Lê bigere

Sunday, December 30, 2012

Xwerista min


Di paşila min de
Rûnişitiye karxezal
Vedipejilîne daristana dilî

Di xwîna min de diherike
Şeraba rewrewkên evînê

Digirî zarokê golên zuha
Di çavên min de

Ecêbmayî, radiwestin
Kevjalên berovajî
Li rewşa berovajî
Di mejiyê min de

Seyr e!
Ku xwerista giyanê min
Li ber lehiyê maye
Lehiyeke ne ji min
Ne ji ramanên min
Ne ji min

Seyr e!
Ku Ez li ber lehiyê diçim
Û karxezal cirtvîkên kêfê dide
Di dilê min de


Dilyar

Pê nahisim


Ez çima pê nahisim 
gêrik bi laşên min ve hildikşin
Kêzik dilê min dixwin
Xembarî li pişta min siwar dihê
 û Helbestên min lal dibin
Dilyar Amûdî

Saturday, December 29, 2012

Ne tenê tu yî

Min tenê ji te hez bikira
Min dê her tiştên xwe bidana te..

Dilyar Amûdî

Friday, December 28, 2012

Welatê min


Welatê min
Romaneke bêdawî ye
Xelas nabe
Bi qêrîna zarokekî nû jidaybûyî dest pê dike
Bi hebûna xwişkeke bindest
Bi pêçan hestan di dergûşa lorandî de berdewam dike
Di lîstina bi çavgirtînkê
Û şewtiandina dûlabên Newrozê de diherike
Bi xemgîniya ciwaniya nûhatî vêdikeve
Di ramanên şoreş, evîn, û azadiyê de li xwe digere
Welatê min
Bi hezarên çîrokan dibe
romaneke dabeşkirî
Di xewnan dijî
Bi çend stranan tê gotin
Di hin helbestan de dijî
Û di rastiyê dimire
Lê ew roman her didome
Bi mirin, kuştin
Şewat, şer
û Bêhêvîtiyê

Dilyar Amûdî

Dem


Di himêze demê de
Dilorim
Bi xewnên mûzîkî
Li ser dengê tembûra hevalê hêja
Bi çipçipa dengê baranê û
Agirê gundên şewitî
Hewl didim razên
Di nav pêlên dîroka qetiyayî de
Li ser pişta hespên serxweş
Barekî birîndar im
Li xwe digerim
Di hundirê şûşeya bîrayê de
Di hundirê şewqa ku ji tariya şevê der tê
Xwe dibînim
Dixwazim pênûsê bihelînim
Bi gotinê dilê xwe
Biherifînim çiyayan bi evîna xwe
Digerim wek pêşmergeyekî
Li ser çiyayên biyaniyê
Li şerê azadiya xwe
Çi dijwar e
Ev şerê bênav
Serxweş im
Bi evîneke derewîn
Dixwazim hilweşînim dîwarên
Tirsa zarotiyê
Bar bikim
Ji welatê xwe
bo welatê xwe
Welatekî ku ez ava bikim
Ez lê bijîm
wek xwe
Bi muzîka ku ez dixwazim
Bi dengbêj û stanbêjê ez dixwazim
Li kêleka deryaya ez dibijêrim
Û li ser çiyayê ez dibêjim
Azadiyê di nava xwe de vejînim
Wek ku zarokekî
Di malzaroka demê de biçînim
Bi dawî muzîkê re
Bi dawî bibe
Jiyana min

Dilyar Amûdî

Thursday, December 27, 2012

Di helbesta xwe de


Di helbesta xwe de
winda dikim gotinên xwe
Ji xwe dixînim êşên xwe
..
Dilyar Amûdî

" te çi kir ji bo tu ji vê rewshê rizgar bibî?"

Berî niha min nivîseke mamoste Fawaz xwend. Min ji hevalan re bi dengê bilind dixwend lê gotin di qirka min de diman û dernediketin. Min kir û nekir hêsiran xwe ji çavên min herikandin, bash bû hevalan nedît...
Bi wê nivîsê re pirsa hevalekê hat bîra min ku digot" te çi kir ji bo tu ji vê rewshê rizgar bibî?" wê çaxê ji bo tishtekî din dipirsî, lê ev pirs ji her kurdekî dikare bê pirsîn, ma te çi kir ji bo tu ji vê rewshê xelas bibî?" an "wek kurd tu dibêjî, min her tishtê dikarim bikim, kir?"
bersiv hêsan e, ger em biwijdan bin û bizanin bê kurdayetî çi ye!

Dilyar Amûdî

Monday, December 24, 2012

Rojeke dî bêyî te

Rojeke dî bêyî te
Bi trênê 
Diçim di ber hin bîranên te re 
Dixwazim himêz bikim dîwarên kevnar
Bêhna şehbelotên şewitî
Peravên ku keştî şahiyê dibe xemgîniyê
Li xwe dizîvirim li bajarên
Ku navê wî zimanê min dişewitîne
Li te digerim
Di pelên daran de
Di mizgeft û dêran de
Hêdî hêdî
Dihelin bîranîn
Roj bi roj
Rojeke dî bêyî te
Dikuje
Bîr û baweriyê
Vedijîne Xemgîniya afirîner
Roj û sed hezar roj

Dilyar Amûdî

Friday, December 7, 2012

Nivîsa dawî



Berî çend rojan hevalekê got " bi rastî jiyan gelekî zehmet e", tevî ku sedema hişt zehmet bibe di destê wê de bû û heta radeyekê jî bi xweperestiya wê ve girêdayî bû jî lê ez jî pê re me di gotina wê de.
Ez fêm nakim bê çima em jiyanê wisa zehmet dikin, nizanim hew di çivaka me de wisa ye, an di hemû çivakan de wisa ye, lê dizanim ku bandora çivakê pir e li ser me.
Em gelekî perîşan in, hest, daxwaz, hêvî, kesayet û her tiştên me, mişextbûyî, dabeşbûyî, û polîtîk in.
Du sê çandeyan bi hev re dijîn, ne bi şêweyeke siruştî "pêş ve diçin".
Civaka me winda ye. mixabin em hewl didin wan cihên qetiyayî û biqul perçîn û pîne bikin, lê ne hêsan e, belkî jî ne pêkan e.
Me li ser van torên civakî civakin aşopî ava kirine, me hevbeşiyên xwe peyda kirine, lê me ji bîr kiriye bê çiqasî cudahiyên me hatine pirkirin.
Êdî hestin me ên bingehîn çêbûne ku ew bi xwe divê hestin awarte bin; bêrîkirin, êş, xemgînî, evînên şikestî û gelek tiştin nexweş wek wan.
Em nikarin bibin asayî, em her tiştî zêde tund dijîn.
Helbet aqil dibêje ma çi ye! çima wisa ye! dê derbas bibe, lê ne di destê aqilê reben de ye, Ji ber em nexweş in.
Min gelek caran hewl daye bi kêmanî xwe derman bikim lê bi ser neketime, min hemû şêweyên dermankirinê ceribandine, çi şoreşgerî ku ji bingehê de, çi demkî ku bi demê re yekoyeko çareser bikim lê nebûye, ji ber êdî tiştek di hundirê me de winda ye.
Ev nivîs ne nivîseke xemcivîn e, lê analîzeke şexsî ye ku hewl didim tê de dev ji xwe ber nedim, ji ber dizanim ku çawa bibe jî ji min re xweşbûna jiyanê di hewldan û xebatê de ye.
Ez bala xwe didim hemû ciwanên me rewşeke ji depresyon û êşheziyê li ba wan heye, ev ne karektereke mirovî ye lê taybetmendiyeke ku neçar mane wek rastiyeke jiyanê bipejirînin yana dê nikaribin van êşan rakin.
Ez li stranan kurmancî guhdarî dikim, hemû êşîner in, heta stranên ku em dîlana kurmancî li ber dikin bi xwe hêsrên mirovî dihînin.
Tevî ku wek kurdekî min dixwest bizanim dîlanê bikim lê heger min bizaniya dê rewşeke gelekî kenewer derketa holê ji ber ez ê bibûma yê yekem bi dîlanê re digirî.
Wek Dilyar ez ê çixareya xwe vêxim bi qeheweya xwe re û hewl bidim ku rast bijîm wek ku ez dizanim
Lê demekê dûrî muzîka kurdî, heta strana "jîn û hebûn" ya ku min xwe wek kesekî xurt tê de didît êdî min diêşîne.
Dûrî her tiştî nêzîkî xwe.
Qehwe û çixareya min van çend rojan dê dostên min bin.
Em binerin bê pêşroj çi dide me, yan jî em binerin bê em dikarin çi jê bistînin ji ber qet nade.
Heta demekê dê înterneta min tune be, ka em binerin bê em ê di vê demê de çi bikin.
Niha bi xatirê hemû hevalên hêja...

