Korona ket jiyana me û min dest pê kir him bêtir bêriya xwe bikim him jî raboriya xwe vegerim. Mirov bêriya xwe dike û ez jî bi salan e ku bêriya xwe dikim. Tê bîra min berî 13-14 salan bû, hîn sala min a yekê ya duyê bû li zanîngehê û ev çend sal bûn ku ji welêt dûr ketibûm, kanala Kurd1ê bi min re jî li ser rewşa xwendekarên kurd ên li Stembolê axivîbû. Wê çaxê jî min bersiveke wiha dabû "Ez bêriya xwe dikim." Anku her ev nêzîkî 15 salan e ez bêriya xwe dikim yan jî wiha difikirim ku bêriya xwe dikim lê ew bi xwe ez bêriya rojên welatî, zarokatiya xwe û hinek hestan dikim. Ez hîn jî qebûl nakim ku ez bi xwe re me û eger guhertînin çêbûbûn jî, guherînin asayî ne û tiştek tine ku ez bikim.
Lê ev meseleya xwe-bêrîkirinê - wisa bawer im- êdî meseleyeke giştî ye ji ber koronayê jiyana me hemûyan guhert. Anku êdî her kes bêriya rojên berê dike.
Ê min bandorên koronayê yên neyînî heta niha li ser jiyana min kêm in ji ber ji berê ve zêde ji malê dernediketim lê hinekî ew hesta ku mirov neçar li malê be, nexweş e. Îca min ji xwe re tiştekî wiha got, "Min dest ji çixareyê berda.. Vê carê heta ez bikarim ez ê di ber xwe de bidim.
Lê ji bilî wê him enerjiyeke balkêş (têkiliya wê bi çixareyê re tine) him jî dixwazim bi gelek kesan re biaxivim û lêborînê ji wan bixwazim ku ev çend sal in, min guh li wan nekiriye."
...
Min jî dixwest wek filman lîsteyekê çêkim û hema kî were bîra min telefonî wan bikim an xwe bigihînim wan lê ji min nayê bavo.
Hûn dibêjin pêşî kî hat bîra min? Subhan ji xwedê re ne zilam bû lê jin bû... Helbet sedema wê ne diltenikbûna min e lê hema wisa xwedê wehî ji min re şand.
Ew keçik kî bû? Ew keçik ji rojên min ê Helebê bûn.
Ha ez ji we re bibêjim; salên min ên Helebê jî wek salên min ê li Stembolê li xerîbiyê bûn lê dîsa jî hinek cudahî hebûn. Ji ber cara yekem bû ku min devokeke evqasî cuda ji ya me dibihîst. Min ji wan fêm nedikir, em neçar diman bi erebî biaxivin. Me rexne li efrîniyan dikir ji ber bi erebî diaxivîn lê me gelek rastiyên din di ser guhên xwe re diavêtin ku ez niha behsa wan nekim.
Tenê ez ê vê bibêjim, ji bo ez bi efrîniyan re bi erebî neaxivim 4 salan ez bi amûdiyan re bi efrînkî axivîm. Hema ez hînî çi dibûm min bi kar dianî heta ku gihiştim astekê, efrîniyan bi xwe nedizanî ku ez ne ji Efrînê me. Min ji "av"ê re "digot "ov" ji nan"î re digot "non" ji bo dema bê "ez kê..." Îca helbet di wê demê de min karî dilê çend keçiên efrînî jî fetih bikin.
Ev a ku hat bîra min jî yek ji wan bû ku ji Gundekî Efrînê yê elewiyan bû. keçikeke esmer, xwînşêrîn û zeîf bû. Sedema wê çi bû, ez baş nizanim lê wisa tirsek di çavan de hebû... nazik bû û dengnerm bû.
Piştî hatibûm van deran, me bi awayekî dev ji hev berdabû welhasil dilê me ji hev nemabû. Îca berî çend salan ji min re nivîsî, min guh lê nekiribû. Ya rast hema min bersiva wê jî nedabû ji ber êdî sebira min zêde li mirovan nedihat lê vê koronayê ez birim Efrînê, keçika efrînî anî bîra min...
Welhasil min jê re bi erebî nivîsî ji ber naşêt bi kurdî bixwîne lê qet ji min nedihat bi erebî binivîsim û min got, "klavyaya min a erebî tine lewra zehmet e binivîsim." Hêviya min ji vê gotinê ew bû, belkî bibbêje ez hînî nivîsîna kurdî bûme lê mixabin negot û hîn nikare bi kurdî binivîse.
