyên xwe rizgar bikin, civata me dê bibe saxlemtirîn civat li ser rûyê xakê ji ber ti cudahiyên bingehîn ji aliyê genetîkê ve di nav me û civatên de tune ne, lê em ji ber mercên cûrbicûr gelek mutasyon di endamên me de derketine lê eger em wan endaman serrast bikin dê hemû civat serrast bibe.
Lewra tiştê rast bike, û bes gilî û gazincên xwe ji derdora xwe bike.
Tu rast be, her kes wek deq e, tu xwar bî, tu nikarî kesî rast bibînî ji ber rawestandina te xwar e.

Tu HÊÇ î

Carekê ...

Du caran
...
Sê caran
....
Hezar caran
..
Ez dixwazim bibêjim
"Ji te hez dikim"
Lê ez dê qet te bi êşa xwe şa nekim
Ji ber tu HÊÇ î


Dilyar

Sunday, August 18, 2013

Tenê

Bavo! Yadê! Xwişkê! Birawo Min ça bêriya we kiriye Dil bê we dikele Digirî Perîşan dibin, Ez û şev Şevreşiya welêt kon li dilê min vedide
...
Ez tazî Pêxwas Li penaberiyê Di nêv êgir de Bê we diqefilim Digirîm Ji tenêtiyê Ji bêWEtiyê ... Werin Min têxin dergûşa min Bilorînin
Bilorînin êşên min bêriya min bila bela xwe ji laşê min rebenê xwedê vekin Bila min di tenêtiya min de bitenê bihêlin

Wednesday, August 14, 2013

Belkî

Belkî
Min ji te hez nekiribe
Belkî...
Belkî ez ne bêriya bêhna te dikim
Kî dizane!
Belkî min tu nedîtibî
Belkî
Tu çîrokek bûyî
Ji min ez lehengê wê me
Belkî ne tu yî
Ew kesa di roniya stêran de
Ne porê te ye
Ku diheje di tartiya şevê de
Ne çavên te ne
Yên ku ez di wan de difetisim
Ma kî dizane belkî
Êş, evîn, daxwaz, xewn, jiyan û
hemû tiştên ku di te de vejiyan
Aşop bin
Dîrok bin
Çîvanok bin
Rew-rewkên pêdiviya sîtavekê bin
Belkî çûna te
Reva te
bêdengiya te
Xewnek e
Ku ez pê sedema mirina xwe diafirînim
...
Belkî ne dengê te ye
Yê ku di çip-çipa baranê de
Ne dilê te ye
yê ku berfê dibarîne bi ser dilê min de
BelKî lêvên min
tî bin
Ne bêriya lêvên te dike
...
Ma dibe buhşt
Li li ser laşê te be
Qey ez ji mirinê vegeriyame
Ji buhiştê
Belkî melek şaş bûn
û ez vegerandim
Dojeha bêtebûnê
..
Belkî..
Lê teqez e
Tu çêjdartirîn
Xweştirîn
kêlîk bû
Di cîhana min de
...

Monday, July 8, 2013

Jêdera hevhîkariya civakî


Yek ji pêşniyarên dî ku dengên dengên siruştî dihundirîne dîtaneya "yo-he-ho"
Ev dîtane dibêje ku dengên mirovî yê ku gava karekî fîzîkî dikirin dikare jêdera zimanan be. bi taybetî gava ew kar çend kesan bihewîne û hevhîkariya wan rêxistî be.

Lewra komek ji mirovên dêrînî belkî dengin wek "him, ih, û ho û hwd derxistine gava dareke mezin bi hev re rakirine an jî mamûsekî bipirç û mirî bi hev re hildane.

Ev pêşniyar an dîtane dibêje ku peresîn û pêşketina zimanî bi naverokên civakî ve girêdayî ye.
Mirovên pêşî neçar bûn di nav koman de bijîn ji ber kom ji wan re ewlehî û parastin dihanî.
Kom ji ber pêdiviya xwe civakî ne û ji bo parastina vê rêxistina civakî neçarî têşeyin pêwendiyê ne, heta ku ev têşe dijûn û naletkitin bin jî.
Lewra dengên mirovî çawa derketibin jî, divê hin pergal hebin ji bo hevtêgihiştina civakî ji mirovên pêşî re.
Ev fikireke giring bû belê bersiva pirsyara me ya a ku dibêje "jêdera zimanan ji kû ye?