Monday, November 26, 2012

Çîroka me


Çîroka me:
...
Awazeke paşxistî ye
Bi dengê te
Ligel tirsa te
Di giyasêvkên hewşa me de
Bi hîroyan re
Dikele
...
Di evîna min de
Di tirabêlka sînorên qedexe de
Tê nivîsîn
...
Bi penaberiya sedsala bîstan
Û azadiya li Şermolayê
Li rexê çemên zuha
Dilîzînin zarokên pêşerojê
...
Di bin sîwanên behra Wanê de
Li zemawenda çiyayê ku natewin
Tê nivîsîn
...
Çîroka me
Ya ku bi şerên têkçûyî
Xewnên zindî
Hestên wenda
Welatên Ewrupayî
Paytextên ji hev cuda
Tê nivîsîn
Li ser xêzên dûriyê
Li balafirgehên biyaniyê
Di dîdarên nenas de
Bi çavên bendewar
Bi bêhna pûnga kenewer
Tê nivîsîn çîroka me
Di tirsa bûn û nebûnê de
Bi daxwaza bûnê Û
Raboriyê nebûnê
Çîroka me
Helbestek e
Ku gotinên wê
Bi xurtiya ku di tirsa te veşartî ye
Tê nivîsîn
Çîroka me ye
Ewa ku kevokên riwê te
Li ezmanên min difirîne

Dilyar Amûdî

Saturday, November 24, 2012

Lê xin

Lê xin Pelçemokino
Lê xin! netirsin!
Bikujin
Ka mêraniya we
Netirsin
libên genim xelas nabin
Pembûyê min sor dibe
Lê xin ta hûn têr bibin
Lê xin 
Bila Xabûr bibe xwîn
Lê xin
Kaniya me zuha nabe
Zarokên me mezin ji dayik dibin
Bînin tank û topan
Bihejînin ezmanan
Li rojhilatî xin
Bila rojava bikele
Li Amûdê xin
Ta Qamişlo biheje
Rapêçin derdorê
Bi ayetên derewîn
Helbestên me xurttir in
Bi "Ellahû ekber" kin
Baweriya me mezintir e
Bi rihên xwe
Xwîna devê xwe veşêrin
Em nayên xapandin
Êrîş kin
Ji ber em xelas nabin
Lê xin! Netirsin!
Belkî kîna we biherife
Belkî hûn me xelas kin
Lê ji bîr nekin
Em ê her li vir bin
Em ê her hebin
Lê xin rûreşino
Fedî nekin
Xweda gunehê we nabîne
Lê xin
Belkî hûn ava kin
Pêşreojeke bindest
Li binxeta serdest
Lê em ê her serdest bin
Netirse newêreko
Dilê me xurt e
Em û mirinê cêwî ne
Di yek dergûşê de rêwî ne
Lê xin, û dîsa lê xin
Lê xin bi hêza xwedayî
Ew xwedayê we
Lê xin
Ji ber ku em natirsin
Em narevin
Em ê her bijîn
Lê xin
Azadî ya me ye
Ka dilê we
Netirsin
Em namirin
Em hêz in
Hebûn û pêşveçûn in
Lê xin
Tirsonekino
Em li vir in
Qet narevin
....





Dilyar Amûdî

Wednesday, November 21, 2012

Bêyî binere bê çi dikuje


Diherike
Av û cihokan di rû de dikole
Bêyî binere bê çi  dikuje
Difirîne ba
Porên serê westiyayî
Sipî dike berf
Tariyê riha ciwan
Bêyî binere bê çi dikuje
Dişewitîne havîn
Çermê tenik
Şil dike zivistan
Çavên zuha
Gerdûn bi hemû siruşta xwe
Diguherîne, MIN
Bêyî binere bê çi dikuje
Dikuje di min de
Hemû tiştî
Lê vedijînim xwe
Bi hêza viyana xwe
Dikuje
Lê vedijînim
Ji bo bijînim

Dilyar Amûdî

Monday, November 19, 2012

Rêwî me..

Rêwî me
Derbiderî me
Li hemû cîhanê gerîme
Xwe di çavên te de, dîme
........
Ev helbestên klasîk çima ewqasî zehmet in, dikim nakim nikarim tiştên dixwazim bêjim, di cihekî di radwestim...
Ji xwe ên din jî nakim çerx lê dîsa jî em ji xwe re bi ser hev vedikin..

Ew

Bi muzîkeke cuda
Bi straneke bêhempa
Dil ji min da
...
Dilyar Amûdî

Bêje

Bêje
di dilê xwe de welatekî çawa ji te re çêkim?
Bêje!
Di zeryaya çavên te de,
keshtiyên evîna xwe
bi aliyê kîjan roja te de biajom?
Bêje!
Ez şeveke çawa çêkim
bo xwe bi porên te binuxîminim?
Bêje!
Di bexçeyê riyê te de,
çi gulan biçînim?
Bêje kevoka min!
Bo te çi helbestê binivîsim?
Bi çi gotinan vemirînim agirê hestên xwe?
Bêje dilbera min!
Di rewanê xwe de
Daristaneke çawa vejînim
Bêje!
Çi bikim bo te?





Dilyar Amûdî

Friday, November 16, 2012

Dabeş bûn

Dabesh bûne, raman, hest, nerîn û her tisht. Mirovahiya me perce bûye, her tisht nîvco ye, dûrî asayitiyê,
Evîna me polîtîk e
Xewnên me polítîk in.
Hemû aliyên me erkên xwe, daxwazên xwe, kêm dijîn.
Bindest in, her tistên me ji aliyê her tishtên me.
Em xwe wek ku ji me tê xwestin dijîn, ji ber her beshek ji me ji beshê din cudatiya xwe bindest dijî.

Dilyar Amûdê

Wane

Dubare dike
Mirin li nifşan
Waneyên kuştinê
Dîmenên têkçûnê

Saturday, November 10, 2012

Hemû dem


Şêst roj
Sê roj
Şevek
sal
û gelek tarîx,
Hemû dem,
Geh birçî,
Geh koçber,
Geh Xemgîn,
Geh kuştî,
Xaka şilbûyî
Bi daxwazên têkçûyî
Bi dîrokên nebûyî
Bi evînên nîvcomayî
...
Roj
Sal
Demsal
Hemû dem
Kuştî ne, welat
Perîşan in, qelaç
Barkirî ne, civat
....
Ev hezar car
Kanî aveke zuha dide
Zarokên wenda
Perîşan dike
Li tixûbên bira
....
Sar nebe xakê
Bizê merdên buha
Baranê li wijdanên hişkbûyî ke
Nekuje, zarokan
Dûr neke,  Ciwaniyê
Bigire

Dilyar Amûdî

Xweda


Xweda ditirse
Ji evîna te
Ditirse bibe koleyê çavên te
Poşman e, ji afirandina te
Ditirse, Ji nerîna te
Ditirse razanê
Ji ber xwenên bi te
Xweda ji xwedayetî ketiye
Ji ber mirovahiya te
Pêximberan dişîne
Ji bo nivîsandina Quran û Încîla
Kenê te
..
Ditirse xweda
Ji siruştiya te
Ji xurtiya te
Ji hezkirina te

Dilyar Amûdî

Friday, November 9, 2012

Dîsa


Kevoka şevên min,
Nikil dike genimê dilê min,
Vedide qulên bêrîkirinê di xeyalên min de,
Lêgerîn û bendewariyê diafirîne di çavên min de,
Digire Pencereya hinasên min û
Dilerizîne hemû giyanê min
Bi nebûna xwe,
dûrbûna xwe,
Bi bêdengiya xwe û
Min bi xwe re difirîne stêrkên çavên xwe
Dinuximîne bi pêlên porê xwe
Dikenîne bi rûkeniya xwe
Dihelîne bi dengê xwe
Di xeyalên wêneyên xwe de

Sunday, November 4, 2012

Kêzik


Kêzik di nava min de
Dixwin hinava min
Dikelîne giyanê min
Diherifîne awazên min
Dicû dilê min
Diçermiçîne xewnên min
Kêzikeke dile'bite
Dile'bitîne raboriya min
Dixwaze şiyar bike
Dojehên mirinê
Xwêdanê dide der ji eniya min
Kêzikek nas
Dixwaze hevnasînê nû bike
Kêzikek bêbext e
Ji şevreşiya min
Vinvinê li ser viyana min dike û
Hêkên xwe li ser riwê min dike
Qalikên xwe di ser birînên min re tîne
Kêzekeke nas
Dixrpişe ser derûniya min
Girêkên girêdayî bêtir girê dide
Min ji min dicehimîne
Lingên min bi ên tiraliyê ve girê dide
Min ji min distîne
Kulîlka nûhatî
Dişewitîne
Û vinvinê dike
Di hemû endamên giyanî de