Welhasil neçar mam bi erebî binivîsîm û hîn me negotibû, "Tu çawa yî û çilo yî" keçikê di cih de pirsî, "te xwendina xwe xelas kir?" Nizanim ev çi derdê xwendina min bi her kesî ketiye ku dibêjim "Merheba" di cih de vê pirsê dikin. Welhasil min ew mijar dirêj nekir û min got, "min dest jê berda."
Îca min li hal û rewşa wê pirsî. Got ku êdî ne li "Sûriyeyê ye" û neçar maye biçe dewleteke cîran ku ew dewlet ne Tirkiye ye lê nabêjim kîjan e.
^
Îca ew keçika ku bila navê wê Newroz be û ez wisa axivîn:
Ez: Tu çi dikî?
Newroz: Ez û mêrê xwe bi hev re dixebitin. Heman karê min li Sûriyeyê dikir.
Newroz: Herwiha ez hinek tiştên din jî hîn bûme.
Ez: Gelekî baş e. Ê kar çawa ye?
Newroz: Wek g..ye. Ev 7 meh in ku karê me tine.
* Ez nizanim bê di rewşên wiha de çi bibêjim lê min ji tûrikê xwe çend gotinên ku min ji ber kirine û min got: Li her derê kar tine. Asayî ye
Newroz: Erê wisa ye Xwedê çêke. Tu zewicî?
Ez: Na.
Newroz: Ji xwe ji re re ne lazim e. Wisa baştir e. Azibî baştir e.
Ez: Dizanin loma kêf kêfa min e ( Di dilê xwe de jî dibêjim. Ne ev korona tine bûya, belkî carinan min hinek keç binasiyana û tenêtiya xwe bi hev re parve bikira lê niha keçek were li derî xîne jî naxim hundir)
Newroz: Xwedê te bextewartir bike.
Ez: Zarokên te hene?
Newroz: Erê, du zarokên min hene. Ha ji te binere bê zarokên min çawa ne hahah
*Wêneyên zarokên xwe dişîne..Ez ji serê darekê dikevim ji ber têra xwe mezin in. Mirov dibêje, ev çi ye? Kengî çêbûne?
Ez: Xwedê wan bihêle.
Newroz: Spas. Aqûbet li serê te be.
Ez: Xwedê neke.
Min xwe negirt û pirtî, qey ev çend sal in tu zewiciye?
Newroz: 13 sal..
Min li wir xwet pireke pîs bikim gelo ka wek jinên van deran dê bertek çawa be. Min ev pirsî:
Îca zarokên te kurd an ereb in? (Min got gelo ew jî dê bibêje, "zarokên min in û ez kurd im nexwe nîv kurd" yan jî dê bibêje, "ez dêya wan im, nexwe kurd in" lê ev herdu negotin.
Newroz: Na kurd in. Mêrê min ji gundê me ye. Lê mixabin zarokên min li vir wek kesên vir mezin bûne.
Ez: Bizanin ku kurd in, ne kêşe ye.
Hêvî: Helbet lê nikarin bi kurdî biaxivin. Hînî ingilîzî û frensî bûne. Niha hêdî hêdî wan hînî kurdî dikim.
...
Îca em ji xwe re nêzîkî nîv seetê wisa axivîn lê ez pê hisiyam ku Newroz ne bextewar e. Ne ji ber min helbet e. Ji axiftina wê diyar bû ku ji zarok û mêrê xwe hez dike û ti kêşe tine lê ew neçariya hiştiye ku ji welatê xwe derkevin û li cihekî bin ku ne bi dilê wê ye. Jinbûna ku bi serê xwe tiştekî zehmet e. Van tiştan giştikan hişt ez wisa bifikirim ku ne bextewar e lê min jê re negot û min got, rojên nexweş dê derbas bibin.
Di rastiyê de bawer nakim rojên nexweş derbas bibin ji ber qedera me kurdan ev e lê min xwest dilê wê xweş bikim û min derew lê kir.
Me xatir ji hev xwest...
Nizanim bê çawa ye lê difikirim çiqass alaternatîv di jiyana me de hene û hilbiartinên me wan diguherîne: Ez û Newroz ji hev veqetiyan. Niha her yek ji me li welatekî ye û piştî çend salan bi hev re axivîn lê me behsa hezkirin û tiştên berê nekir. Me tenê behsa jiyanê kir...
Dîsa spas korona, ez hêdî hêdî bêtir ji te hez dikim ji ber te ez birim Efrînê û te keçika efrînî anî ba min..