Gelek lawir wek gorîlan ên ku xwedî pêwendî û têkikiliyn civakî û dengin wek qîjwîq, qêrîn û bangkirinê derxistine jî nekarîne bibin xwedî ziman an zimanekî çêkin.

Sunday, July 7, 2013

Jêdera dengên siruştî

Nerîneke ji bînî ve cuda li ser jêdera dengan dibêje ku ziman li ser dengên siruştî avabûne.
Ramana bingehîn ew e ku peyvên dêrîn û pêşîn ji bihîsin û lazayîkirina dengên siruştî yên ku mirov bihîstine ji derdora xwe. Gava tiştek li derdora wan difiriya û dengê QA-QA derdixist, ew deng dibû nîşander û pêwndîdarî ew tiştê wî dengî derdixîne. Û fava tiştekî dî ku difirre dengekî wek QÛ-QÛ derdixst ew deng jî dibû nîşandera wî tiştê dî.
Ya rastî hemû zimanên nûjev û hevçerx hin peyvên ku bilêvkirina wan dirûvê derngvedana siruştî ji dengan re dide, ku ev tişt jî vê dîtaneyê dikare xurttir bike.
Di kurdî de ji bilî kû-kû gelek peyvin dî hene wek, çaq, gurm, şerp, huş û hin têşeyên wek xuş-xuş, guj-guj
Ev dîtin wek dîtaneya bow-wow tê zanîn ji bo jêdera zimanan. Peyvên ku dirûvên deng û dengvedanê didin nimûneyin bo "onomatopoeia"yê ne.

Rast e ku hejmarek ji peyvan ji dengvedana tiştan pêk hatiye lê pir dijwar e ku em bizanin bê çawa tiştên bêdeng û razber cihên xwe di zimanên ku li ser dengvedanê çêbûne girtine.
Wemight jixwe ji ew dîtaneya ku dibêje ziman tenê navên tiştan in ne bawer.
Ev dîtane dibêje jî ku dengên resen yên zimanî dikare ji qîjînî û qêrîniya siruştî ya ji ber bertekên hestî/hisî wek êş, hêrs û kêfê hatibin.
By this route, presumably, Ouch! came to have its painful connotations.
Bi vî şêweyî gengaz e ku AX! nîşaneke girêdayî êşê ye.
Lê ax û gelek bertekên dî wek OF, ÛÛ, YAQ bi kişandineke zû ji hinasî re ku ev jî dijî axaftina asayî ye.
Em axaftina asayî bi hinasdanê çêdikin.
Derbirîna dengûdora mirovan tên çêkirin di bertekin hisî de ku dengin ku bi ti şêweyin dî di zimanî de nayên bikarhanîn û ev jî bêtir nîşan dide ku ne gengaz e ku jêdera zimanî be.

Jêdera zimanan

Guman di rastiya ku pêşiyên mirovan, çi jin çi mêr berî ku qabiliyeta derbirîna hestên xwe yên hevbeş ên hezkirinê de di rêya zimanê axaftinê re bi dest bixin, hewl didan bala hev dû bi newa û rîtmên muzîkê bikişînin.. 
Tê gotin ku hin cûrên zimanên axaftinê berî 100-50 hezar salî de derketin, berî ku zimanê nivîskî berî niha bi 5 hezar sal derkeve.
Darwîn
Li gorî pirtûkên dînî:
Xwedê Adem û Hewa afirand û wan jî nav li hemû giyaneweran kir. Nav ji wir derketine lê li gorî Hinûzmê ziman ji sarasvatî jina Braham afirînerê gerdûnê hatine.
Çîrokeke balkêş ku nivîskarê yûnanî Herodotus nivîsiye tê de behsa Firawnekî Misirê dike bi navê "Psammetichus" û dibêje ku vî Firawinî du nûza hiştin bi tenê bi bizinan û şivanên wan yên lal re heta du salan. Piştî du salan dîtiye ku ev herdû zarok peyveke Fragiyanî a ku "bekos" anku "nan" dibêjin. Li gor tecrubeya xwe jî biryar daye ku Fragî kevintirîn û koka hemû zimanan e..
Helbet ev çîrok ne pêkan e ku encamin rast bide, eger em paşgira "kos" ku di nivîsa yûnanî de biavêjin û "be" tenê bibêjin em dê bibînin ku dengê bizinan derdikeve û ew jî diyardeyeke ku ew zarok ji bizinan hîn bûne ne zimanekî xwedayî hîn bûne..
Melikê Skotlandî yê bi navê James ê Çaremîn jî hema tecrubeyê pêk anî di sala 1500an de û di encamê de dibêje ku zarok bi ibrî axivîne, loma ibrî wek zimanê buhiştên Edenê nîşan daye.
Mixabin çi tecrubeyên piştî van ti encamên wisa nedane û derfeta zanîna zimanê ku xwedê daye mirovî negihaye serî.