Tuesday, October 30, 2012

Dîsa

Belçîm diweşin dîsa

Baran tê dîsa
Dîsa! DÎSA xwe dubare dike

Mirin



Bi ariya ku ji çixareya sorkirî dikeve,
Li qûnicikên avêtî re,
em dijîn
Li serê qorzîkan pêrgî me dihê, Mirin
Bi destê me digire
Digerîne di tariya şevan de
Di dilê me de distirê,
Straneke xembar!
...
Di dergûşiya me de, xwe bi me re dipêçe,
Mirin!
Li şaxên darên,
Li kêleka dîwarên jihevketî
Xwe bi me re dike heval
...
Li dibistanan fêrî me dike
Çarenivîsa perengên ciwaniyê
..
Di dilê me de
Hêlîna komkujiyên xwe çêdike
Bo evînên ciwaniyê
Bo hêviyên nûhatiyê
...
Bi me re radizê
Li ser textê şahiyê
Gefan dixwe li me
....
Dijî mirin wek ku
Rêgeza me
Ji bo mirina me
..
Difire li derdora baweriyên me
Basko dike, daxwazên me
Diherifîne keleyên dahatuya me
...
Winda dibe
xwe vedişêre
Di bin tirsan de
Di nav xweperestî û
Biryarên zarotiyê de
Dilyar Amûdî

Friday, October 26, 2012

Tu birçî yî.


Tu birçî yî.
Zikê min naêşe
Lêvên te hişk bûne,
Ma çima ez ê tî bibim
Çerm û hestiyên te bi hev ve zelîqî ne
Ê min çi jê ye!
...
Xwîn ji guh û Bêvela te tê
Ê min xwîna min di laşê min de
Bi kêf û şahî dizîzike di damarên min de
....
Helbet tu azadtir î
Tu vîndartir î
Tu xurtir î
tu dozdartir î
Lê tu diêşî û
Ê min ne xema min e
...
Belkî tu êdî nikarî biaxivî jî
Belkî careke din
Tu Evîndar nebî
Tu Hinasî nedî
Tu nekenî
Tu negirî
Belkî tu kêlîkên dawiyê dijî
...
Lê ez her û her dijîm
Ne giring e çawa!
Ji bo çi!
Çiqasî birumet!
Çiqasî wijdan rehet!
Lê ez ê bijîm
...
Ne giring î, tu
ji min re
Ji ber min hêmanên xwe firton
Min dilê xwe şewitand
min mirovahiya peritan û
Ez êdî wek lawirekî zêkê xwe têr dikim
...
Ma qey xema min e
Ez ji zû de,
Berî te,
Heta heta mirime
Lê belkî tu
Piştî mirinê heta heta
Bijî
...
Lê ne xema min e
Dîsa dibêjim
Ne xema min e
Ji ber zikê min têr e
û hemû hestên min mirî ne
...
Tu birçî yî, zikê min dê çima biêşe...


Dilyar Amûdî

Wednesday, October 24, 2012

Nêçîr

Difire kevoka
li ezmanên xeyalan
Lê tu!
Diperpitî! dimirî!
Êdî nikarî bifirî di xeyalan de

Bibore
Neçar ma, nêçîrvan.
Dilê te bi guleya xwekuştinê kun bike
Ta Kevoka dilê xwe bifirîne
wek xeyalekî li ezmanên vejiyayî
Nêçîra delal!
Dek û dolaban
Dehf û xefkan
Têra nêçîrvanî nekir
ku dilê te bigire
Loma tu kuştî
Ta ku bijî
armanca nêçîrê
Ta ku
bikene xeyalê te,
Ne tu!
Ji bo jiyanê
Divê tu bimirî
Da rewrewk nebin derew
Ta jiyan bidomîne jînê

Bibore kevoka dilî

Nêçîrvan neçar bû
ku te bikuje
ji bo tu di dil de bijî
...
Mirina te diafirîne
hêviya girtina dilê te
destana perîkên te
westana nerîna li çavên te
...
Bim're
xwe bikuje
nêçîrvanî bi xwe re bikuje
bo domandina jîna te
di dilê nêçîrvanî de

Dilyar Amûdê

Monday, October 22, 2012

Azadî


Azadî
Gotineke xweş, besît dilê mirovî hênik dike, wî dibe welatekî bê sînor, ne hewece ye ku mirov li ser kûr bifikire, xuya ye li ber çavan e.
Azadî bi  helbesta Eskerê Boyik gelekî xweş têt ravekirin.
Eskerê boyîk wisa dibêje:

hêy azadî hêy azadî
diniya xwedê azadî
navê me re azadî
û ziman re azadî
mîna xelkê em kurd jî
bijîn xwe re azadî

Azadî bangeke ji dil e wek xuya dike, Azadî ew ku tu bi azadî bang bikî û biqîrî "azadî". "diniya xwedê azadî" dibêje lê bi dû de di vê diniya azad de, divê navê me jî azad bibe, zimanê me azad bibe wek ê her kesê din. Em jî wek her kesê din ji xwe re bijîn bi azadî bi serbilindî bi rumetî.

herkes li ser axa xwe be
mala me re azadî
surginî diniyê rabe
ala me re azadî
cîhan temam azad be
azadî hey azadî
em dixwazin azadî

Binerin û bibînin azadiya te pêk neyê, ti carî diniya azad nabe, tu li ser axa xwe ne azad bî tu nikarî daxwaza azadiya kesên din bikî, tu ne azad bîkî, tu nikarî daxwaza wekhevî, dadmendî û hevjiyanê bikî.
Loma pêşî xwe azad bike, dû re dixwazî biçe û li Afrîkayê şerê emperiyalîzimê, kapîtalîzmê, Amûdîzimê, û nizanim çi'îzmê bike...

Nîşe: Dîwan Eskerê boyik li ba min tune, loma min ji înternetê û li gor têgihştina xwe nivîsî ger şaşî hebin biborînin

Dilyar Amûdî

Sunday, October 21, 2012

Dil ji min bir



Gava yek tiştekî ji mirovî dibe, mirov aciz dibe, xemgîn dibe, lê tiştê ecêb ku ew tiş dil be cudahiyek heye, mirov dixwaze pesnê wê dizê bide. Dixwaze qala wê bike. Fedî nake ji jêçûnê û têkçûnê lê bi kêf û şahî derdibirre têkçûna xwe.
Di vê stranê de ew rê û metoda ku pê dil dihêt birin tê gotin, straneke klasîkî ye bi gotinin klasîkî bi metodin kevnar e, xweş wesfê wê dizê dide, xweş hestên xwe vêdibêje.
Belê wisa dest bi helbestê dike

Diranzêrê, birûkêrê…
Dil ji min bir, dil ji min…

Gelo ne diranzêr û kêrên birûyan bûyana, ne ew zext û fişara bûna, dê wê dizê bikariya ew dil bibira
Helbet ne ev tenê ne ji ber wisa didomîne

Helandim xweş xeberê xwe,
Bîna misk û emberê xwe,
Cineta sîng û berê xwe,
Dil ji min bir, dil ji min…

Wek ku tê dîtin ne zêr û kêr tenê ne ew tiştên ku dilî ji mirovi distînin û wî ji hemû hestên wî dişelînin. Lê axaftina xweş e. Bîna misk û emberan ya ku jê difûre. Buhişta ku li ser sînga wê dibêje: were! were! Ez hûrî me, were cihê ku her mêrek dixwaze bihêyê.
Û helbest bi heman şêweyê didomîne û diyar dike bê çi û çi hatiye pêşkêşkirin ji bo bidestxistina wî dilî. Di vê helbestê de hemû şêweyên têkbirinê, hemû taybetmendiyên ku zilamekî xir bikin tên nîşandan, her tiştê ku zilamek di jinekê de bixwaze tê nîşandan.
Lê ew tişt giş ne ji pêşkêşkirina wê jina bêhempa bûya dê nikarîbûna ew dilê ku di qefesa sîngê de dijene,bibira. Ger wê dizê jê re laşê xwe nekira buhişt, ger ew bi zulfên xwe yên zêrîn girê nedabûya, ger destên xwe wek baskên tawûsekî jê re venikirbûya. Ger nepeniya xwe li ber wî ranexistbûya û çavên xwe li ber kil nedabûna, ger gulên sor di dêm xwe de neçandana, gelo dê bikariya ew dil bibira.
Ji xwe ev jin daxwaz her zilamî ye, lê Evîn ne tiştekî cuda ye wek ku di helbestê de dihêt gotin

Kilama min hubê-xalis,
Ew defîna min e dengiz,
Wek kûtekî nanê garis
Girt û avît nav savêrê,-
Dil ji min bir, dil ji min…

Çawa helbestvan ji nava dilê xwe behsa wê û gotinên xwe yên jidilî ji bo wê dike, lê ew çi dike piştî ku karê wê pê diqede wek gepeke nên wî diavêje ber kûçikan.

Evîn ew e, ew jina ku nexwaze dil ji te bibe,  di ber xwe de bide ku  nestîne ji te wî dilî, hewl bide xwe di nava nepeniyê de winda bike lê tu, tu  bi zorê, bi fenan bi dolaban dilê xwe di destê wê xînî û tu destê wê hişka bigirî û bi ser de jê re bêje lê miqate be. Ew jî bêyî bifikire bêje "erê lê bisekine!"û dilê xwe têxe destê te. Evîn ew e ku ew kesa evîndar tiştekî ji te nexwaze lê bixwaze her tiştê xwe bide te, lê tu jî qet nexwazî tiştekî bistînî lê tu bixwazî her tiştî bidiyê.

Ev stran xweş e û min dixwest diyarî ew keça ku dilê min ji min nebir lê min dayê bikim. lê wek her dem ne gotinên min têra derbirrîna hestên min kir û ne jî min karî van gotinên xwe bikim peyamek û jê re bişînim

Dilyar Amûdî

Saturday, October 20, 2012

Nerîneke li ser rewşa kurdî



Helbet rastiyên ku ne di destê mirovî de hene û ew vê rewşê derdixînin, û helbet jî sedemê her tiştî hene.
Lê ger em sedem û rastiyan deynin aliyekî û binerin bê rewş çawa ye! Em dê erdîngariyeke dabeşbûyî bibînin, hişmedniyeke dabeşbûyî, êşin dabeşbûyî, daxwazin dabeşkirî, hestin dabeşbûyî, û çandeke dabeşbûyî bibînin.
Piştî vê ez naxwazim binivîsim lê dixwazim bibêjim êşê beşekî çiqasî beşê din diêşînin? kêfê beşekî çiqasî kêfa ê din dihîne?
Em çiqasî dikarin heman xewnan bibînin? em çiqasî bi zimanê xwe yê ku me dike EM binivîsin? Bi hev re biaxivin? Em çiqasî dikarin bihesin ku em ên welatekî ne?
Em çiqasî dibêjin em ji Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê ne û çiqasî dibêjin ji Kurdistanê ne?
Helbet sedemên van rastiyan pir in. lê hayê me gişan ji van rastiyan heye?
Çareya vê çi ye? Bi min pêşî divê em va rastiyan bizanin wê çaxê çaredîtin hêsan dibe.
Dilyar Amûdî

Tuesday, October 16, 2012

Bidizîka dizî

Bidizîka Dizî,
Bi lez
Bi destsivikî
Bi ken û xwînşêrînî
Dilê reben
ji nav parsiwan
Dizî
....
Bi hostayî
niviştek xist nav gotinan
û girê dan, dest û ling
....
Bi nerîneke nediyar
Diyar kir, daxwaza min
armanc û hêviya min
 ...
Wek xwedayekê
Afirand buhişt û
Ez li derve hiştim
Li ber dergehî
...
Bi giranî
Bi zanîn
Ez dîlî nepeniya xwe kirim
....
Ji dû re ve
Bêyî dest bide min
Bêyî ji cihê xwe rabe
Kete şevên min û
Bûye roja min
...
Siruşt da alî xwe,
Şev û roj li hev gerandin
Gul, hemû di riwê xwe de çandin Û
Ez kirim gulperestekî xwe
....
Bi bêdengî
Olan da, paşeroja min
Xemiland bêrengiya jiyana min
û nivîsand romana dahatuya min
.....
Li buhişta xwe
Li welatê xwe
Li xaka xwe
Wisa ji dûr
Bêyî xatir bixwaze
Firiya kevoka dilê min
Reviya, Diza hemû tiştên min

Dilyar Amûdî

Sunday, October 14, 2012

.....


Axaftina rûniştinê
Ez  ê gelê xwe hilbijêrim
Ez ê takekesên gelê xwe hilbijêrim,
Ez ê we yekoyeko Hilbijêrim, ji dola
diya xwe û ji bîrdoza xwe,
Ez ê we hilbijêrim ji bo hûn hêjayî min bin,
Naxwe niha çepkên xwe bisekinîn bo
hûn hêjayî hezkirina min û min bin
Ez ê gelê xwe hilbijêrim bo tanek be ji mîrgeha min
û borek be 
di rêça min de
Rabin xelikno, hûn ên hilbijartî
...

Ev ne helbesta min e, min ji cihekî anî, di nerîna we de çawa ye? werger e.

Saturday, October 13, 2012

Evîn di cahiliyê de


Evîn di cahiliyê de xweş e
Evîn di cahiliyê de xweş e,
Ji ber ku ne gengaz e,
Ji ber ku hest difûrin tê de.
Evîn di cahiliyê navan diguherîne,
Navê bêvaciyê dike mercên nepêkan,
Navê fediyê dike kelecan,
Navê daxwaza dîtin û hevdîtinê dike xewn,
Navê keçikê dike yar
Navê zilamî dike yar
Evîn di cahiliyê de xweş e,
Ji ber zayendê ji kokê ve hildike
Evîn li Amûdê di cahiliyê de wisa bû, Evînê dihişt ku em kasêtên evînî di bêrîka xwe de wek dilê xwe bi xwe re bigerînin, Evîn li Amûdê di cahilya me de dikir ku em li bendî dema rojavayê bin ta ku em biçin di ber mala yarê re ji bo wê bibînin, em wê çawa bibînin? û çima di wê demê de? ji ber wê demê nivîn derdixsitin ser xênî û encex wê çaxê me bidîta  bejna bêhempa. Evîn di cahiliyê de sibeh û şev dikirin yek. Li Amûdê evînê felek li me dizîzikand û dihişt xewnên rojan bibin wêneya yarê.
Evîn di cahiliyê de çîrok û çîvanok bû, fen û xapînok bû. Evîna wê dem em bi agirê qiçîna nîvrojê dişewtandin, em diqemirandin. Em ji hawhaw dixistin, lê em ji fikirîna yarê nedwestîn. Evînê wê çaxê em dîl digirtin lê em bextewar dikirin zincîrên xwe.
Li Amûdê evînê dihişt em di dema derketina hemû endamên malbatê bizanin ji bo telefonkirina yarê, ne ji bo axftinê, ji ber axftin dikarî encamên wek bersivnedan û dilşikenandinê bîne, lê ji bo bihîstina dengê bilbila ku li ber deriyê dibistanê tenê hatibû dîtin. Evîn di cahiliyê de li Amûdê dihişit ku em qanûn û zagonên bijîşkiyê biguherin, dilê me bi dîtina dilrevîna me, an bihîstina dengê xewna me li ser hezarî lêxîne.
Evîn li Amûdê evîneke negengaz bû, Ji dûr ve bû lê xweş bû. me fedî dikir biaxvin lê me hez dikir, me dixwest em biaxivin lê me newêrîbû. Em her dem tê de difikirîn, lê me qet ew nedidît.
Evînê di cahiliyê de roman dinivîsin lê lehengên xwe winda dikirin, ew diguherandin, dahatuya wan dicût û ji nû ve ji wan re jiyaneke derbederî diafirand.
Evînê di cahiliyê de li Amûdê mirov dil dixist aşopekê, dil dixist dengekî, dil dixist wêneyekî, dil dixist gotinekê. Evînê wê çaxê Wateyê xwedayî didan gotinên bêwate, evînê wê demê ne du henek lê henekeke dikir rasteqîniy jiyanê...
Evîn bi  mirovin dilşkestî û  bêhêvî diza. Evînê tore tanîn serê me...
Xuya ye ez dîsa bûme cahil.... yan ez qet ji wê cahiliyê derneketime.
Xuya ye evîna me zarokin di gewdeyên kal û pîran de çêdikir.
Xuya ye evîna me hîn bi me re ye li xwe digere, di riwin nû, di wêneyin nû, di gotinin nû, di henekin nû de...
Evîna me bi temenê me re mezin dibe lê hestên me her biçûk dike
Evîna me xwedayî bû, xweristî bû, jidil bû, bêwate bû, bêvac bû, negengaz bû, ne pêkan bû, dilgerm bû, êşîner bû, kenewer bû, rojgar bû, lê geleekî gelekî xweş bû

Dilyar Amûdî

Tenê me

Tenê me
Ne di tenêtiyê de
Lê di xwebûn û neşibîne ti kesî de
Tenê me bi yara xwe re
Ne bi laş û giyanê xwe
Lê bi gotinê xwe
Tenê me di sînorên xwe de
Bi gula xwe re
Tenê me di mejiyê xwe
bi ramanê xwe re
Tenê me bi tenêtiya xwe re
Lê ne di tenêtiyê de

Wednesday, October 10, 2012

Kevoka aşopî

Nexweş dixe,
kevoka li ezmanan hestên min
Nepeniya wê dilerizîne
Giyanê min
...
Dûr im ji te
Nikarim dest bidim porê te
Hildigirim di dil de aşopa çavên te
xewnên xwe dilorînim li ser çonga te
.....
Bifire kevokê di nav gotinên min de
Binorîne stranekê di mejiyê min de
...
Na, na
Rizgar bike min
Nekene li riwê min
destê xwe nede riwê min
Himbêz neke êşên min
Derkeve ji bêriya min
...
An ...an
Were ji xeyalistanê
Bijî li Dilyaristanê



Bîranînek

Çiqas seyr e, ez îro giriyam. Min nivîsek xwend û giriyam ez gelek caran bi xwendina helbest û romanên kurdî re digirîm lê ya îro ne wisa bû. 
Nizanim ji bandora nivîsê bû nizanim ji rewşa ez tê de me. Lê her hêsiran têra şûştina qirêj ku li ser dilê min girtiye nekir. 