Friday, July 5, 2013

Dollek li Xelîkanê


Ne çîrok e, ne jî pêkenok e.
Belê Dolek hevalekî li Xelîkanê hebû û em çûnê. Xweş bû cuda bû, belê tiştin balkêş hebûn.
Mala Hevalî li Konyayê bû, ji ber hema mirov dikare bibêje gund vala bûye.
Îca adeteke pir balkêş hebû, ligel ku zava xortekî welatperwer e û dijî wê bû jî, lê xwe li ber fişara kalûpîran negirtibû û neçar mabû ala Tirkiyeyê li şaneşîna xwe hilawistin.
Em:Çima? Çima hûn dadileqînin?
Kal:Adet e!
Em:Adeta kê ye? Ji kû hatiye?
kal:Ya bavûkalan e. Ji serdema Osmaniyan de heye.
Em:Na, ne ala me ye, am em Tirk in?
Kal: Erê em kurd in, lê ev welatê me ye û alaya me ye.
Em: Na Ala kurdî heye.
Kal: kanî? li kû ye?
Ez: Bi rastî jî kanî?
Welhasil ev beşek ji axaftina me û kalên ku hîn kurdiya xwe ji bîr nekirine. Ciwan jî ne xerab kurdî diaxivin, lê baweriya wan bi kurdiya wan pir kêm e.
Çend şîretan li we bikim gava hûn biçin doleke Xelîkanê.
Guhar li xwe nekin eger hûn zelam bin li xwe bikin, belkî guhê we jê kin
Ez bi xwe ji guhjêkirinê xelas bûm, lê riha min ya ku bi erebî jê re tê gotin "seksûk" û bi tirkî "topsakal" di nav lepê pîrekê de ma û hate circirandin.
Loma ha ji xwe hebin û qet riha xwe ya li ser çenê tenê bernedin, dê pîrek bê û dê bikişkişîne.
Eger hûn zava bin nekevin odeyên bi kilîll ji ber dê derî li we bê xilqandin û heta hûn pereyan nedin hûn nikarin derkevin..
Van pend û şîretên min bikin guhar û di guhê xwe xin, lê guhar nexin guhê xwe!
Tiştekî balkêşî din hebû.
Di dolê de qet stranên tirkî nehatin gotin ila gava hineyê, Nizanim bê çima gava hineyê hat gotin lê wisa bû.
Helbet vê jî di vê bibêjim
Ew bi xwe ne dol bû lê şeva hineyê bû, encex nîv-dolek bû jî.
Min qet gotina ku em ji bo dolê dibêjin li herêma me bi kar nehanî, ji ber min xwest ya wir be..

Dilyar

Wednesday, July 3, 2013

Bêmertal im

erê!
bimertal im
lê dihêlim
tu min bêmertal bikî
Tu min ji min bistînî
Min tazî bikî!
beramberî te
diwêrim mertalên xwe deynim
Xwe ji te re bikim hêvî
Xwe ji te re bikim dîlî
Xwe ji te bikim rêwî
her çiqas ne tam
û ne herdem jî be
zor bawer dikim
Lê rast e

...

Dil û Yae

Tuesday, July 2, 2013

aşop î

Du gotin 
Sê çigare 
Piyaleke badeyê
 Ewirin ji çavên te Baran ji yên min 
Aşop î, 
 Çi dikî di dilê min de

Saturday, June 29, 2013

Watedarî

Watedarî di te de winda dibe
Ji ber evîna me mirin e
çîroka me xwekuştin
nasnameya me azadîxwestin e
Jiyan tenê dilsotin e
Biçe! nesoje!

Cigare

Bi çigareyê
ne xwe dikujim
Belê te dikujim
te difetisînim
Ey jiyan!

mirin

Tiştê watedar tenê mirin e
Ku me vedijîne
Ji mirina me
Ne seyr e
Ku em bi mirinê 
vedijîn

Dilyar

Monday, June 24, 2013

Peyam

Tiştin hene bê çare ne, lê ne ji bo min. Ji bo min her tişt bi çare ye..