Tuesday, October 9, 2012

Îşev


Ez fikirîm nameya dawî binivîsim û xwe bikujim. Ez fikirîm li têkçûnan bi xembarî binerim û bêyî ku li ber xwe kevim liberxweketinê bijînim, Ez fikirîmdi rewşa xwe de û di xwe de.
Min li raborî û dahatuya xwe nerî. min li daxwaz, armanc û hêviyên xwe nerî. Min ji dubarekirinê pê ve tiştek nedît.
Min xwe li ber çavên xwe li ser kulavî raxist û min lib bi lib ji hev derxist.
Belê îşev şeveke wisa bû, şevek ez ajotim bi ser biryardanê de, şevek ji min xwest ku ez xwe bikujim ji bo xwe vejînim.
Vê şevê ez hîn bûm ku hevalê nigê şemitî tune. Vê şevê min zanî ku xurtî tê hezkirin, ne rastî. Vê şevê min dît ku xweperestî û jiboxwekirin dermanê  nexweşiya lixwegerînê ye.
Ji bo îşev nebe wek gelek şevên din ên ku min biryar tê de dan divê ez çi bikim. Ez dikarim çi bikim ji bo ez bibim ez an ew kesê ez dixwazim bibim.
Ez êdî nanivîsim, ez êdî ji xwe nadim, ez ê hestên xwe bikujim ger min bidehfînin bi aliyê şaş de. Ez êdî hez nakim ger ez neyên hezkirin. Ez nema qala raboriyê dikim. Ez nema diaxivim li ser xwe. Ez êdî ez im.
Ev ne biryar in. Îşev min biryar nedan ji ber pêdiviya min bi dana biryara tune ye.
Bi xatirê te Dilo
Spas kevokê

Monday, October 8, 2012

Bi xat'rê te


Bi xat'rê te
raboriya zingargirtî,
dilê biçûk
hêviyên mezin
Bi xat'rê te
jiyana têkçûnan
Bi xat'rê dilo


Dilyar Amûdî

Sunday, October 7, 2012

Awêneya kalekî

Di awêneyê de
radiweste zarokê çavşeliqî
li ber dîwarê li ber ketinê
yê xaniyê axîn
bi tenekeyên masiyan dilîze
..
Di awêneyê de
dê bi zarokê reben re şer dike
bav bê axaftin tirsê dixe dilî
şîret dikujin xwebaweriyê
...
Di awêneyê de
zarok bêbav dimîne
dê din dibe
bira mezin dibin
û zarok biçûktir dibe
...
Di awêneyê de
polîs tê taxê
zarok lal dibe
tirs mezin dibe
û zarok hîn bêtir biçûk dibe
...
Di awêneyê de
mamoste bi zimanekî biyanî
felsefeya jiyanê
nîşanî zarokî dide
zehmetî mezin dibe
û zarok biçkutir dibe
...
Di awêneyê de
nîgarkêşekî kor
xewnên bêreng
hêviyin bêcan
çêdike
û daxwaz mezin dibe
lê zarok hîn bêtir biçûk dibe
...
Di awêneyê de
zarokek li zarokî dixîne
fedî û şerm dikeve ser dilî
lê dixin, herdu
bav û heval heyfê mezin dikin
Lê zarok bîçûktir dibe
...
Di awêneyê de
qedexe dibe
nerîn, axaftin
ger, lîsk û zaroktî
Sînor mezin dibin
û zarok biçûktir ibe
...
Di awêneyê de zarokek dihê kuştin
û zarok lê dinere
mezin dibe her tişt
û zarok biçûktir dibe
...
Li ber awêneyê
zilamê sed salî
dixwaze hînî jiyanê bibe
 û mezinahiyan biçûk bike

Dilyar Amûdî


Xweşikistan

Sînga te helbesteke erotîkî ye
Di çavên te dizên daxwaz
Di xêz û rêzên laşî de,
diherike barana westînê
Li lêvan barana ramûsan dibare
Li mêrg û newalên te
digerin fêris li dijminî
Li xweşikistanê
nehperûşk vedidin 
şûnê evînê
Li bihuşta te tenê
av germtir dike laşên qerisî
Bi hinasên te radibe 
bahozên mestker
Hew li ser çiyayên te
şer afirîner e
Bi te re tenê
yekbûn bê kuştin tê

Saturday, October 6, 2012

Wergera ji Selîm Berekatî

Em kurdên Sûriyeyî pûtan li ser deriyên bakurê Sûriyeyê naxwazin.Peykerên malbata desthilat a xwînrêj siyên kevirên xwe dide hev û direve û keskiyî dixe destê eşîra Ocalanî - leqê Baas nû bi bernavekî kurdî- ji bo ku ji Ocalanî re peykerekî ji losa Esedî çêke.
Em naxwazin ji koletiya pûtên Baasê têkevin koletiya pûtên partiya sekinî bi xeyalên xwe yên jihevketî bi bernavê "apê" Ho Chi Minh, Mao, û kumê Stalînî bibin. Partiyeke ewle, bi rakirina hemû dijberan ji ber "tengbûna" vaca wî ya siyasî, bi kes, û çivakên xwe, niha çekên Esedî - wek karê Esedî û hevnedê wî yê Îranî ku li Libnanê bi darê zorê ....- û tevdêrin Esedî, ji bo kurdên Sûriyeyê ji koletiyekê ku wan û şirêkan gelek êş jê dît, bibin dojeha rûbirûmayîna bi şirîkên kurdan bi xwe re. Heta ji wan bibin kerasetekê ku keraseta Bermekiyan bi xwe li ber ne tiştek e.
Leqa Ocalan ya Kurdistanî guh li vê paradoksê nake, ji dema ku çavek bû ji bo wefadariya li ser pûta bavî, û çavekî din bû li ser sifirkirina siyasetê. Heta bi korbûneke ji qestî ve di fêmkirina nêzîkbûna qereqûşitiya tirkî û Baasî de wek du birayên zirz di asta bizava veşartinê de. wek jibergirtina mebestinan ji mebestin nijadî, û lihevanîna zimanî di derketina tîpin latînî ji wêneya bavê erebî, berî derbeya Atatürkî ya bi endezyariya baweriyeke rojavayî, li ser bakurê qeraxê dînî wek nîgaran ji zimanê toranî re.

Lênûskên xêzbûyî

Xêzên biyanî
sipîtiyê dadigirin.
Difirînin kevokan
ji daristanên bêber.