Bêrîkirin

Mirov timî ji bîr dike
ku li dû havînê
Zivistan tê
Li dû her hêzekê
Bêrîkirin tê
Û dibe bi xwe re
her tiştî

Saturday, June 22, 2013

Dilê te

Dilê te
Li biyanê qeşa girtiye
Di kaniya çavên te de
Hêsir hişk bûne
Daristana rûyê de
Min di winda dike
Porê te
Tundiya te berfê dibarîne..
Hemû tevgerên te
Min dikujin
Bêdengiya te
Û dengdêriya te
Mirinê tînin bîra min
..
Di zaroktiya xwe de
dijîm li ber evîna te..

Wednesday, June 19, 2013

Evîn

Evîn çîrokeke têkçûnê ye.
Qels pê helbestan dinivîsin
Evîndar pê serpêhatiya mazoşîzmê dijî
û Dilber sadîstiya xwe di laşî de hênik dike


Tuesday, June 18, 2013

derdzêyanî

derdzêyanî ye, rewşa me.
derûniya me bi hûrjîneweran 
kul bûye
Gotinên me
xerizîne
bi televzyon û rojnameyên
ji laşên biyanî

Sunday, June 16, 2013

Kîjan

Kîjan nîgarvan e
Yê ku rengên te tev li hev kirine?
Ew çi peykertiraş e
Yê ku tu afirandiye
Gelo xweda ye
yê ku dara gulyazan di lêva te çandiye?
Na.. dibêjim
Xweda ji ber te girtiye
Rengên siruştê
Ji çavan
afirandiye şev û tê de stêr çandine
Ji hêsrên te
fêrî anîna baranê bûye
Ji ber te girtiye
Kenê rûyên mirovan
Ji bo porê te
daxwaz çêkirine
ji bo dilê te
Dil çêkirin
Ji bo êşê
yar çêkirine
Li te neriye
û ez çêkirime

Friday, June 14, 2013

evîn

Destê min li gotinan nagere Ku bi hestan li wan xînim Delalî ne wek te Hemû helbestên min Difûre ji wan Evîna bi xezebê strayî

Sunday, June 9, 2013

afirandin

Dem êdî dema afirandinê ye
Ji bo afirandinê 
divê rû qermîçok, têkevinê
û dil sar bibe
û mirov nema xewnan bibîne

Tu-perest im

Dilê min! Demê, ew kuşt belkî hêvî dikî piştî windabûna dirêj derî ji te re vekim û temenê xwe yê birîndar çareser bikim li kû bûyî?
gava ez di hêstirên xwe de noq bûm, fetisîm Derwên xwe ji min dûr bihêle Ji te hez dikim lê venagerim Ji ber dilê min demê ew kuşt
....
Min ji te re gulek çinî Ji temenê xwe guhdarî bike li ew guldanka dilê min dibêje êdî ez çilmisîm û guldank kevn bû biçe!
...
Di dîlana şevê de Li odeya li ser ewran Di tenhaya evîna me de dinehwirand di guhê min de Dengin ji bahorê û min di guhê wê de ruh dida
...
û digot Ji te hez dikim Min di çavên wê de Dil dida û digot Ji te re me Min xwe di porê wê dipêçe û digot Ez tu-perest im
Ez agirperest im
Dojeh-perest im
Mirin-perest im
..
Min neke 
zilamekî porşehkirî
di awêneyê lasayî
Destê min di dansa me
ya dualî
dudilî
bernde
û neçe
di nav şevreşiyê de
winda nebe

Saturday, June 8, 2013

Guldank

Ez qêmîşî dilê te nakim
Ku bi dest bidimê
Ditirsim bişkînim
wê guldanka
Ku dilê min tê de
meyaye..

Peyv

Destê min li te nagere
Ku ez hestên xwe
Li ser kaxêz birijînim
Belkî dilê min bi peyvan dişewite
Ku bi te bişewitînim
...

Friday, June 7, 2013

Eger em bimana heval

Ewçend ciwan e
eger em bimana heval
Pêdiviya her jinekê
bi destê hevalekî heye
Bimîne hevalê min
Romanên min biçûk in
Balkêşiyên min biçuk in
Û xewna min e
ku bi te re bimeşim, bi saetan
di bin baranê de
Gava xemgînî dibe
Niştîcihê min
...
Çima tu li xweşikiya min dinerî
mejiyê min piştguh dikî
bimîne hevalê min.
Gelekî pêdiviya min
bi keştîgeheke aştiyê heye
û ez westiyam
Ji deng û behsên evînê
Biaxive!
De biaxive! Biaxive
çima gava tu min dibînî
ji bîr dikî nîvê axiftinê
Bimîne hevalê min
Mesele ji zilamiya te kêm nake
..
Lê rojhilatî
ji bilî rola lehengiyê
bi ti rolê qayîl nabe.
..
Suad el-Sebah
Helbestvaneke kiwêtî ye
Min ev sala 2013an wergerandibû û niha hema hema bibêjin qet dest nedaye, Min qêmîş nekir wan şaşiyên xwe serrtast bikim lê tenê di cihekî demin lêkera bûyînê cida kir û peyva "axiftin"ê rast kir. 

Îca sedem baş nayê bîra min lê min ev wek diyarî bo Husein Muhammedî wergerandibû. Piştî wê derketibû ku wî jî ew wergerandiye.

Şaşî û kêmasiyên mirovî xelas nabin lê gava mirov dibînî ku di raboriya xwe de hewl daye tiştekî bike, kêfa wî tê.

Thursday, June 6, 2013

Bangawazî

Ez ne dijî siruştê me, kê li Taksîmê çend dar dê jê bibûna, her rojê bi kêmanî we sê saet li ser şopandina nûçeyên  pêwendî wê kirin.
Ez jî dibêjim ji bilî Kurdên ku bi şêweyeke fîzîkî tên kuştin her rojê em bêtir kurdekî dikujin, kurdê di hundirê me de, Ji ber em xwedî li zimanê xwe der nakevin. Dibêjin her zimanek mirovek e, lê em roj bi roj mirovê di nava xwe de dikujin.
Bi mirin peyvekê di kurdî de mirovek dimire. 
Dibêjin Ziman giyandar e, lê em bi xwe, ew tiştê şêrîntirîn û buhatirîn dikujin
Rojê nîv saetê dema xwe bidin û..

Min wê rojê ev pêşniyar kiribûn, lê mixabin wisa man. Ez dibêjim çi kesê ji zanîna xwe bawer an nebawer, eger bixwaze dikarî fikira xwe li ser pêşniyarên min bibêje, û em dê li ser biaxivin û her kes li gor derfetên xwe bila tiştê dixwaze bike..

Ez navan nîşan nakim lê eger tu bixwazî xizmetekê bikî, rojê nîv saet û piçek xwendin dê me bigihîne gelek cihan..
1. wikiferhengê de, rûpelên heyî, li got devok û zaravan xweşik bên nûkirin û çêkirin anku bila rûpel temam bin ta ku em bikarin her tiştên dixwazin tê de peyda bikin
2. çêkirina rûpelên nû ji her zaravekê, wek ku xuya ye her kes heye, beşdar bibe 
3. dilê min bi ew kesên ku yan bi kurdî nizanin û yan jî di fikira wan de nizanin û li vir dikin qêrîn dişewite, gelo em ji bo wan nikarin tiştekî bikin,
4. pêşniyareke ne gelekî bi zimên ve girêdayî ye, lê belê, gundên û bajarokên Kurdistanê ku her niştîchekî wê derê ji me re çend agahiyan û wek kurtenivîsekê li ser binivîse ta ku em li wîkpediyayê zêde bikin:
5. em li li ser helbestên kurdî yên klasîk bixebitin bi şêweyeke berfirehtir
6. dersên zarava ne, hema her rojê ya zaravakê bê amadekirin dê pir xweş be, ku program xuya be, ta ku em bikarin him em birawird bikin him jî hîn bibin
7. ger ev karên me biqedine ez amade me gişî arşîv bikin û belkî em têxin xizmeta zimên
8. ez dixwazim tu çi kesê ku dê bi fêde be di vî karî de nîşan bike û pêşniyar bike ta ku em binerin em dikarin çi bikin...

Koma zimanê kurdî
https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/

Wednesday, June 5, 2013

Tu

Tu newayeke bilûrê yî
Tu dîmeneke çiyê yî
Tu wêneyekî rojê yî
Tu siyeke darê yî
Tu çîrokeke şevê yî
Tu xewneke zaroktiyê yî
Tu xwedayeke axê yî

Tuesday, June 4, 2013

Te neêşînim

Dilê min heye,
ji te re helbestekê binivîsim
lê Peyva min li te nagere
dê te biêşîne
ditirisim te bikuje
Di dilê min de
...
Dilê min heye
Ji te re bibêjim
Ji te hez dikim
Lê ditirsim tu tê negihê
...
Dilê min heye ez bêm te bibînim
Lê dibêjim
Ya tu rewrewk bî
..
Dilê min heye
Ez ji te re şevçîrokekê bibêje
lê ma tê razêyî!