Şêrîno! wa şêrîno
wî derî bigire.
Bila toz û dûmana şewatê
danegire kaxezên sipî

Derziyekê di perdeya guhê xwe de rake
Ji bo dengê bombebarana zanistî
neşo malzarên mejiyê te


Şêrîno! delalo1
Lênûska xwe têxe himêza xwe
Têxe nava sînga xwe

Bila rûpelê dilê te sipî wek bimînin wek hemû hestên te


Şêrîno! berxiko!
çavên xwe hişka bigire
û ha ji xwe hebe
ronê dê çavên te kor bike

Li kera xwe ya reş siwarê
û biajo bi alî xakeke zuha 
Xakeke bêav, bêdar, bêbav û bêdê


Xwe di wê xaka xama de biçîne
bila lênûskên vala
rûplên sipî
 şîn bên

Ramanan jî bi xwe re nebe
wan jî li wir biçîne
û bi rûpelên dilê xwe av bide

Nivîsa ji bo ruhê mirî

Nivîsîn  û aramnca wê?
Ev pirsyar bi qertan ket ser malzarên mejiyê min li dû nivîsîna nivîsekê ku ez dudilî mam di nav weşan û newaşanê de. Ji ber ku min hestên xwe yên mirovî anku ew dozînên hov ku di bin maskeyan û bi hezar reng û boyaxê hatine veşartin tê de dîtin. Gelo mikurhatina bi hebûna vê hovitiyê di nava min de dişê rast bihê fêmkirin? anku ez ê bibim mijara axaftinê, ne nivîsa min? xwendevan min nedarizîne û hikumê bidarxistinê li min nebirre? Bêyî ku li nexweşiya di hundirê xwe de binere, gelo dibe ku nexweşiyeke din derxîne?
Îca min biryar girt ku bi nivîsekê li bersiva xwe bigerim. 
Helbet pirsyar  bi xwe gelek pirsyaran dihewîne; wek; Ez ji bo çi dinivîsim? bersiv jî dê wisa be( bê kêmanî ji bo min) berî gişî ji bo xwe, ji bo kêşeyên xwe, ji bo êş û kêfên xwe dinivîsim. Dû re jî ji bo her kesê ku bixwaze bixwîne ji bo alÎkariyê di peydakirin çareyê û beşdarbûna şahiyê ye. Ji bo afirandina civateke ji ramîn û gotinê natirse ye.
Berê jî min carekê gotibû û ez dibêjim gelekan berî min jî gotiye: di hundirê her mirovên de qûnekek, dizek, derewçînek, kujerek û hwd heye lê ya giring gelo çend mirovên berevajiyê van hene, ya girng em çiqasî dikarin van bedên di hundirê xwe de kontrol bikin. ya giring bê ev van mirovan hînî rastiyê û başiyê bikin.
Ger ez ji vir dîsa vegerim ser pirsyara xwe ya bêbersiv, û çend pirsên pêwend dîsa bikin, gelo nivîsîna li ser van mirovan dê çi şaşiya wê hebe? gelo azadkirina wan dê rê li ber başbûna wan veneke wek her mirovê azad? ma gelo saw, fişar, tirs ti carî mirov rast kirine? Ez di wê baweriyê de me ku nivîsîn divê bê sînor be, ji ber encex wê çaxê em bikarin ruhên qeydkirî di hundirê xwe de azad bikin û wan ji bedî û qirêjê pak bikin. Encex wê çaxê em ê bikarin vî hovê xwînmij, vî hovê çavder, vî hovê dilxerab, di hundirê xwe de bikujin.

Belkî gava em bi azadî binivîsin em sînorê mirovahiya mirî qut bikin û derbasî zeriyaya mirovahiyeke jîndar bibin. Belkî ya min ji xweperestî be belkî ji nezanî be, lê ez dibêjim qey nivîsa bêsînor dermanê ruhê birîndar e...
Dilyar Amûdî

Valahiya xilîxalî

Li pirtûkxaneya xilîxalî,
bi sedan valahî rûniştine,
valahiyê dixwînin û  dinivîsin


Mirovê tazî

Mirovekî tazî ji rojê re got: tu bi kîjan heqî laşê min dişewitînî?
Rojê gotê: ma tu xwe bi kîjan heqî didî ber tîrojên min. Ger tu xwe nedî ber, ez dê te neşewitînim

Bi tenê

Bi tenê
du denêtî şer dikin
di sînga mirovekî tenê de
Ji wan re li çepikan dixin,
hemû giyan 

Friday, October 5, 2012

Helbet


Helbesteke kilasîkî dinorîne;
şeva ku bi ber sibehê ve dimeşe.
Muzîkeke jihalketî dibirre;
endamên giyanî.
Rih didin, hestên lerizî
li ber êşên radestbûyî.
Qolinc digirin, hinavên têkçûyî
...
Xewn û hêvî
li ber xwe didin
di vê cenga dilsar.
Tenêtî hewl dide dagire
hemû valahiyan
...
Helbet
Çiyayên çavan diherifin
Pepûleyên ku li ser riwê biçûk
di nav şev û rojekê de dimirin
û payîz berfa xwe dibarîne.
...
Li çepikan dixin
ji hev cuda dibin
tayên tarîtiyê
û zîpik bi ser de dihê
şûnin sipî di şevreşiya ciwan de dihêle
...
Digere, çerx
bi xwe re gêj dike
her tiştî
û ew zarokê devliken
pîr dibe.
Hêvî bi gopalî dixwaze bigihê mirina xwe
...
Cîhan diweste,
konê xwe vedide
qeheweya xwe ya tehl çêdike
li ser kulavî rûdinê
fincana xwe tije dike
û li şîniya xwe sersaxiyê ji xwe dixwaze.
...
Helbet
Di wî riwî de
hemû xweza jî dimire
bi mirina govend dilî re
...
Helbet
sibe
rojeke din
dê bi mirineke din avis bibe
Zarokekî din dê pîr bibe
Dê mirineke din govendê li bin konê zarokekî pîr, bigerîne
...
Helbet
sibe dê, dîsa, îro xwe dubare bike
dê henekê xwe bi xweristê bike,
wê bi hêviyeke stewir ducanî bike
...
Helbet
Sibe dê wêneya îro
di hişê reben de, çêke
û ji bo dusibeyê, wê wî amade bike
..
Helbet
gotin dê xelas bibin
lê ev rewş her dê li vir ji pêya be
û ji şanoya jiberbûyî  re,
Ji derhêneriya xwe re,
bi saetan dê li çepikan xe
û bi serfirazî dê bikuje û vejîne
hemû tiştî

Dilyar Amûdî


Tuesday, September 25, 2012

helbesteke netemamkirî


Keştiyên kaxezî
Balfirên kaxezî
Zarokekî ketî
çongên birîn
Qalikgirtî
Çavên kul
Tirimbêlên teneke
 û ez

Tuesday, September 18, 2012

Roja dawî


Doh mirinê li çepikan dixist
Roja dawî di cîhanê lingê xwe avêt derûniya min
û îro çû!
çû û ez hiştim di  nav reşbîniyê de

Friday, September 14, 2012

Amûdê

Kengî êşên me dê me bêtir biêşînin
ji êşên biyanî?
Karwanên miriyan ji her alî dihên 
Kuştî dibarin
Li bakur, li başûr!
Hêvî kefenkirî bi rê ve dihên
Amûdê agirê xwe bi avê fetisandiye, 
dengê xwe fetisandiye
ciwaniya xwe fetisandiye. 
Karwanên kefenan dihên
Karwanên dilêşan dihên
Karwanên kulîlkên perçiqî dihên
Xemgînî e'wrên xwe bera ser Amûdê dide
Xemgînî miriyan bi ser Amûdê dibarîne
Mirî xemgîniyê dibarînin
Îro bahoz e!
Îro çemê Amûdê dîsa lehiyeke qirêj,
bi giyanên hêvîdar
bi xewnên fetisî diherikîne.
Îro kesên reviyayî vedigerin
vedigerin xaka xwe
vedigerin kaniya hêvî û xewnên xwe
Amûd sekiniye,
li hêviya hêviyan,
sekiniye.
Bi alên stûxwar
pêşwaziya xemgîniyê dike
Xemgîn gîha
gîha goşeya jibîrbûyî.
Mirî gîhan xaka şewitî û fetsiyan
Dîsa bêhna mirinê tiliya xwe xist pozê me.
Şewitan hinav û giyanê me
Karwanên miriyan dihên
Kuştî ketine rê, û dihên 
Îro Amûdê mêvandariya xwe dike..
Îro konên reş û qehewya tehl 
dê çav û zimanê me gişan reş bike
Amûdê îro konekî mezin ji bo xwe vedike
Îro careke din dimire
bajarê Bavê Bihemed.
mirî dihên û me dimirînin
dîsa

Wednesday, September 12, 2012

Guneh in hest

Diêşin êşên min ji bêêşiyê
Ma qey ne guneh in, Hestên min
Ên ku hînî serêşiyê bûne
.....
Dilyar Amûdî

Diêşin êşên min ji bêêşiyê
Ma qey ne guneh in, Hest...
Ku hîn bûne serêşiyê

Nîşe: Ev rêzên duyem bi alîkarî û serrastkirina Memo Seyda hatin nivîsîn..

Sunday, September 9, 2012

Toz

Pencereyê veke!
Toz girtiye, mejiyê te.
Dilyar Amûdî

Sar e...


Sar e...
Dilerizim zeriyayê!
Şor e çêja pêlên te...
Ranewestîne jenîna dilê min
Biçûk e, hîn..
Bêhna min çikiya
Min nefetisîne
Ez ji êgir reviyam
Xewnên rojavayî li hêviya min in
Destê xwe ji ser dilê mi rake
Ez hîn biçûk im

Thursday, September 6, 2012

Zeriyaya bêzar


Zeriyayê! te çi dilê piçûk dixwest
Xwezayê te têra xwe giyan ji me nestendin
Ma me têr çiya bi xwînê av nedan
Vê carê!
Vê serdemê
Mirina bêzar!
Dê çi bibûya ku te dest navêt
Bedenê çivîkên me
Te destûra firîna wan bide
Firîna ji wê xaka xemgîn
Firîna ji bo jiyaneke nû

Wednesday, September 5, 2012

Rawestîn


Xwezî hew kêlîkekê mejî rawestiya
Ji bo jana te vemiriya
Xwezî carekê dil nejeniya
Ji bo mejî bi bîranînên te nejiya
Xwezî soza ku min daye
Xwe li ber bîranên te bigirta
Û neqîriya


Dilyar Amûdî di lêgerîna helbestnivîsê de, helbesteke wisa hate nivîsîn

Thursday, August 23, 2012

Xewn

Xewneke ecêb
Xirpişî ser çavên min
Revandin hemû hêviyên min
Destê xwe xist qirika min
Fetisand zaroktiya min
....
Ez şiyar bûm
Dilê pekiya ye
Diperpite li ser xakê
Rû çilmisî ye
Û ez mezin bûme


Sunday, August 19, 2012

Nîvco


Her dem tiştekî kêm heye, 
tê bêjî qey kêmanî temamiya kêmaniya me ye...
Ez rê nivco dikim, 
tê bêjî qey dawiya rêyê di nêvî de diqede
Dilşadî di dilê min dimîne, 
tê bêjî qey nikare derbasî bedenê bibe
Hinas derbasî sîngê dibin, 
lê li wir asê dimîne
Nîvco dimînin, 
şahî xemgîn, heta bi xerîbiyê
Deng belav dibe, lê wêne bedî nabe
Wisa tiştekî nepenî, çavekî me digire
Nahêle em kêmaniyên netemamkirî, temam bikin
An jî em temamkirî dibînin, lê hîs nakin
Dilyar Amûdî

Friday, August 17, 2012

Derman


Nivîsîn ne çare ye! Derman ne girî ye ne jî  ponijîn e…
Seyre ku mirov nexweşiyê bizane û derman bizane, û bi ser de jî her him nexweşî him jî derman bi dest û di destê nexweşî de be, lê nexweş her ji bo nexweş bimîne dermanê di destî de nebîne û ya ji gişî seyrtir ku roj û şevan ji derdê nexweşiya xwe û bêdermaniya wê binale.
Tevî ku ew û ev alem giş dizanin ku derman di bêrîkê de ye, lê mixabin destê xwe naavêjê û hebekê danaqurtîne ta ku ji êşa salan rizgar bibe.
Gelo sedem çi ye? Navê vê rewşê di zanista nojdariyê de çi ye? Ez bi xwe nizanim…
Derketin ne çare ye….
Ger jî ne çare ye…
Mirin jî…
Xebat! Belkî…lê bê viyan, bê daxwaz, bê zanîn, bê azadî,bê afirandin û damezirandina derûneke tendurist ji mirovekî re, ne tenê xebat ne jî viyan û ne jî tiştek bi ji van nikare bibe çare.
Lê belkî hebûna van gişan bi hev re bibe  rê û rêbaza çareya rewşa xemgînbar a heyî.
Ka em bi hev re mirovekî lê kin, piştî ku xweda- heger bi rastî wî ev cîhan û mirov çê kiribin, û heger destûra min hebe ez li wê cîhanê pê re biaxivim ez ê hermû kiryar û çêkirinên wî bi wî re biaxivim ji ber ez bi rastiya wan qanî nekirime-  ew bi şêweya fîzîkî ya tekûz afirand.
Ji bo em tekûziya xwedayî bi tekûziyeke mirovahî bixemilînin  gelo divê em ji kû de dest pê bikin?

Dilyar Amûdê

Thursday, August 16, 2012

Kurteşano.
Dilyar(xwediyê hespî): Hespê delal e çi hir-hir e?
Hesp: ji nêza nava min e. 
Dilyar: nava te ji çi diêşî? 
Hesp: ji birçîna 
Dilyar: ma ew ne ceh bû min danîbû ber te çima te nexwar??
Hesp: rast e te ceh daniye ber min lê te ji bîrkirye ku te çavên min girtine.
Dilyar: lê hege ez çavên te vekim, tê qîmeta ceh nizanî.
Hesp: lê tu jî ji bîr dikî gava tu biçî deverekê tê li pişta min siwar bibî û dê çavên min vekirîbin!!! 

M.XÊR ŞÊXO

Xaçirêkên zarokatiyê


Di valahiya zaboqan da
Di qiçîna nîvrojê de
Di nav agirê nexuyayî de
Zarotiyê  bi ava bîrê dilîst
….
Rojê dişewitand, her tişt
Bi tîrojên ji tundiya erdnîgara westiyayî
Zarotî dikir, wek qîrê
Bi şemaqên zêrîn
Laşên teze, dikizirandin
….
Zarotî tazî bû
Devliken û dilşad bû
Li ser xaka şilbûyî
Bi felekê re henek dikir
Lê bi dengekî hêdî
Ji tirsa şiyarkirina
Kerbên di xew de
Hîqehîqeke bitirs
Tirsa ku dixwest çêja kêlîkê bifetisîne
Ji aliyekî dibezî yê din
Bi ava herikî re xwe dişemtand
Pê re diherikîn hêvî
Dîlaneke nedîtî û nenas
Bêpergal xwe li ser bedenê tazî dihejand
…..
Sal çûn û hatin
Bîr zuha bûn
Hewş êdî teng bûn
Rojê şewtandin terr û zuha
Kinc biçûk bûn
Qetîn.
Pêlav teng bûn
Ketin bin tifik û danûkan
Tazîbûn bû şerma gewdeyan
Dîwar nizim bûn
Xanî 23 caran hatin seyinandin û dawiyê hatin xerakirin
Ciwanî yek li dû yekê ji malan bar kir
Tev li zarotiya pêçayî di çenteyî de
Rewan û zarotiyê serî li ber mezinbûnê hildan
birîndar bûn di şerê mezinbûnê de
her sal bêtir  xwîn herikî
û di  nav wê xwînê de perpitîn
sikirtn kirin
û li dû xwe mejiyekî
ku di zaboq û xaçirêkan de winda hişt
li dû xwe, zarotiyeke çavbihêsir
û mezinahiyeke bêrewan hişt
……
Dilyar Amûdî

Wednesday, August 15, 2012

Bilinmeyen bir dil...


Bîlînmeyen bir dîl anku zimanekî nahê nasîn
Diniya germ meha Temûzê roja yekê ji mehe Remezanê, û wek her sal ez û hevalê xwe yê bi navê şêr di keftlefta xwendinê de ne ji bo derbaskirina salê.
Dibêjin heger bele dihên giş bi hev re dihên îca ê me jî wisa bû. Em jî di vê Germa havînê de ji xwe û rihê xwe aciz in, bi zor û heft beleyî dixwînin bi  zimanin biyanî, ya min Înglîzî ya wî Tirkî. Rebenê Şêr ji ber stres û heycan ku ew digirt li hemberî mamosteyên zanîngehê êdî ji xwe re nexweşiyek bi navê fobiya ezmûnan çêkiribû û nediket ezmûnan tevî ku dixwend û dixebitî ji bo derbas bike lê roja berî ezmûnê dest jê ber dida û nediket ezmûnê.
Îca ezmûna wî ya “nexweşiyên hindirîn” wisa derbas bûbû anku neketibûye. Û bi dehf û teşwîqa min biryara dabû ku dê bikeve vê ezmûnê û du rojan bê hedan û bê sekin kete ezmûnê. Ez jî li mala wî li Konyayê li bendî wî me, ez telefonê jê re vedikim jî venagerîne, welhasil ez jî aciz dibim û dibêjim bi xwedê ev lawik ev ezmûn jî derbas nekir. Di wê germê de ez çûm xwe bişom hinek ava germ hat, min jî serê xwe kef kir û min dît ku ava germ êdî nahê. Ez neçar mam bi ava cemidî xwe bişom. Erê, diniya germ bû lê ava kaniyê pir cemidî bû û mirov pê paqij jî nedibû lê ez neçar mam xwe pê bişom.
Piştî şûştina bi ava cemidî ez derketim min dît ku gaza malê girtin ji ber nedana fatûreyan. Hema çend deqîqe di ser re derbas nebûn Şêrî j imin re telefon vekir. Min nexwest ez d cî de jê re bibêjim ku gaz qut bûye min pirsî ezmûna te çawa bû got “ bi xwedê em sê kes ketin ezmûnê û min ji herduyan jî çêtir bersiv dan lê mamoste ji min pirsî “ tu ji kû Sûriyeyê ye?” min jî got “ bakurê rojhilatî” dûre pirsî “ tu kurd î? “ min jî got “erê” û xwedê dizane loma 65 da min û 75 da herdu yên din. Tevî ku min jê re gotibû ku mamoste j ite bipirsin bibêje “ez Tirkmen im û ev lehengî j ite re ne lazim e” Ji xwe îroj digotin ku çend bajarên kurdan li Sûriyeyê azadiya xwe bi dest xistin belkî ji ber wê jî mamoste baş hêrs bûbû başûr ne bes bû îca rojava jî derket.
Welhasil  Min jî got ku  gaz qut bûye. Rabû got tu ka karta min ya bankê bihîne û were em li bazarê hev du bibînin ta ez biçim fatûreyê bidim. Ez jî rabûm derketim li ber bankê ez rêz hebû û her yekî ji yê di dorê de di nîv saetê de encex pereyên xwe dikişandin. Zilamekî 50 salîn li pêşiya min bû, min jî got ji ber  ku dereng pere dikişandin ez û Şêr jî bi hev re diaxivin. Lê ez aciz û ew aciz. Min çixareyeke derxist ku ez vexwim. Şêrî ji  min re got: ev der Konaya ye, dibe te şerjê kin heger tu di rojiyê de çixareyê vêxî.
Rabû min jÎ çixareya xwe di destê xwe de hişt û min vênexist ji bo ku ez li wan deran nehên şerjêkirin. Lê ezmûn nebaş, xwendin zehmet, li cihekî ku mirov newêrê ne bawer û ne “bêbaweriya” xwe bihîne zimên dijî. Ev giş bi hev re mirovî bi zorê aciz dikin.
Ez û şêr hinekî din axivîn min dît zilamê pêşiyan bi devekî bi  ken  ji  min re dibêje “ hûn bi çi zimanî diaxivin?”
Ka ez ê çi bibêjim, hingî gelek caran hatiye serê min û ez ji wê nerîna wan ya ku piştî ez dibêjim “kurdî” aciz dibim min got “ ez nizanim”
Mêrik jî got: “ ma mirov nizane bê bi çi zimanî diaxive!” “ wek erebî ye?”
Min got: “ dibêjim ku zimanekî nahê nasîn”
Dîsa wî jî dubare kir û got: “ ma mirov nizane bê bi çi zimanî diaxive?”
Min jî got: “wisa dibêjin”
Wî jî got: “peyama te gîha, min fêm kir bê tu dixwazî çi bibêjî “ lê gava diaxivî pê re aciz dibû, û berdewam kir “ ev der komara Tirkiyeyê ye, kesê neecibîne bila “sîktîr” bibe û ji vir bicehime”
De ka were û aciz nebe,  lê vê cara min jî got bi xwedê û bi şeref ez ê xwe aciz nekim û ez wisa kenîm û min bersiva wî neda.
Îca hîn bêtir aciz bû û êdî nedizanî bê çi bibêje rabû hat û ez şîret kirim: “ min ne ji niyeteke bed pirsîbû, min got belkî erebî ye”
Te dî erebî zimanê pîroz e lê kurdî zimanê terorîstan e.
Û berdewam kir û got: “ li himberî mirovan ne pêşbawerî an pêşbiryarî  tev bigerin”
Min jî gotê: tu rast dibêjî, û çîroka min ji we re xweş ka difilek şebeş ..

Çavgirtînkê



Yek do sê
Vekok!
Ka qelaç?!
Ka kolanên tozgirtî?!
Ma heta bi dîwaran xwe veşart?
Bajaroko! Tu bi kû de çûyî?
Te xwe di piş kîjan kevirî de veşatiye
Qey , xaniyên axîn, xwe di piş avahiyên bajarên xerîb de veşartin?
Yan we zarokno! We xwe di bin riwê kîjan biyaniyê de winda kiriye
Zaroktiiya pak!
Ez kerr û gêj bûm
Lê min kes nedît
Her tiştî xwe veşartiye
Di bin raboriyê de
....
Awêneyê!
Ma te ez di  kû de veşartim
Ka hêviyên biçûk?
Çima di te de nateyisin?
Ka dil û viyan
Ev rûyê mehdtirş
Ev qermiçokên xemgîn çi ne?
Derdorê!
 ez ê dîsa çavên xwe bigirim
Yek do sê
Û dîsa yek do sê
Vekok!
Tenêtiyê! Min tu girtî


Dilyar Amûdî




Dilo

Baz de! Baz de! Dilo
Bila mezinahî te negire
                   di qorzîkên giringiyên çêkirî de, te zeft neke.
Bireve zaroko, bi hêz bibeze
Nehêle alozî te li serê kolanên rawestîne
Ji mezinan fedî neke!
Dilo! biçûko! Zaroko!
Guh li dengê evînên derewîn neke.
Zaroktiya xwe ji xwe nexe
Biparêze hestê xwe
Azadiya xwe zeft bigire,
Û bibeze
Bila ramanên qaşo mezin
                 hestên te nekujin
Bibeze û bigirî ji dil,
                       ji nava dilî.
Bila bibêjin; dîn e,
Dînî azadî ye.
Bibeze dilo! biçûko!
             Xwedê bi te re be
           
Dilyar Amûdî


Sunday, August 5, 2012

Dergûş


             Dergûş 

Gulî hûnayî rû buhiştê 
          Dil û can bi qurbana te be
Ayeta vîna vê jînê
          Kêf û şahî cîranê te be
Şûşeya misk û ebîrê
         Gul û ember  ji hilma te be
Bêkes û nazik periyê
               ezman wêneya te be
winda nabî por ji hibriyê
           dê dilêm dergûşa te be
kiras ji jana birînê
        evîn dermanê te be
tu dergûşa hestên minê
        gerdûn bi dergûşa te be  
                                                                      M.XÊR ŞÊXO

        
          

Friday, June 22, 2012

Saw

Sawê ez girtim
Ji tenêtiyê derket pîrebok
Ez bi gijika xwe ve girêdam
...

Tuesday, June 19, 2012

Hestgeh


Nivîs eynika rewanî ye
Hestgeha mirovî ye
....
Pênûs nikare rewrewkên memikên te binivîse
Hest di nav xêzên mê yên laşî de dişewtin
Xemgînî bi gezkirina lêvên tehmsarkî re, xwînê dadigire
....
Xwe li ser piştê dirêj meke
Şûrê min ji desthilatî ketiye
Ko bûye
Êdî nikare şevreşiya porî
Zeriya çavan
Bilindahiya çiyayan
                            biçirînim
Û derbasî newalên qedexe bibim
Ez newêrim xwîna rijiyayî dîsa birijînim
......
Ger ez tabloya me nîgar bikim
Du rewanên cuda
Du dli ser palgehekê dê derkevin holê
Binere li tabolyê, baş!
Dilek birîndar, anku ez!
Dilek bêbext, Anku tu!
Yek bê tevger û yek bi keftûleft
Riwekî çeleng lê derewîn
yê din xemgîn û bê evîn
.......
Ger ez çîroknivîs bûma
Bi kurtasî dê wisa bûba çîroka me
Lawik ji dil, ji can, can û dil dide
Keçik bi kenekî zer
Di ezotiyeke nedîtiyan de
Dil û can digire, dibe
Lawik di nav xwîna xwe de can û dil dide
........
Di fikira te de piştî evqas huner û wêje
Ez ê romana te jî binivîsim
Romana bi navê " di dema xweperestiyê de, evîn"
Û ez ê bibim Florentinoyê te
Piştî kuştina hezarên mêran
Tê li min vegerî
Û bi dilsarî xwîna min bimijî
...
Na! beybûna çilmisî
Na! Peyva bê wate
Na! taboloya bêreng û vala
Na! Lehenga şerxwaz, pîroeboka çîrokan
Na û sed hezar na
Ez vê romanê wisa nanivîsim
Ez ê agir bi xwe û rûplên xwe xînim
Lê ez çêja serkeftinê bi zimanê te nakim
............
Ha va ne hemû hestên min
Li vê hestgeha xemgîn ji xwe dikim
Û bi agirê nefret û kinê dişewtînim
...
Ev helbetsa dawî ji bo miriyeke xwefiroş bû
Ji hestên bi agirê nava min

Dilyar Amûdî

Saturday, June 2, 2012

Awêne

Ez bi te nahisim 
Li te digerim
Di odeyên dilê xwe de
Di pirtûkxana bîranînên xwe de
Te peyda nakim
Di pencereyên xeyalên xwe de dîmenên riwê te nabînim
Ji wêneyên xewnên min tu herikiyî
Bi bi şewata hêviyê min re
Tu jî bûyî arî 
Li ber bayê bahoza 
Mejiyê min belav bûyî
tev li min
Winda bûyî



Dilyar Amûdî